Reşo Mihemed
Di destpêka Gulanê de li gundewarê Kobanê, piştî danîna pankêtên nû yên girêdayî şaredariya navçeya Çelebiyê, nakokî bi xwe re anîn. Di panketan de navên tenê bi Erebî hatine nivîsîn bêyî ku navê Kurdî li gel Erebî were bikaranîn, ev yek jî metirsiyên cidî afrandin.
Di vê pêngavê de hejmarek sazî, di nav de navenda tenduristiyê û avahiya şaredariyê, li herêmeke ku nifûsa wê piranî Kurd e, bi taybetî li bajarokên Çelebiyê û Xerab Işik û derdora wan, heta derdora kargeha çîmentoyê ya Lavarc li başûrê rojhilatê bajarê Kobanê. Vê yekê pirsgirêka nav û ziman di qadên giştî de a têkildarî naskirina mafê pêkhateyan, bi taybetî li deverên xwedî taybetmendiyeke çandî derxist holê.
Hikumeta demkî li bajarê Hesekê pankêta nasandinê ya li ser avahiya Koşka Edaletê ku bi zimanên Kurdî û erebî hatibû nîvisandin rakir û li şûna wê tabelaya bi zimanên Erebî û Ingilîzî hilda. Ev yek jî nerazîbûneke mezin ji aliyê gelê Kurd ve nîşan da. Cara bi şûn de zimanê Erebî tenê li ser pankêt bi zimanê Erebî navê saziya Edaletê hat nivîsîn.
Terzê hikumeta demkî yê guhertina zimanên pankêtan derveyî peyamna 29’ê Çileyê ye. Ew dixwaze tevlîheviyê ji bertekên xwepêşanderan derxîne. Gelê Kurd beriya hatina vê hikumetê li dijî Rêjîma Baas ji bo zimanê Kurdî berxwedanî kirine, gelê Kurd dilê xwe yê sar bi agirê Şoreşa Rojava germ dikir, piştî salên dirêj ji qerisîn û sarbûna hest û zuhabûna pênûsan, pûçkirina zimanê Kurdan, êdî gelê Kurd li gel şerê gelê şoreşgerî şoreşa ziman li dar xist. Gelê Kurd zimanê xwe parast, li pêş xist û di tevahiya saziyên Rojava bi cih kir, ne tenê zimanê Kurdî dihat û tê bikaranîn, lê belê pirziman, ev yek jî li gor taybetmendiya pêkhateyên Rojava yên çandî û civakî. Hikumeteke ku bi pirrengiyê bang dike, baweriya xwe bi pirçandiya gelên Sûriyê tîne, lê ev yek di çarçoveya siloganan de dimîne. Di pratîkê de hikumeta demkî siyaseteke qirêj dimeşîne, heman siyaseta rêjîma Baas, çawa ku Baas li ser hişmendiyekê li pêkhateyên ji bilî Ereb dinerî, hikumeta demkî jî bi heman nerînê ye. Piştî Şoreşa Rojava, evqas şehîd û cangorî, Kurdek dema derbasî saziyekê bibe yekser çavê wî li Erebî bikeve û zimanê wî neyê dîtin, ew ê rasteras xeyalên wî vegere serdema Baas. Wê polîtîkayên Baas ya li ser ziman, hebûn, nasname, çand û dîroka gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Ev yek jî ne omîda gelê Kurd û ne ya hemû pêkhateyên din bû.






