Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Entegrasyon e yan helandin e? Nakokiya di navbera nasname û navendîbûnê li Sûriya nû de

10/05/2026
in ROJEV
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Cemîl Xoce

Nakokiya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de, êdî ne tenê nakokiyeke siyasî ye li ser mekanîzmayên pêkanîna peymanekê yan parvekirina desthilatên rêveberiyê ye. Ew bûye rûbirûbûneke eşkere di navbera du vîzyonên dijber de ji bo pêşeroja Sûriyeyê. Vîzyonek hewl dide ku modelekê li ser bingehê pirrengî, beşdariya civakê û naskirina nasnameyên cihêreng ava bike. Ya din jî, hewl dide ku dewleteke hişk û navendî ji nû ve hilberîne ku cihêrengiyê wekî gefekê dibîne ku divê were kontrolkirin.

Ji îmzekirina Peymana 29’ê Çileyê ve, xuya bû ku derfeteke rastîn heye ku li Sûriyeyê derî li serdemeke nû vebe. Ew derfet dikare li ser bingehê diyalogê li şûna rûbirûbûnê û li ser hevkariyê li şûna marjînalîzekirinê ava bibe. Lêbelê, pêşketinên heyî eşkere dikin ku rejîma Şamê dîlê hişmendiyeke kevnar dimîne ku her ezmûneke herêmî ya serbixwe wekî gefekê li ser yekdestdariya xwe ya li ser biryardan, nasname û desthilatdariyê dibîne. Di encamê de, rêya entegrasyonê hêdî hêdî veguheriye rewşeke astengkirina bizanebûn û fêlbaziyên siyasî.

Rêveberiya Xweser, peyman wekî derfetekê ji bo parastina yekîtîya Sûrîyê bi rêya formuleke nû ya li ser bingehê naskirina hevbeş û rêzgirtina taybetmendiyên cihêreng ên civakên herêmî dibîne. Ji ber vê yekê hişt ku saziyên xizmetguzarî, perwerdehî û tenduristiyê karê xwe berdewam bikin û kanalên hevrêziyê bi saziyên hikûmetê re ava kirin. Wekî din, di gelek dosyayên leşkerî û îdarî de nermbûneke zelal nîşan dide. Ev nêzîkatî vîzyonek nîşan da ku aramî bi tenê bi zorê nayê bidestxistin, lê bi avakirina rêveberiyeke hevkar ku heq dide civakan ku karûbarên xwe di çarçoveyeke neteweyî ya berfireh de bi rêve bibin.

Lêbelê, Şam bi hişmendiyeke cûda nêzî van gavan dibe. Hişmendiya wê li ser bingehê bindestkirina herêmê û ji nû ve entegrekirina wê di nav hiyerarşiyeke navendî ya girtî de ye. Li şûna ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûrîyê wekî modeleke ku dikare di ji nû ve avakirina welêt de piştî şer, were dîtin, ew wekî rewşeke demkî ku divê hêdî hêdî were jihevxistin û bikeve bin kontrolê, nêzîk dibin.

Ev nakokî di dosyayên perwerdeyê de bi awayekî zelal xuya bû. Redkirina naskirina bawernameyên ji zanîngeh û saziyên di bin Rêveberiya Xweser de nikare tenê wekî prosedureke teknîkî yan qanûnî were fêmkirin, lê belê wekî beşeke ji hewldana ji bo têkbirina rewatiya exlaqî û çandî ya ezmûna herêmê tê dîtin. Desthilata navendî fêm dike ku naskirina perwerdehiyê tê wateya naskirina civaka ku ew hilberandiye û nasnameya siyasî û çandî ya li pişt wê disekine ye. Ji ber vê yekê pirsgirêk hîna çareser nebûye, tevî ku bandora wê ya rasterast li ser pêşeroja bi hezaran xwendekaran heye.

Heman tişt ji bo zimanê Kurdî jî derbasdar e. Ew bûye qada rûbirûbûna siyasî û çandî. Rakirina zimanê Kurdî ji tabelayên dadgehên li Hesekê û Qamişloyê, ne tenê gaveke îdarî ya bû, lê bi zelalî zihniya ku cihêrengiya etnîkî wekî gefekê li ser yekîtiya dewletê dibîne, ne wekî çavkaniyeke dewlemendî û hêzê, îfade dike. Ev zihniyet bi dehsalan beşdarî kûrkirina krîza Sûriyeyê bûye, ji ber ku ew li ser ferzkirina yek nasname, desthilatdarî û yek çandê li ser civaka ku bi xwezayî cihêreng e hatiye damezrandin.

Hêrsa gel a ku piştî rakirina pankartan derketiye holê, ne tenê ji bo parastina gotinên ku li ser dîwaran hatibûn nivîsandin, bû, lê ew ji bo redkirina hewldana vegerandina civakê bo serdema înkar û dûrxistinê bû. Ji bo mirovan, ziman ne hûrguliyeke biçûk e, lê belê beşeke yekgirtî ya bîra kolektîf, hebûn û rûmetê ye.

Nakokiyên li ser Qesra Edaletê û saziyên herêmî jî eşkere dikin ku Şam hîn jî Rêveberiya Xweser bi nêrîneke wesayeta siyasî dibîne. Li şûna bikaranîna pisporî û jêhatîyên herêmî yên ku di salên şer de aramiya herêmê parastin, hewl didin ku saziyan li gorî modela burokrasiya kevneşopî ya ku bi tevahî di bin xizmeta desthilatdariya navendî de ye ji nû ve şekil bidinê. Ev tirsa rejîmê ji her rêveberiyeke civakî-bingehîn a ku xwedan xweseriyeke nisbî yan jî şiyana dayîna biryaran li derveyî kontrola navendî ye nîşan dide.

Di mijara jinan de, cudahiyeke îdeolojîk hîn bêtir eşkere ye. Modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê roleke siyasî, leşkerî û civakî ya bêhempa daye jinan û beşdariya wan kiriye pêkhateyeke bingehîn a avahiya îdarî û civakî. Lê rejîma li Şamê hîn jî di nav vîzyoneke kevneşopî de dixebite ku jinan wekî hêmaneke duyemîn di qada siyasî de dibîne. Redkirina naskirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û nebûna jinan ji gelek rêkeftinên hevbeş rave dike ku hişmendiyeke baviksalar nîşan dide ku ji her guhertineke rastîn di avahiya hêz û civakê de ditirse.

Krîza heyî eşkere dike ku pirsgirêka bingehîn ne nebûna peymanan e, lê belê nebûna îradeya siyasî ye ku pirrengiya Sûriyeyê were qebûlkirin. Dewleteke ku li ser navendîbûneke mutleq û dûrxistina çandî were avakirin, aramiya rastîn çênake; di şûna wê de, ew heman nakokiyan bi şêweyên nû ji nû ve hildiberîne. Aramiya domdar hevkariyeke li ser bingehê rêzgirtina ji bo nasnameyên cûda û dayîna mafê beşdariya rastîn di rêvebirina karûbarên xwe de ji civakên herêmî re hewce dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.