Idrîs Henan
Têgeha Entegrasyona Demokratîk, di bingeha xwe de hevtemamkirinek hevseng e. Ji naskirina nasnameyên çandî, olî û etnîkî bigire heta baweriya bi hev re jiyankirinê were, hemû jî kirin û pratîka wekhev û dadwer e. Lew re jî Entegrasyona Demokratîk, yek ji têgehên bingehîn ê tevna siyasî û civakî ya danesîna pergalê ye.
Îroj li cîhanê, di heyamekî pirengiya çandî, nasnameyî û daxwazên beşdariya siyasî û wekheviya civakî de, cîhan rûbirûyî veguherînên bi kok e. Êdî demokrasî ne tenê mekanîzmeya hilbijartin û guhertina destê desthilatdariyê ye, lê belê şiyana civakê ya qebûlkirina cudahiyên netew, ol, ziman û li ser bingeha edalet û wekheviyê, hevnaskirina hevbeş e.
Bi vê zanebûnê re mirov dikare mebesta Entegrasyona Demokratîk nas bike ku behsa pêvajoya tevlîkirina wekhev a hemû kes û koman di nav tevna civakî û siyasî de dike. Di heman demê de; beşdariya bi bandor a biryardanê, pesendkirina cudakariyên li ser bingeha ol, ziman û netew û wekheviya maf û berpirsiyariyê ye. Ji ber vê jî, entegrasyon, ne tenê bi hev re jiyankirin e, lê belê hevkariya rasteqîn li ser esasê hemwelatîbûna giştî ye.
Girîngiya naskirina vê mijarê jî wisa xwe dide der ji ber ku rasterast girêdayî aramî û ewlehiya civakê û hevgirtina wê ye. Lawaziya mekanîzmayên lihevkirinê, dikarin bibin sedema formên dûrxistin û marjînalîzekirinê ku bandor û encamên neyînî li ser aramiya siyasî û aşîtiya civakî dikin. Beramberî vê; serkeftina polîtîkayên Entegrasyona Demokratîk nîşaneya pijîna pergala demokratîk û şiyana wê ya hembêzkirina cihêrengiyan e.
Îroj li Sûriyê li ser bingeha vê danesînê di 29 Çileya îsal de, peymanek di navbera Hikûmeta Veguhêz û QSD de hatiye îmzekirin. Lê nêzîkatiyên nijadperest ên desthilata demkî ya Şamê, xuya dikin ku têgeha entegrasyonê ji aliyê wê ve bi qasî ku pişaftin û asîmîlekirina çandî be hatiye fêmkirin û dixwaze wisa jî bixe meriyetê. Ji bona wê jî hevsengiyên guhêrbar ên navdewletî û hewceya hegemoniyê ya bi tevgerên radîkal ên îslama siyasî re diçewisîne û bi keysbazî nêzî peymanê dibe. Ji lew re, rêzê ji peymanê re nagire û ji aliyên siyasî, çandî û civakî ve jî gelê Kurd û mafên wî yên zikmakî paşguh dike.
Aliyê siyasî ve dixwaze tek nerîna xwe ferz bike. Aliyê xizmetguzarî, tendirustî û perwerdeyî ve Rojava bê par hiştiye. Li dijî ziman û çanda Kurdî bê rêz e û nasnameyên cihêreng ên gelên Sûriyeyê nas nake. Ji ber vê yekê, derveyî xalên peymanê tevdigere û xisûsên fena, wekhevî, tevlîbûna nav siyaseta giştî û biryardanê, qedirdana pirengiyê û mafê hemwelatîbûna azad ên pêkhateyên Sûriyê binpê dike ku li şûna hemwelatîbûn kirarek azad be, wergirek kole dibîne.






