Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qedexeya hawirdekirinê metirsî û zextên lêçûnên jiyanî zêde dike

10/05/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Qedexeya hawirdekirinê metirsî û zextên lêçûnên jiyanî zêde dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Komîteya Niştimanî ya Hawirdekirin û Hinardekirinê li Sûriyê, di rêya biryarekê de hawirdekirina hin ji berhemên çandiniyê di sala 2026’an de li gorî roznameya çandiniyê qedexe kir, ev biryar wekî gaveke bi fikar tê wesifandin bi taybet di nava rewşa aborî ya xirab ku Sûriyê tê de dijî.

Ev biryar di demekê de ku Sûriyê bi pirsgirêkên aborî yên mezin re rû bi rû ye, tê, ku êşê ji qelsbûna pereyên herêmî û bilindbûna enfelasyonê dikşîne. Li gorî biryarê, hawirdekirina hêk û mirîşkan(Cemidî û taze) bi giştî, di heman demê de qedexekirina hawerdekirina kartol, sîr, xiyar û xirtikan, ev berhem wê ji destpêka meha Gunalê biryara qedexekirina wê bê kirin û 6 mehan wê berdewam bike heya meha Cotmehê. Herwiha qedexekirina bacan û bacanê reş, îsotê kesk, zebeşên sor û zer ji destpêka Hezêranê heya dawiya Cotmehê.

Di biryara ku hikumeta demkî ya Sûriyê derxistiye, qedexe li ser hejmarek ji cureyên fêkiyan jî dihewîne, di nav de guîz, mişmiş, xox û kerez, wekî din îsotên sor, hêjîr û tirî heya 31 meha kanûna 2026’an.

Rêveberiyên gumrikê ji bo bi bicihanîna biryarê û şopandina pêkanîna wê li ser deriyên sînor hatin erkdarkirin.

Hikumeta Sûriyê ya demkî îda dike ku ew bi vê pêkanînê hewil dide ku parastina helberîna çandiniyê ya herêmî bike, herwiha derfetên kar bifirîne di heman demê de girêdayîbûna bi hawirdekirinê kêm bike.

Biryara qedexekirinê rastî bertek û pirsan hat

Biryara hikûmeta demkî ya Sûriyê, ji bo qedexekirina hawirdekirina mirîşk û hêkan, digel berhemên çandiniyê, gelek fikar û metirsî, nemaze bandora wê li ser bazarên herêmî û bi taybet li ser debara welatiyan derxistiye holê.

Herwiha pisporên ku di vî warî de mijûl didin dibînin ku tedbîrên wiha, eger ji hêla zêdebûnek rastîn a hilberîna navxweyî ve neyên piştgirî kirin, dê bibin sedema encamên neyînî.

Sînordarkirina hawirdekirinê di çarçoveya daketina nirxê lîreya Sûrî, bilindbûna lêçûnên helberîn û veguhestinê dibe ku zextê di aliyê peydakirinê bike û derî li ber pêlek nû ya enflasyonê veke, nemaze ji bo kelûpelên bingehîn.

Di vê derbarê de aborînasê bi navê Misewec Selam li ser bandora vê biryarê li ser asta jiyanî ya gelê Sûriyê kir.

Misewec Selam di destpêkê de diyar kir ku di cîhanê tevî de niha şerekî aborî mezin heye û wiha anî ziman: “Di Sûriyê de bi taybet gelek şer û pevçûn tê de hate kirin, ji ber vê yekê zirar gihaşt xaka Sûriyê bi giştî di hemû warên jiyanî û binesazî de jî. Dema ku rêjîma Baas’ê hat rûxandin, hikumeta demkî hat erkdarkirin ji bo bi rêvebirina vê qûnaxê. Sozê ku hikumeta demkî dane milt pir giran dimeşe û tiştekî ku xizmeta gel bike nekiriye.”

Biryara qedexekirina hawirdekirinê barê welatiya girantir dike

Misewec Selam bal kişand li ser biryara ku vê dawiyê hikumeta demikî derxist ji bo qedexekirina hawirdekirina madeyên xwarinê û wiha got: “Ez bawer nakim ku dê ev biryar bikeve bin xizmeta gel de, ji ber ku niha Sûriyê di rewşeke aborî giran de derbas dibe, berovajî wê barê welatiyan girantir bike. Idakirina hikumetê ji bo parastina helberîna çandiniyê ya herêmî bike dibe ku pêk bê, ev yek jî dema ku têrkirina xweser hebe wê baş be, lê bi vê yekê ez nabînim ku wê bikeve xizmeta welatiyan di heman demê de wê rewşa aboriyê zêdetir zehmet bike.”

Aborînas Misewec Selam wiha gotina xwe qedand: “Hikumeta demkî bêyî ku bingeheke xurt ava bike van biryaran derdixe, lê ji bo ku karibe helberîna herêmî zêde bike, divê di destpêkê de şert û mercên di aliyê aborî de xurt bike. Ez bawer dikim ku di dema pêş de wê di Sûriyê giştî de zehmetiyên aborî derkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.