Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di çanda kurdewarî de hunerên destên dayikan

10/05/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Di çanda kurdewarî de hunerên destên dayikan
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Hunerên destên dayikan di çanda Kurdî de xwedî cihekî taybet û girîng in, ew ne tenê wekî pîşeyê ye, lê wekî parastina çand û kevneşopiyên dema berê tên dîtin.

Hunerên destan ên dayikan, çandeke dewlemend û kûr a civaka Kurd û gelek civakên din ku bi ked, sebir û hunera destan têne afirandin. Ev huner ne tenê hewcedariyên malê dabîn dikin, lê di heman demê de nasname, dîrok û hestên dayikan jî vediguhezin nifşên nû.

Girîngiya hunerên destên dayikan

Hunerên destên dayikan ku wekî hunerên kevneşopî yên pîşesaziyê jî têne zanîn, di çanda Kurdî de cihekî pir girîng digirin. Dirûnkarî ne tenê çêkirina kincan e, di heman demê de ew vegotina çîrok, hest û huner e. Di dema berê de, dayikan karên destan wekî bingeha jiyana malê û aboriya malbatê didîtin. Ev kar ne tenê ji bo hewcedariyan, lê wekî hunerekê û nîşana kedê dihatin dîtin. Di wê demê de dayikan piraniya materyalên xwe ji xwezayê an jî ji lawirên ku xwedî dikirin peyda dikirin û piştire bi destên xwe çêdikirin.

Fîrbûna Minewer Xalid ji hunerên destan re

Weke ku tê zanîn di dema berê de wekî niha tiştên nûjen tune bûn, ji ber wê dayikan bi destên xwe tiştên pêwîst ji malên xwe re çêdikirin.  Di wê demê de yek jê merşê odeyan tune bûn, ji ber wê dayikan pirçên lawiran duşiştin piştire bi destên xwe dikirin merş. Dayika Minewer jî bi destê xwe ew merş çêdikirin, di salê de wê du yan jî sê merş amade dikirin. Minewer jî di wê demê de alîkariya dayika xwe dikir û xwe perwerde dikir da ku ew jî wek dayika xwe perwerdeyî her tiştî bibe. Piştre Minewer jî perwerde bû û dest bi merşikên biçûk û hem jî yên mezin kirin û bi awayekî xweşik çêkirin.

Herwiha ji bo kelûpelên xwarinê jî dayika Minewer tûrik çêdikirin û kelûpelên xwe yên weke ard û birinc dixistinê, ji ber ku di wê demê de tiştek tune bû ku wan kelûpelên xwe bixinê da ku bê parastin. Ne tenê merş ji bo raxistinê bûn lê belê ji bo gelek tiştên din yên pêwist çêdikirin. Ji bo cilikên razanê, malbata Minewer her yek bi hiriyên pez pênc kîlo dikirin merş. Ji ber gelek dem ji hunerên destan re dixwestin, ji ber vê yekê dayikan bi rojan bi wan ve diman.

Di dema berê de tişt nedihatin dabîn kirin  

Di demên berê de her kes li gundan jiyan dikirin û her tişt li gundan tune bûn. Dema ku Minewer dixwest hunerên destan çêkiriba, dema ku bavê wan çûba nava bajêr jê daxwaza tayan dikirin. Piştire bi destên xwe hunerên xweşik ji bo xemilandina dîwaran çêdikir û bi dîwarên xwe yên odeyan ve dikirin. Ji bilî hunerên dîwaran jî wan li ser balîfan bi wêneyên xweşik embroidery dikirin. Dema ku wan çek ji bazarên bajêr jî dikirîn li wêneyên ser wan çekan meyîze dikirin û li gor wan çêdikirin. Her tiştekî ku bala wan dikişand li gor wê tiştên xwe amade dikirin û çêdikirin. Her wiha wan wek torbeyan “Qewlik” bi hev ve çêdikirin û tiştên xwe yên weke ta, derzî û gelek tiştên din yên malê dikirin wan torbeyan de. Ji bilî van jî goreyên li mêjê û torbeyên Quranê bi ta û derziyê çêdikirin.

Di jiyan berê de li gundan bi kedên dayikan yên ku bi desên xwe çêdikirin da ku debara jiyana xwe bi wan bikin. Di wê demê de ya herî ku ked dida dayik bû, ji ber hemû tiştên mala xwe bi keda destên xwe çêdikirin. Dayik ne tenê di wê demê de karê hunera destan dikir, lê belê bi gelek tiştên din ve jî radibûn. Hunerên destan yên dayikan di wê demê de gelekî girîng bûn, ji ber hem ji bo debara jiyana xwe û hem jî weke xweşikbûnekê di malan de dihatin dîtin.

Weke ku tê ditin jî di dema niha de her tişt hatiye afirandin. lê her dem bi pêş ve diçe herî zêde hunerên destên dayikan yên dema berê derdikevin û di nava milet de bipêş dikevin. Niha careke din dayik bi hunerên destan yên dema berê ve hatine girêdan û bi destên xwe wan çêdikin. Ne tenê li Rojava û di nava Kurdan de hunerên destan bi pêş dikevin, lê belê di hemû Cîhanê de hunerên destan bi pêş dikevin û mirov wan weke girîngiyeke dema berê dibînin û wan bikar tînin.

Armancên hunera destên dayikan yên van salan

Hunerên Destan armanc dike ku bi rêya rêzek çalakî û bûyerên ku ji hêla Wezareta Çandê ve bi hevkariya hevkarên xwe ve têne organîzekirin ji ber wê hunerên destan di dema niha de hem li herêmê û hem jî li navneteweyî pêş dikeve. Weke pêşketinên:

Bilindkirina hişmendiyê li ser girîngiya hunerên destan û rola wan di parastina nasnameya çandî de.-

-Zêdekirina beşdariya hunerên destan di aboriya herêmê de.

Pêşvebirina hebûna hunerên destan di jiyana rojane de û hwd e.-

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.