Hafiz Ahmet Turhalli
Pirsgirêkên me yên mirovahiyê bi kurahiya dîroka me ve girêdayîne. Em weke hebûnekî zindî çiqas di nav liv û tevgerê de bin, ewqas jî em di bin bandora çand û dîroka hawîrdora xwe ve pabendin. Dîroka mirovahiyê bi giştî, ya me û cînarên me bi taybetî, tije malwêranî û xwîn e.
Gelo mirovahî nikare hevdu xweş bibîne û di nava aşityeke mayinde de jiyanekî bidomîne? Dîroka Mirovahiyê zêdetir şer û pevçûn, xerakirin û malwêranî ye! Raste di hebûna beşer an bi gotinekî din hebûna xwedanê jînê de, hebûna ku herî zêde zerer û ziyanê digîhîjîne hevdu, mirov bi xwe ye. Hebûnên weke ajalan jî bêguman zerer û ziyanê dide hawîrdora xwe, lê ne weke mirovan.
Ajal tenê ji bo têrkirina zikê xwe, ji ber birçîbunê êrîşan pêk tînin. Êrîşên wan heta ziktêrbûnê ye. Şêrek, Hirçek an ajalekî dîtir, piştî zik û têrbûnê, tu êrîşên wî li ser derûdorê çênabin.
Di vî warî de hebûna herî xeternak mirove! Mirov bi milyonan ji hev dikujin, lê goştê hevdujî naxun!
Pêşbirka hestên desthelatê însan kiriye, hebûna herî xerab. Bê guman ev xerakirin, talan û malwêranî, zêdetir di mirovan de bûye weke çand.
Gelo ev çanda ku di malbata mirovahîyêde cîh girtiye û bûye çandekî sereke, nikare were guhertin?
Bê guman dijî vê desthelatê û nebaşiyê gellekî mirovan tekoşînên gelekî dîrokî kirine. Pêxember û kesên ku eqlû vijdana xwe bikar anîne, jibo aşitî û aramiyê tekoşînên granbuha dane.
Piştre ew tekoşîna wan jî veguheziyê desthelatê û sernavê wan desthelatekî xwînrêj hatiye berdewamkirin.
Ev şer û pevçûnên ku îro li dinya me rû didin binirxînin, emê bi eşkere bibînin ku hemû desthelatdar ola û bîrdoziyan bi rengekî bê exlaq bikar tînin.
Şerê Rûsya û Ukranya, herdû alî jî bawermendên ola Hz. Îsa ne. Afganistan û Pakistan herdu jî misilmanin.
Di nav welatên ku misilman têde dijîn şer û pevçûnên navxweyî bi dijwarî berdewam dikin. Şerê Tirkan, Ereban û Farisan bi Kurdan re jî, şerekî ne rewaye û zordariya ser hebûn û xwezaya milletê Kurd e.
Em dema li Ezana me Misilman gohdar dikin, ku rojê pênc caran bang tê kirin: “Xweda mezintire, Xweda mezintire”, bi wateya ez mezintirîn hebûna ku Xwedê ye dipejirînim û ezê mezinahiyê ser tu kesekî nekim. Lewre ez jî ji van beşeran yekim, tu ferq û cudahiya min nîne.
Banga me Misilmanan, Çana xiristyanan û Şafara cuhiyan bangî alîgirên xwe dikin ji bo mezinahiya Xwedê bipejirînin û xwe mezin nebînin. Pêxember hemû dibêjin ji hevdû hez bikin, wekheviyê bicîh bikin, di nava aşitiyêkî mayinde de bimînin! Mirinjî weke heqîqetekî ji me re dibêje ey zindîno; hûnê bimrin, ez li benda we me, çavsoriyan nekin, zilmê li hev nekin, quretiyê nekin. Yên pêşiyên we aşitî û hevdu xweş dîtin bicîh nekirin, qene be hûn bihizirin û bi hev re nava aşitî û aramiyê de jiyanekî ava bikin.
Kîbir û xwe mezin dîtin, li gor baweriyan exlaqê Îblîse! Pirsgirêkên me yên dîrokî û yê roja îro jî ji ber xwe mezin dîtinê û li ser henekiyan ferz kirinê ye.
Kes an terefên xwe mezin dibînin bingeha xerbûnêne, navên wan Misilman, Cihû an xirstiyan jî kiryarên wan yên Îblîs in. Kesê kiryarên Îblîs di jiyana xwe de pêk bîne, navê wî Muhemmed, Îsa, Musa be jî di rastiyê de ew kesayet Îblîs e! Kesên aşitî û bihevre jiyanê diparêzin Rêhevalên Pêxemberanin û çanda wan dimeşînin. Werin em hemû bihevre ji bo, aşitî, aramî û dadweriyê hevkariyê bikin.






