Ronahî Sadûn
Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê û heta niha di statuya Rêber Apo, rewşa wî ya jiyanî û xebatê de guhertinek çênebûye, ji bo wê diyarkirina statuya fermî û şertên azadiya fizîkî ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng e. Dewleta Tirk tu carî bê zext, nabe demokratîk, gavên şênber jî navêje û ji bo demokrasiyê zagonan çênake. Divê ew bendewariyê ji dewletê nekin, bi xwe wek kirdeyên vê pêvajoyê tevbigerin.
Derbarê pêşveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokatîk, herwiha nêzîkatiya dewleta Tirk ji pêvajoyê re, Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Bi destpêkirina pêvajoyê heta niha ev cara duyemîne ku demeke dirêje hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin, sedem çi ye ku hevdîtin pêk nayên, hûn dikarin girêdana wê bi pêvajoyê re bikin?
Ji gava ku pêvajo dest pê kir heta roja îro, di kesayeta Rêber Apo de, me tevahî gelê Kurd behsa tecrîdeke giran dikir. Ev tecrîd caran wek rewşeke bê danûstandin, bê hevdîtin û tu hewldanek nehatina deng ji Rêber Apo ve, xwe didomand. Li aliyekî din jî, li ser gelê Kurd polîtîkayên ku dihatin meşandin, ev tecrîd kurtir dikir. Her çendî, piştî ku pêvajo dest pê kir, hevdîtin bi Rêber Apo re çêbûn, me dîsa behsa tecrîdê dikir û me digot: “Tecrîd hîn bi temamî nehatiye şikandin. Belê ji Rêber Apo peyam tên û hevdîtin çêdibin, lê tecrîd hîn bi dawî nebûye. Ji ber guhertin di rewşa Rêber Apo de çênebû û avahiya ku li derveyî girtîgeha Îmralî hatiye avakirin jî ne zelal e; Ev avahî çi ye, çawa ye, bi çi rengî ye û statuya wê çi ye?” Ji xwe Rêber Apo jî di gelek hevdîtinên xwe de behsa statuya xwe û statuya cihê nû dike. Ji ber ku di statuya Rêber Apo, rewşa wî ya jiyanî û xebatê de guhertinek çênebûye. Ev rewşa heyî jî mirov dikare bi polîtîkayên tecrîdê re, girê bide. Belê carinan agahî ji Îmralî tê û hevdîtin bi Rêber Apo re çêdibin û di wir de muzakere didomin. Lê belê ev saleke em dibêjin şert û mercên fîzîkî yên Rêber Apo nûjen bikin û ji aliyê azadiya fîzîkî ve gavan baivêjin. Herwiha ji bo ku rêbertî birêvebirina pêvajoyê bike û hem jî şert û mercên xebatê yên fîzîkî bi azadiyekê pêk bîne, ev daxwaz hatine pêşxistin. Ji ber ku heger ev statu neyê destxistin û bi awayekî fermî neyê naskirin, dewlet dikare kengî bixwaze doza tecrîdê kêm bike an jî bilindtir bike, ev hemû jî bi nêzîkatiya dewletê ve tên guhertin. Lê belê niha gelê Kurd pêvajoyê ne tenê bi hewildanên rayedaran ve girêdayî dibînin. Ji ber vê yekê Rêber Apo her tim behsa pêvajoyê, kişandina fermiyetê, guhertinên bingehîn û herwiha statuya xwe dike. Em îro jî dibînin ku ev daxwaz çiqas girîng e, diyarkirina rewşa Rêber Apo, rewşa girtîgeha Îmralî û statuya gelê Kurd. Ev ji bo pêvajoyê û hem jî ji bo ku ev rewş di demên bê de bidome û mayînde bibe, hewceyî gavên fermî û biryardanên girîng e.
Tirkiyê hesasiyet û girîngiya pêvajoyê li ber çavan nagire û xetmandinê di pêvajoyê de dide avakirin, hûn siyaseta dewleta Tirk çawa dinirxînin?
