Esma Mistefa
Herêmên Ereban di dehsalên borî de rastî gelek şer û pevçûnan hatiye û bûye weke qadeke şer di cîhanê de. Bandorên wan şer û pevçûnan ên neyînî di nav civakê de kûrtir dibin ku li hemû beşên wê dikin, di nava van şer û pevçûnan de jin koma herî zêde bandor lê dibe ye ku ji tundûtûjî, cudakarî û xizaniyê dikişîne.
Raporek ji aliyê Sinduqa Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê UNFPA nîşan dide ku ji %30 zêdetir jinên li herêmên şer bi hin cureyên şîdeta cinsî re rû bi rû ne, ev yek jî balê dikişîne ser asta êşa ku jin di van şert û mercên dijwar de dikişînin. Li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî, jin û keç di şerên çekdarî de wekî çekek şer têne bikar anîn, û ev yek dibe sedema zêdebûna destdirêjî û êrîşan.
Mînak, li Sûriyê gelek rêxistinên nehikumî rewşên destdirêjiya cinsî ya sîstematîk li dijî jinan li deverên di bin kontrola leşkerî de, belge kirine. Rêbazên tecawizê di şerê Sûdanê de jî wekî yek ji diyardeyên ku zayenda jinê tê bikaranîn derdikeve pêş ku tê de rûmeta jinan di çarçoveya krîzan de tê binpêkirin.
Di vê raporê de em ê balê bikşînin ser kiryarên ku jin di herêmên tê de şer û pevçûnên çekdarî ji salan ve tên jiyankirin her wiha yên di sala 2026’an hatine belavkirin, bilêv bikin. Bi taybet ji wan welatan Îran, Yemen, Sûdan, Filistîn, û Sûriye. Li gorî lêkolînên ku me kirine û bîlanç oyên ku me karîn berhevkiribana, me rapor amade kiriye.
Îran/ Di nav qurbaniyên ku hatine destnîşankirin de 286 jin û 172 zarok û ciwan ji destpêka xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kuridstanê ya serhildana 2026’an de hatine kuştin.
Li gorî îtîrafên ji aliyê rêjîmê bi xwe, çend hezar kes hatine kuştin. Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê (PMOI/MEK) radigihîne ku zêdetirî 50 hezar kes hatine girtin. Her wiha heman rêxistinê navên 2 hezar û 572 kesên ku di dema serdegirtin û çewisandina rejîmê ya li dijî serhildana Çileya 2016’an de jiyana xwe ji dest dane, belge kirin û weşandin. Di nav qurbaniyên ku hatine destnîşankirin de 286 jin û 172 zarok û ciwan hene.
Di vê çarçoveyê de, Komîteya Jinan a Meclisa Berxwedana Neteweyî ya Îranê lîsteya jin û keçên ku di serhildana Çileya 2026’an a li Îranê de di têkoşîna azadî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane, belav kir.
Yemen/ Raportek mafên mirovan ku di 9’ê Adara 2026’an de derketiye, li Yemenê zêdetirî 5 hezar 834 binpêkirinên Husîyan li dijî jinan belge dike. Binpêkirinên ku ji aliyê milîsên terorîst ên Hûsî ve li dijî jinên Yemenî têne kirin, di nav pirsgirêkên herî bi êş de ne. Ji dema ku milîsên Hûsî parêzgehên Yemenê kontrol kirin, jinên Yemenî rasterast bûne hedefa cûrbecûr îstîsmarên tundûtûjiyê û bi şert û mercên şer ên dijwar re rû bi rû mane.
Di vê çarçoveyê de û bi Roja Jinan a Cîhanî re, raporek mafên mirovan a vê dawiyê hejmar û tawanên ku hin binpêkirinên ku jinên Yemenî di salên dawî de rastî wan hatine belge dikin eşkere kir.
Tora Maf û Azadiyên Yemenê di raporekê de ku bi boneya Roja Jinan a Cîhanî hatiye weşandin, zêdetirî 5 hezar 834 binpêkirinên ku ji aliyê milîsên Hûsî ve li dijî jinan li Yemenê di navbera 1’ê Çileya 2017’an û dawiya sala 2025’an de li panzdeh parêzgehên Yemenê hatine kirin, belge kir.
Li gorî daneyên raporê, tîma meydanî hezar û 479 bûyerên kuştina jinan, digel 3 hezar û 398 birîndarbûnên ku ji ber top û roketan, teqîna mayîn û teqemeniyên destçêkirî, û her wiha gulebarana sekvanan li gelek deveran çêbûne, belge kirine.
