Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûriyê di navenda kirîza cîhanê de

10/05/2026
in POLÎTÎKA
A A
Sûriyê di navenda kirîza cîhanê de
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Xanim

Şer û aloziya li cîhanê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, gihiştiye lûtkeyê. Şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê ket meha xwe ya sêyemîn, senaryoyek ku bi nebûna serketî an têkçûyî, berdewamiya rewşa bêçare ya leşkerî û nebûna asoyek zelal ji bo bidawîhatina vê pevçûnê tê xuyanîkirin. Her du alî jî tevî rawestina şer demê ji bo berjewendiya xwe bikar tînin û xwe wekî serkeftî nîşan didin. Ne hewldanên navbeynkariyê yên Pakistanê, ne jî helwestên hin welatên Rojavayî, ne jî redkirina çaverêkirî ya Çîn-Rûsyayê – ku dihat texmînkirin ku bêtir piştgirîya Tehranê bike di guhertina rêça şer an aştiyê de bi ser ketin.

Dikare were gotin herî zêde Rûsya ji berdewamiya şer sûd wergirtiye, ji ber ku ev yek bûye sedema bilindbûna bihayên petrolê û geşbûnek aborî, digel rakirina qismî a  sînordarkirina li ser hinardekirina petrola wê.

Aliyê Amerîkî jî bi awayekî zelal dibêje ku ew dixwaze Îranê ber bi tiştekî dişibihe teslîmbûn, an jî qebûlkirina şertên wê, ku berjewendiyên Îsraîl û hin dewletên Kendava Erebî li ber çavan digire, bibe. Ew dixwaze peymanek aborî-ewlehî  imze bike ku armanc dike Amerîka serdestiya Tengava Hurmuzê bike û hêzên leşkerî yên Îranê li herêmê sînordar bike. Di vê navberê de rêjîma Îranê di bin zext û bêserûberiya generalên xwe de û îdeolojiya wan ya berevaniya li dijî Amrîka-Îsraîl didomîne.

Ev alozî ji ber cudahiya armancên bingehîn a di navbera Washington û Tel Avîvê de hîn zêdetir kûr dibe; Amêrîka dixwaze şiyanên Îranê sînordar bike û dûv re bigihîje rêkeftinekê da ku pêşîniyên xwe li Asyayê û hevpeymaniyên xwe yên Rojavayî biparêze, lê Îsraîl şer wekî derfetekê dibîne da ku projeya herêmî ya Îranê bi tevahî hilweşîne û rêziknameya herêmî li gorî berjewendî û stratejiyên xwe ji nû ve şekil bide.

Bi van şert û mercan, rewş ji bo gelek senaryoyan vekirî dimîne. Ev şer, bêîstîqrarî û kaosa li Rojhilata Navîn zêdetir kir, bandorek neyînî li ser hemû aliyên jiyanê li herêmê û asta jiyana mirovan kir. Welatên ku jixwe nearam bûn mîna Sûriye, Iraq û Lubnanê êşên civakên wan zêdetir bûn. Heta welatên dewlemend ên Kendavê jî şahidiya pêlên revîna mirov û sermayeyê ber bi cihên ewletir û aramtir ve, kirin.

Sûrîyê jî ji vê rewşê bêpar nema ye û planên mezin yên hêzên navneteweyî li ser heye ku bibe navenda kaosa Rojhilata Navîn. Ji xwe Amerîka, Îsraîl, Qeter û Birîtaniyayê Sûriyê radestî Ehmed Alşeri kirin bi mercekî zelal, ew jî şerê li dijî Hizbulaha Lubnanî û Heşid Alşebî a Iraqî ye. Lê Ehmed Alşeri heta niha nikarîbû mercên wan pêk bîne û rewşa Sûriyê ber bi asoyekî ne diyar ve diçe. Niha li Sûriyê desthilatdarî kirîzeke kûr jiyan dike. Wêneya ku ji derve re tê nîşandan ji rastiya li ser erdê cuda ye. Hikûmeta demikî behsa saziyan, edalet, maf û serweriyê dike, lê ew bi serokên şer re di parvekirina desthilatdariyê û belavkirina talanê de mijûl dibe. Gendelî û nepotîzm pir zêde ne, di heman demê de aborî û hilberîn bi rastî jî rawestiyaye. Ji sozên devkî wêdetir, serwerî di xetereyê de ye: li Başûr, bandora Îsraîlê li ser qadeke erdnîgarî ya berfireh bicîh bûye; li Bakur, bandora Tirkiyeyê berfireh dibe hema dixwaze Sûriyê bi giştî kontrol bike, li rojhilat birçîbûn û bêaramî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî  entegrasyon e. Ev hemû valahiyek ewlehî û îdarî diafirîne, bi hilweşîna aborî û bêkariya berfireh jî re, rewş xetertir dibe.