Siyaseta dewleta Tirk ya îro, ji siyaseta sed sal berê ya li ser înkara gelê Kurd, dijminatiya li hember gelê Kurd ava kiriye, ne cuda ye. Heger şert û mercên Rojhilata Navîn, cîhanê, konjektora Tirkiyê û hêza Tirkiyê hemberî gelê Kurd de, nehata guhertin, di siyaset, hişmendî û feraseta dewleta Tirkiyê de jî, tu guhertin nebana. Em dikarin vê pêvajoyê bi berxwedana sedan salan re girêdayî bikin. Di van sed salan de, dewletê xwest ku li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên redkirin, înkar, tunekirin, pişanftin û komkujiyê pêş bixe, gelê Kurd jî tune bike. Lê gelê Kurd di van sed salan de li ber xwe daye û rastiyek nû ava kiriye. Heger bi destê dewleta Tirkî bûya, ev pêvajo belkî qet nebûya. Lê îro şert û merc hatine guhertin wekî têkiliyên dewletan, rewşa Sûriyê û Îraqê hatine guhertin, rewşa Îranê jî hêdî hêdî tê guhertin. Herwiha li Rojhilata Navîn her roj şer zêdetir û kûrtir dibe. Ev ne tenê li Rojhilata Navîn e, li Okranya, Rusya, Filistîn û Lubnan jî, şer her roj berfirehtir dibe. Di nav van şert û mercan de, Tirkiyê jî dît ku ev şerê bi sedsalan li hember gelê Kurd dimeşîne, bê encam maye. Herwiha qeyranên aborî jî, ji ber vê şerî, roj bi roj girantir bûne û dewlet gihîşt xetmandineke mezin. Di heman demê de, gelê Kurd bi Şoreşa Rojava û berxwedana xwe nav û dengê xwe li tevahî dinyayê belav kir. Îro Kurd gihîştine astekê ku nikare bên înkarkirin. Ji ber vê yekê, di van şert û mercan de, Tirkiyê mecbûr ma ku pêvajoyek nû bimeşîne.
Niha jî Tirkiyê, bi vê mecbûrbûnê an jî di van şert û mercan de, pêvajoyê her tim bi awayekî pêşde bibe, nade meşandin. Ji ber ku di wir de rewşa Rojhilata Navîn, Îranê, Rojava û Iraqê, şerê herêmê, hevsengiyên cîhanê dişopîne û li gorî wê biryaran dide. Heger şert û merc biguherin, dibe ku pêvajo bi dawî bibe an jî berdewam bike, ev jî li gorî berjewendî û hesabên xwe mêzênekî siyasî dimeşîne. Em dikarin bibêjin ku di helwesta dewleta Tirkiyê hemberî Kurdan de, guhertineke mezin a aliyê başbûyînê, nehatiye çêkirin. Yê ku pêvajoyê dimeşîne jî diyar, gelê me û Rêber Apo vê rastiyê baş dizanin. Em jî vê pêvajoyê ne li ser esasên baweriyê dimeşînin, lê li ser esasê muzakereyek demokratîk dimeşînin. Lê ev pêvajo ji bo Tirkiyê gelekî girîng e. Tirkiyê jî baş dizane ku qeyranên li hundirê welêt girêdayî vê şerê ne, heger ev şer bidome, ew qeyran jî dê zêde bibin. Lê heger şert û mercan de guhertin çêbibin jî, Tirkiyê mêzên xwe li gorî wê nû dike. Niha jî şerê Îranê, rewşa Rojhilata Navîn, helwesta Amerîka û Îsraîlê dişopîne û li gorî wê hewildan û reftarên xwe diguherîne. Di vir de ya ku dikeve ser milê me, avakirinek bi rêxistin û xwedîderketinek xurt pêk bînin, da ku em van mêzênan bizîvirînin aliyê xwe. Êdî gelê Kurd divê hesabê xwe bike. Tirkiyê reftar, helwest û şêwazên xwe li gorî pêvajoyê diguherîne, lê gelê Kurd divê her tim konjonktûr û rewşa heyî ji bo xwe bi awayekî baş bizivirîne, herwiha rê û rêbazên xurtkirina meşandina pêvajoyê bixe pêşiya xwe.
Gavên di nava pêvajoyê de hatin avêtin, çi guhertin bi xwe re anîn bi taybet avakirina komîsyonê, herwiha partiyên Tirkiyê heya çi astê ne tenê weke nav, lê bi partîkê, cihê xwe di nava pêvajoyê de girtin?
