Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêveberê Stasyona Elektrîkê ya bajarê Dirbêsiyê Ciwan Ehmed diyar kir ku hemû tedbîrên têkildarî çêkirina stasyona Elok li herêmên Rêveberiya Xweser hatine temamkirin û got: “Niha erkê temamkirinê dikeve li ser milê hikûmeta demkî ya Sûriyê ye.”
Heya niha pirsgirêka çareserkirina stasyona Elok ya avê berdewam dike. Li hember vê yekê hewildanên çareserkirinê jî têne kirin, di vê dawiyê de Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bi armanca gihandina enerjiyê ji bo Stasyona Avê ya Elok da ku bixebite û av bighêjê her kesî, di dîroka 6’ê meha Nîsanê de stasyonek gerok ji Rimêlan bir bajarê Dirbêsiyê bir.
Di derbarê mijarê de rêveberê Stasyona Elektrîkê ya bajarê Dirbêsiyê Ciwan Ehmed ji rojnameya me re axivî.
Ciwan Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Hemû tedbîrên têkildarî çêkirina stasyona Elok li herêmên Rêveberiya Xweser hatine temamkirin. Niha erkê temamkirina wê dikeve li ser milê hikûmeta demkî ya Sûriyê ye, ku berpirsyartiya cihê stasyonê li Serêkaniyê dike.”
Qûnaxên sererastkirina stasyona Elok ya avê
Ciwan Ehmed bal kişand li ser qûnaxên çeksazkirina stasyonê û wiha got: “Stasyoneke gerok ji aliyê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser ve hate amadekirin û ji bo stasyona Dirbêsiyê hat şandin, da ku elktrîkê ji bajêr re peyda bike, di heman demê de avê ji bo stasyona Elok mîsoger bike. Niha stasyona Dirbêsiyê bi temamî amade ye da ku piştgiriyê bide syastona Elok ya avê.”
Çeksazkirina xeta Elok
Ciwan Ehmed wiha lê zêde kir: “Piştî lêkolîna xeta ku stasyona gerok ya Dirbêsiyê û stasyona ava Elûkê bi hev ve girêdide, hat dîtin ku zirar gihaştiye xeta li devera Meşêrfa Zergan û li gundê Niwêhatê. Di 4’ê Gulanê de, xeta ku stasyona ava Elûkê ya li gundê Meşîrfe Zergan bi hev ve girêdide hat çeksazkirin, ji ber ku zirar gihaştibû sê fazên elektrîkê li ser dûrahiya 150 metreyan. Xebatên çeksazkirinê ji aliyê Daîreya Veguhestina Enerjiyê ya di Rêveberiya Xweser de hat kirin. Tenê xalek maye, ew jî gundê Niwêihat e, dê bi Xaça Sor re hevahengî were çêkirin da ku karibin bikevin gund û xetê sererastbikin ku bi vî awayî xet dê amade be ku elektirîkê ji stasyona Elok re dabîn bike.”
Rêveberê Saziya elektrîkê ya bajarê Dirbêsiyê Ciwan Ehmed wiha gotina xwe qedand: “Saziya ava vexwarinê û kanalîzasyonê ya li bajarê Hesekê jî, ji bo çeksazkirina stasyona Elok ku ji ber êriş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê zirar gihaştibûyê, dixebite.”
Stasyona ava Elokê yek ji girîngtirîn stasyonên herêmê ye, ji ber ku ew çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê ye. Ji ber vê yekê, hewl li ser vegerandina dabînkirina elektrîkê ji bo stasyona elektrîkê ya Dirbêsiyê hatine dayîn da ku jinûve dest bi xebatê bikin.
Stasyona Elok, avê ji bo bajarê Hesekê û gundewarê wê herwiha ji bo hin beşan ji bajarê Til Temirê û gundewarên parve dike. Wekî em dizandin Stasyona Ava Elok di bingeha xwe di ji hêla stasyona Serêkaniyê tê piştgîrkirin, lê ji ber êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser stasyonê di sala 2019’an de ji xizmetê derket.