Hikûmeta demikî bi destkeftiyên xwe yên li ser qada navneteweyî pesnê xwe dide, lê ew ji berpirsiyariyên xwe yên navxweyî dûr dikeve, ji her nîqaşek li ser ji nû ve avakirin, bêkarî, dabînkirina xizmetguzariyan û kêmbûna rojane ya hêza kirîna lîreya Sûrî dûr dikeve. Tevî kêfxweşiya destpêkê ya ku piştî hilweşîna rejîmê ji hêla gel ve hat hîskirin, wan hîn ne ewlehiya pêwîst û ne jî standardek jiyanê ya bingehîn tecrûbe nekirine. Krîz her ku diçe xirabtir dibe, ji bihayê nan, gaz, elektrîk û avê bigire heya hilweşîna dahatan li hember bihayên bilind, heya wê astê ku pira valahiyê pir dijwar derdikeve holê. Wekî din, dirûşmeya “Na ji konan re” tenê dirûşmeyek dimîne, ji ber ku binesaziya pêwîst ji bo vegera kesên koçber bo malên xwe nehatiye çêkirin.

Yek ji mijarên sereke li Sûriyê jî doza gelê Kurd e. Gelê Kurd bi giştî ji pêşeroja xwe û cihê xwe di nav dewleta Sûriyeyê de bi fikar in. Tevî cîbicîkirina hin xalên peymana 29’ê Çileyê, hikumeta demikî bi awayekî ne cidî nêzî entegrasyonê dibe û gelek xalên bingehîn paşguh dike. Yek ji nîşanên nebûna cidî û amadekariyê ji bo bicîhanîna peymanan, berdewamiya xîtaba kîn û nefretê ji aliyê hikûmeta demikî ve ye. Hikumeta demikî hîn jî zihniyeta xwe ya navendî israr dikin. Hin kesayetên di hikumeta demikî de bi israr dixwazin şerekî din bidin destpêkirin û herdem Kurdan û Rêveberiya Xweser reş dikin.

Salek tijî derbas bû di ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd a 26ê Nîsanê ku armanca wî bidestxistina mafê gelê Kurd di Sûriyê de bû. Lê heta niha tu karên berbiçav nehatine kirin û rewşa xebatên wan nediyar e. Salek tijî derbas bû, tijî bûyer û karesatên siyasî û leşkerî, ku di wan de bi taybetî Kurdan windahiyên leşkerî û siyasî yên mezin dan; ji êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê heta rewşa niha ku Rojava tê re derbas dibe, lê partiyên Kurdî yên ENKS’ê û Komîteya Yekrêziya Kurdî bêdeng man, ti daxuyanî, deklarasyon an jî çalakiyek siyasî an dîplomatîk pêşkêş nekirin. Ji ber vê yekê Hêviya ji bo pêkanîna pratîkî ya çalakiya siyasî ya kolektîf a Kurdan, an jî ji bo bidestxistina temsîliyeteke dadperwer ji bo pêkhate û partiyên cuda yên Kurd bi xwe, jî lawaz bûye.

Krîza siyasî ya heyî, ku vedigere ser dûrxistina mafên neteweyî yê gelê Kurd li Sûriyê û kêmkirina mafên civakî bo postên îdarî, dê bi redkirina gelê Kurd re rû bi rû bimîne. Ev hemû faktor pêwîstiya lezgîn a lidarxistina konferansek neteweyî ya berfireh, ku bê îstîsna nûnerên hemû beşên gelê Sûriyê tê de bin, destnîşan dikin. Ev konferans dê bingeha qonaxek nû ya li ser bingeha diyalog û hevkariya neteweyî ya rastîn, bê dûrxistin û bêalîkirin, deyne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.