Esmihan Gedro/Qamişlo
Yek ji kevintirîn pirtûkxaneyên bajarê Qamişlo ku beriya 41 salan hatiye avakirin û heta niha jî taybetmendiya xwe parastiye, pirtûkxaneya Somer e. Bi dehê salan e di vê pirtûkxaneyê de tevî hemû şert û mercan, zanîn, çîrok û dîrok hatiye parastin û hembêzkirin.
Pirtûkxane ji destpêka avabûna xwe ve dibe cihê parastina zanîn, çand, çîrok û dîrokê. Di nav pirtûkxaneyên kevn de gelek pirtûkên destnivîs, belgeyên dîrokî û nivîsarên girîng hene ku salan berê hatine nivîsandin. Hinek ji wan bi sed salan kevintir in û hêj jî tên xwendin. Ji xwe atmosfera pirtûkxaneyeke kevn pir caran bêdeng û aram e.
Yek ji pirtûkxaneya herî kevin li bajarê Qamişlo pirtûkxaneya Somer e ku 41’sal in tevî hemû şert û mercên zehmet ku herêm têre derbas bûye, çanda xwe ya pirtûkxaneyê hîna diparêze.

Pirtûkxaneya Somer ji kevintirîn pirtûkxaneyên Qamişlo ye
Pirtûkxana Somar ji salên 1985’an ve li Qamişlo hate vekirin. Di vê pirtûkxaneyê de pirtûkên cûda, roman û çîrok hene, di gel pêwîstiyên dibistanê de. Kalemêrê 70 salî Îsa Fistentîn Sûmî ku 8 sali in li vê pirtûkxaneyê kar dike wiha got: “Temenê pirtûkxaneyê bi xwe ji salên 85”an ve ye. Di vê demê de çûn û hatina kirîdaran ji bo kirîna pirtûk û romanan kêm e, sedemên wê vedigere ji ber rewşa aborî û rawestandina berîdê ye.”
Bûhayên pirtûkan ji 20 hezaran heta 50 hezar lîreya Sûrî ne. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên bi zimanê cûda hene mîna pirtûkên bi zimanê Erebî, Kurdî, Suryanî, Ingilîzî û Ermenî û hwd. Ji ber rewşa aborî li bajar kirîn û firotina pirtûkan kêm dimîne girêdayî wê Îsa Sûmî dibêje ku: “Kesên ku nayên serdana pirtûkan nakin ji ber ku rewşa darayî xirabe, her wiha kesên feqîr nikarin bikirin. Û ji sedemên zehmetiyên kar ew e ku ji ber dibistan hatine girtin. Ji bilî wê dema ku dibistan vekirî bûn xwendekar dihatin serdana pirtûkxaneyê dikirin û pirtûk dikirîn.”
Çanda xwendinê li bajarê Qamişlo bi pirsgirêkên aloz re rû bi rû ye. Tevî dîrokeke çandî ya dewlemend, şert û mercên heyî di hin serdeman de bûne sedema kêmbûna xwendinê. Herwiha rewşa dawî ya ewlehiyê û şer bandor li ser civakê kir. Tirs û bê îstîqrariya berdewam ya li herêmê hişt ku mirov ji kirîna pirtûkan dûr bikeve û balê dikşîne ser dabînkirina pêdiviyên bingehîn. herwiha xwendin hişê me bi raman û xeyalên nû tijî dike. Hişê mirovan dikare têgeh û xeyalên berfireh ên li derveyî vê dinyayê bigire û bi saya pirtûkan, derfetên me yên cihêreng û berfireh hene ku em bi berdewamî fêr bibin û ji çîrokên cihêreng feydeyê bistînin.
Li herêmê serdestiya medya civakî, teknolojiya nûjen û malperan bandor li guhertina şêwazên xwendinê kirine û gelek kes li şûna xwendina kûr a pirtûkên kaxezî berê xwe dane naveroka dijîtal a bilez. Tevî veguherînên dîjîtal, pirtûk yek ji girîngtirîn amûrên zanînê dimînin, ku ji xwendevanan re derfeta lêkolîn, analîz û ramanê ya kûr pêşkêş dikin.






