Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê a Qamişlo Mizgîn Osê diyar kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd xwedî cihekî pir girîng e û wiha got: “Divê zimanê Kurdî jî weke zimanê fermî yê Sûriyê di destûrê de were qebûlkirin.”
Di pêvajoya entegrasiyonê de li Rojavayê Kurdistanê, heta niha zimanê Kurdî weke zimanekî ji aliyê hikumeta demikî ve bi fermî nehatiye qebûlkirin. Di derbarê mijarê de Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê a Qamişlo Mizgîn Osê ji Rojnameya me re axivî.

‘Entegrasyon divê li ser bingeha cihêtiyên zimanî û çandî were avakirin’
Mizgîn Osê di destpka axaftina xwe de wiha got: “Ya herî girîng ji bo gelê Kurd perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Di dema rêjîma Baas de zimanê Kurdî qedexe bû. Tenê zimanê Erebî fermî bû. Lê piştî destpêkirina Şoreşa Rojava zimanê Kurdî bû esas û gelê Kurd bi zimanê xwe xwend di hemû qonaxê perwerdeyê. Lê em niha dibînin ku careke din hikûmeta demkî dixwaze zimanê me di destûra Sûriyê ya nû de fermî qebûl neke. Em wekî mamoste, vê yekê wek kêmasiyeke girîng di pêvajoya entegrasyona demokratîk de dibînim. Entegrasyon divê li ser bingehê qebûlkirina cihêtiyên zimanî û çandî were avakirin.”
‘Zimanê Kurdî hebûna gelê Kurd e’
Mizgîn diyar kir ku zimanê Kurdî hebûna gelê Kurd e û wiha got: “Ji bo me Kurdan zimanê Kurdî ne tenê axaftine, lê ew hebûna me ye. Ew rêya ku gelê Kurd bi wê xwe nas dikin û bi civaka xwe ve girêdayî dimînin û çanda xwe diparêzin. Her peyv di vî zimanî de hestek û dîrokek di xwe de digire. Ji ber ziman ne tenê amûrek ji bo ragihandinê ye, lê belê ew stûna bingehîn a nasnameya neteweyî ye. Zimanê Kurdî nasname, dîrok, çand, huner û hwd diguhezîne û diparêze. Herwiha hest û ramanên me bi awayekî rast diyar dike. Gava ziman qels bibe, nasname jî qels dibe. Ji ber vê yekê girîngiya vê gelek mezin e. Ziman li ba me Kurdan gelekî girînge, ji ber vê yekê em qebûl nakin ku îro careke din zimanê me fermî neyê qebûlkirin. Îro me mamosteyan gelek ked di ber zimanê Kurdî de daye, ziman ji bo me her tişte. Ji ber dema ku di dibistanan de zimanê Kurdî tenê bibe madeyek wê gelek zirar bigêje xwendekaran êdî xwendekar nikarin zimanê xwe bi awayekî kûr fêr bibin. Herwih dibe ku bibe sedema kêmbûna baweriya wan bi zimanê xwe. Li ba xwendekaran êdî têgihiştina wan ya waneyên din jî dikare qels bibe, ji ber ku zimanê dayikê nayê bikaranîn. Ji ber Ji aliyê zanistiya perwerdeyê ve, fêrkirina bi zimanê dayikê yek ji şertên bingehîn ên serkeftina xwendekaran e.”
‘Heya ku zimanê me fermî were qebûl kirin gereke em gavan bavêjin’
Mizgîn di domandina axaftina xwe de anî ziman ku heya zimanê Kurdî fermî were qebûlkirin emêr di tekoşîna xwe de gav paşde neavêjin û wiha got: “Di vê rewşê de, rola civak, malbat û mamosteyan pir girîng e. Divê di malbatê de zimanê Kurdî bi awayekî berdewam were axaftin. Her wiha divê di dibistanan de, her çend şert û merc sînordar bin jî, zimanê Kurdî were teşwîq kirin. Berhemên çandî yên weke pirtûk, çîrok, helbest, şano zêde bikin. Divabê gelê Kurd bi rêbazên aştiyane daxwazên mafên zimanî bidin nasandin. Ev hemû gav tênkirin da ku ziman ne tenê bimîne, lê her weha bi pêş bikeve.”
‘Daxwaza min ew e ku zimanê Kurdî fermî were qebûlkirin’
Mizgîn Osê di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser daxwazên ji bo zimanê Kurdî û wiha got: “Daxwaza min wek mamoste ew e ku zimanê Kurdî fermî were qebûlkirin. Di hemû astên perwerdeyê de ji seretayî heta zanîngehê were bikaranîn. Her wiha pirtûk û materyalên perwerdeyî bi kalîte amade bibin. Mamoste bi awayekî profesyonel werin perwerdekirin. Ez bi hêvî me Polîtîkayên zimanî yên piştgirîker werin sepandin. Di heman demê de armanca dawî ew e ku zimanê Kurdî ne tenê biparêzin, lê bibe zimanekî xurt, zindî û pêşketî di tevahiya Cîhanê de.”






