Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zıman, dayık, dadgeh  û adalet

10/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Îsyan Karadeniz

Di pêşketina ziman de wek avaker û xolikkar dayik; xwedî rolekî mezin e. Heta niha jî di hemû zimanan de dema zimanê zikmakî tê gotin dibejîn zimanê dayik an jî dayik tê bîra mirov. Ji ber ku dayik mamosteya jiyanê ye. Yê ku rêvedibe, yê ku rêxistin dike û yê ku rekûpek dike bi hemu awayan dayik e an jî dayîk; jiyanê diherikine. Bi vê şewazê em dikarin dibejin ku zimanê dayik an jî mamoste ya destpêk Dayik, nasnameya civakê bi xwe ye. Xolikkariya dayikê ku jiyanê dixemline, dibe hebun û pênaseya civakê. Ji ber vê israrkirina di hebun û nasnamêya xwe; dibe israra di xwebunê xwe. Xwedî derketina nirxên xwe yên civakê; wek ziman, çand, ax û welat û her wiha pivanên xwe yên adalet û hêza xwe ya siyasi û politik asta azadbunê diyar dike. Ev sernav hemu jî li dora dayikê şekil girtiye. Ev dibe zimanê dayik, çanda dayik, ax û welatê dayik, dadgeh… etimolojiya van pêyvan heta naverokê jî temsila nirxên dayikê dike.

Niha di welatê me têkoşina ku em dimeşinin yek jî li ser esasê bi zimanê xwe perwerde ditin û xwe ifade kirin e. Heger civakek bê ziman bimînî wekê ku tune ye, di bin pencê qirkirinê de dijî. Ev rastiya ku em niha jiyan dikin û li dijî kiryaran tê dikoşin; wek kiryarê ku niha heyî politikayên tune kirina zimanê xwecihî ye. Zimanê Kurdî ku zimanek kevnar a vê axê ye; wek welatê me Kurdistan her tim qedexe re rû bi rû ye. Her tim êrişekî ser heye û wek zimanekî fermî nayê qebul kirin. Mirov dikarî di vê derbarê de minakek bide. Pir caran dewletan bi zimanê Kurdî axaftin qedexe kiriye. Ne tene li mekteban an jî saziyên dewletê. Heman demê li malê û di nava civakê xwe bi xwe de jî. Lê, gel bê çare nema ye û ji bo parastina zimanê xwe navek cuda peyda kiriye û disa jî axiviye; gotiye zimanê şevê, mina zimanê çîvîkan…

Hewldana êrişên li ser heremê ku; neqebul kirina saziyên jin, YPJ, her wiha dest avetina dadgehê û neqebul kirina zimanê Kurdî hemû di bingeha xwe de êrişê li ser jin dayik e ku dibe hebuna civakê. Rêber Apo giredanbuna jin û civakê bi van hevokan tîne ser ziman; ‘‘asta azadiya jinê, asta azadiya civakê dide nişandan.’’ Civakê ku jin bibe pêşeng, bibe rê û resmê civakê li vê derê xwe parastin,  xwebun- zimanê dayikê xwe ifade kirin û edaleta dadgehê dikarin werin behs kirin. Lê di nava civakê ku hebun û tunebuna jinê nexuyayê be li vê derê mirov dikarê bibejê ku ev civak bê parastin e, nikarî bi xwe xwe biryarê bistine, nikarê bi zimanê xwe biaxive, bifikre, jiyan bike û xwe perwerde bike. Heta ku sazî û rêxistinbuna xweser a jinan nebe, pêşketinekê zanistî jî nayê bidest xistin.

Dayiktî ne tene buyerekê fizikî ye; heman demê fikrî, dirokî û zanistî ye ku meyzekirina mirov dide diyar kirin. Xwedi derketina taybetmendiyên dayiktiyê xwedî derketina ziman, parastina cewherî, sazî û dezgehên xwe yên bingehin e. Hafiza ya civakî her dem zindiye û tu hêz nikarê li pêşiyê bigre. Dema gel nerazibuna xwe da nişandan û bi çalak bu; dikarê çarxa pergalê bişkinî. Li vê derê tiştê ku pêwiste em di ferqê de bin ev e ku em jî dirokê tecrube derbixin, bi zanist tevbigerin û giredanbuna dayik, civak, ziman, edalet û gellek taybetmeniyên ku bi hev re hatiye hunandin em di hişê xwe de her tim zindî bihêlin. Em ji bir nekin ku Rêbertî ji bo jinê dibejê jin; çavkaniya jiyanê ye, cewhera civakê ye. Ji bo na vê jî rista ku jin li vê derê dileyzê û pêwiste bileyzê were zanin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.