Avakirina komîsyonê û pêşçûnên pêvajoyê li Tirkiyê rewşa heyî sedî sed guherand. Hem di aliyê sosyolojîk û civaknasînê de, hem di aliyê dironiya takekesî, aborî, polîtîka û zimanê siyasî de, herwiha di helwestên desthilatdaran de, helwesta AKP û MHP’ê, em dikarin bibêjin guhertinên berbiçav çêbûn. Lê ev guhertin, nebûn sedema guhertina bingehîn a pergalê. Rast e niha li Tirkiyê gelek tişt ne wekî salek berê ne, gelek rewş hatin guhertin û ev guhertin gelek caran radîkal bûn. Lê em dixwazin ku ev guhertin li Tirkiyê mayînde bin. Ji bo ku mayînde bin, divê zagon û mekazagon werin guherandin an jî nûjenkirin. Avakirina komîsyonê di destpêkê de meclis kir cihekî çareserkirina pirsgirêkan. Berê meclis rol û misyonê xwe di çareserkirina pirsgirêkên civakî de winda kiribû û gel hêviyên xwe ji meclisê qut kiribûn. Meclis zêdetir bûbû amûrekî erêkirinê. Lê piştî avakirina komîsyonê, çûn û hatinên mirovan, saziyan û beroyan li meclisê zêde bûn. Ji ber ku heger meclis di pirsgirêkeke mezin a mîna pirsgirêka gelê Kurd ya ku bi çar dewletan û bi gelek aliyên din yên cîhanê ve têkildar dike, îradeya çareseriyê nîşan bide, ev ji gel re peyamê dide ku meclis dikare pirsgirêkan çareser bike. Ji ber vê yekê, hem ji aliyê saziyan û hem jî ji aliyê kesên ku di civakê de pirsgirêk dijîn, gelek kes hatin meclisê wekî cihê îradeya çareseriyê dîtin û hêviyek li wir dîtin. Ev hêvî jî bi avakirina komîsyonê û bi îradeya Rêber Apo re zindî bû. Şêwaza demokrasiyê li Tirkiyê de piştî vê avabûnê pêş ket. Nêzîkî 300–400 sazî, her yek bi ramanên cuda, hatin û fikrên xwe li meclisê parve kirin. Ev jî di dîroka Tirkiyê de yekem car çêdibe. Di nav wan de hem malbatên şehîdên gerîla, malbatên eskeran, çerdevan, mele, jin, ciwan, saziyên ku gundên wan hatine şewitandin, dayikên aştiyê û hwd… hebûn. Yanî curbecur deng û raman li wir cihê xwe girtin. Ev jî şêwazekî hestiyarî, naskirin û nêzîkatiyeke nû di meclisê de ava kir. Lê belê, heger ev hemû bi gavên fermî neyê mayendekirin, ew ê negihêje armanca xwe. Rast e guhertinek çêbûye, lê ev guhertin dikare demkî bimîne. Ji bo ku demkî nebe, divê gavên fermî werin avêtin. Herwiha rapora komîsyonê ku piştî avabûnê hat nivîsandin, di hundirê xwe de hin gavên girîng dihewîne. Lê ew gav ne têrkerin, hinek gavên din hene ku divê demildest werin pêkanîn, lê heta niha ev gav nehatine avêtin. Ev jî bi xwe baweriya meclisê di nav gel de kêm dike.
Ji bo pêşedbirina pêvajoyê plan hene ku zextê li dewleta Tirk bike?
Helbet ji destpêkê heta roja îro, me behsa kişandina dewleta Tirkiyê di pêvajoyê de kir. Desthilata AKP û dewleta Tirk tu carî bê zext, nabe demokratîk, gavên şênber jî naevêje û ji bo gelan jî zagon û mekazagonan çêneke. Her tişt bi rêxistinbûn û bi hêza hundirîn tê çêkirin. Ji ber wê bi hemû saziyên me re, me civîn bi gel re çêkir û nerînên gel girt. Di van civînan de, wek Rêber Apo jî di hevdîtinên xwe de anî ziman, “Pêşengê vê pêvajoyê gel bi xwe ye.” me jî xwest vê peyamê di civînên gel de diyar bikin. Ne ku em bendewariyê li dewletê bikin ku hin tiştan bike. Lê em bi xwe wek kirdeyên vê pêvajoyê tevbigerin, gavên xwe bavêjin, helwestên xwe nîşan bidin û kar û xebatên xwe bi rêxistin bikin. Ev tişt me di civînên gel de li her bajarî anî ziman. Ji ber vê yekê, piştî niha jî heger xetmandinek hebe û ev xetmandin bo were çareserkirin, divê gel rêxistina xwe xurt bike û hem jî daxwazên xwe bi dengekî bilindtir bîne ziman. Herwiha ji bo pêşxistina pêvajoyê, divê bi kar û xebatên çalak tevbigerin. Bi taybetî jin û ciwan, Rêber Apo avakirina û pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêşengtiya wan re girê dide. Ji ber vê yekê, di her qadê de, gerek wek Partiya DEM’ê û hem jî wek tevgerên jinên azad û ciwanan, rêxistin û berxwedan ji bo xurtkirina vê pêvajoyê bidin meşandin.






