Remezan Olçen
Ji bo gelekî mîna Kurdan ku sedsalan bi polîtîkayên asîmîlasyon, qedexe û tunekirinê re rû bi rû maye, zargotin-folklor ne tenê berhevokek çîrok û stranên kevn e; ew bixwe mekanîzmaya man û nemanê ye. Di nava kurdî de, zargotin wekî “hişê kolektîf” kar dike û di avakirina hişekî dij-mêtinger de xwedî roleke stratejîk e.
Mêtingeriya modern ne tenê axê dagir dike, berî her tiştî hewl dide “hiş” û “ziman” dagir bike. Dema ku zimanê nivîskî tê qedexekirin û dibistan dibin navendên asîmîlasyonê, zargotina Kurdî wekî “dibistaneke gerok” derdikeve pêş. Çîrokên mîna Mem û Zîn, Keleha Dimdim an jî destanên mîna Dewrêşê Evdî, tenê behsa evîn û şer nakin; ew sînorên nasnameya Kurdî di hişê her zarokekî de xêz dikin.
Zargotin, bi rêya dengbêjî, çîrokbêjî û metelokan, dîroka rastîn a gel ji bin destê mêtingeran derdixe û radestî nifşên nû dike. Ev yek rê li ber “bîrçûna dîrokî” digire. Hişê dij-mêtinger tam li vir şîn dibe: Gava ferd fêm dike ku xwedî çandek, lehengiyek û zimanekî dewlemend e, êdî “bindestiya ruhî” dişkê.
Heke zargotin keleha berxwedanê be, jinên Kurd mîmar û parêzvanên herî mezin ên vê kelehê ne. Jinan bi veguhestina zargotinê cewherê neteweyî jî parast.
Zarokê Kurd yekemîn hîmên nasnameya xwe bi lorîkên dayika xwe digire. Lorîk ne tenê ji bo xewê ne; di nava wan de felsefeya jiyanê, êşa welat û daxwaza azadiyê heye. Ev, yekemîn “vaksîna” dijî asîmîlasyonê ye.
Dapîrên Kurd bi çîrokên “Hebû Tunebû” re, kodên exlaqî û civakî yên Kurdewarî vediguhêzin nifşên nû. Jin, di vir de ne tenê veguhestina çîrokan dike, di heman demê de “zimanê dayikê” di paqijtirîn halê de diparêze.
Jinên Kurd bi rêya zêmaran dîroka qetlîam û berxwedanan tînin roja me. Dema ku mêtingeriyê xwestiye ser dîrokê bigire, jinan bi qîrîna xwe ew dîrok zindî hiştiye.
Mêtinger her tim hewl dide bindest bide bawerkirin ku çanda wî “paşverû”, “gundî” û “bêqîmet” e. Zargotina Kurdî bi estetîka xwe ya kûr, bi mîtolojiya xwe ya dewlemend wekî Şahmaran an Kawayê Hesinkar vê îdiayê pûç dike.
Ji bo gelê Kurd, folklor ne muzexaneyek e ku mirov tê de bigere; ew manîfestoyekî siyasî ye. Her govendek ku tê girtin, her kilamek ku tê gotin, li hemberî hewildanên “yeksankirinê” yên dewletên mêtinger, îradeya “ez he me” ye.
Di sedsala 21’ê de, li hemberî levîathana mezin a globalîzmê û mêtingeriya çandî, vegera li zargotinê ne paşveçûn e, berovajî wê, xurtkirina kokan e. Divê em zargotinê ne tenê wekî tiştekî folklorîk, lê wekî “zanista berxwedanê” bibînin. Rola jinê di vir de kilît e; ji ber ku heta dayikek bi kurdî lorîkan bibêje û çîrokan veguhêze, tu sîstemeke mêtinger nikare serkeftina xwe ya dawî ragihîne.