Di raporê de her wiha 547 rewşên revandin, windakirina bi zorê û îşkenceyê hatine tomar kirin, di heman demê de 176 rewşên leşkerkirina bi zorê ya jin û keçan, di nav de xwendekarên jin jî, hatine belgekirin.
Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku 314 jin bi guleyên sekvanî, 317 jin bi guleyên rasterast, û 211 birîndarên din jî ji ber êrîşên cinsî yên weke kêrkirinê, an jî lêdana ji aliyê wesayîtên leşkerî ve birîndar bûne.
Ev hejmar, sûc û binpêkirinên li dijî jinên Yemenî ku bi destê milîsên Hûsî pêk hatine, nîşan didin. Her wiha wêneyekî tirsnak ê asta êşa ku jinên li Yemenê di bin kontrola milîsan de pê re rû bi rû dimînin.
Sûdan/ Rewşa Sûdanê ya ku îro tê re derbas dibe, xeteriyên gelek mezin re hêştiye, û jiyana rojane ya gel xistiye nava gefên tunebûna av û xwerinê. Her wiha tunebûna lênêrîna bijîşkî, tenduristî him di aliyê fîzîkî û pêskolojîk de, êşa gel zêdetir kiriye.
Rapora neteweyên yekbûyî ya 11’ê Mijdara 2025’an derbarê rewşa ji ku di Sûdanê de tê jiyankirin
Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) raporek weşand ku balê dikişîne ser aliyên zayendî, mirovî yên bêewlehiyê li Sûdanê. Anna Motavati, rêvebira herêmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan li Rojhilat û Başûrê Afrîkayê, piştî weşandina raporê li Cenevreyê bi rojnamevanan re axivî û got ku her roj “cîhan gavavêtina li ser Sûdanê dereng dixe, jineke din di bin bombebaranê de tê dunyayê, an zarokê xwe ji birçîbûnê vedişêre, an jî bê edalet, winda dibe.”
Wê anye ziman ku jinan ragihandine ku li El Faşer, ji birçîbûn, koçberî, tecawiz û bombebaranê êş kişandine, li wir jinên ducanî piştî ku nexweşxaneyên dayiktiyê yên dawîn hatin talankirin û wêrankirin, li kolanan zarok anîn dinyayê.”
Her wiha li ser rewşa bi xeter ya jinan di aliyê jiyanê de wiha gotibû: “Tiştê ku jin ji me re dibêjin ev e ku di rêwîtiya wan a dijwar de, her gavek ku wan ji bo anîna avê, berhevkirina daran ji bo agir, an jî sekinandina li rêzê ji bo xwarinê diavêtin, xeteriyeke mezin a şîdeta cinsî dihewîne.”
Mutafati hişyarî da ku laşên jinan “li Sûdanê bûne cihê sûc”, û tekez kir ku “êdî cihên ewle nînin” ku jin bikaribin parastinê an lênêrîna bingehîn a psîkolojîk û civakî bibînin.
Her wiha Anna Motavati di Nîsana 2026’an de ev yek anî ziman, “”Bi hemdemiya ku em dikevin sala çaremîn a şerê li Sûdanê, girîng e ku em zelal bikin ka ev ji bo jin û keçan tê çi wateyê. Ji ber ku di dawiyê de, ev şerekî li dijî wan tê meşandin.
Plana şerê Sûdanê tijî kuştinên berbelav, koçberkirina girseyî û, ya herî girîng, karanîna tundûtûjiya cinsî bûye. Ev wehşiyet ji ber dorpêçkirin û bêîstîqrariya domdar, zêdetir bûne. Her wiha ji ber rewşa berbelav a ku tê jiyankirin, bêcezatiyeke pir mezin tê kirin.
Îsal zêdetirî 17 milyon jin û keç hewcedarê alîkariya mirovî ne. Zêdetirî 4 milyon û 300 hezar jin û keç di nav welêt de bê cih û war mane.”
Filistîn/Rêxistina Efûya Navneteweyî di 8’ê Adara 2026’an got ku tiştên ku jin û keçên Filistînî li Xezeyê rastî wan tên, yek ji awayên herî giran ên cudakarî û tundûtûjiyê li dijî jinan e. Ev yek êrîşên berdewam ên Israîlê û wêrankirina berfireh a ku jiyana jinan talankiriye dide diyarkirin. Ev binpêkirin bi taybet di aliyê tenduristî de bandoreke mezin kiriye û bi taybet li ser rewşa zayînê.
Bi giştî ji destpêkirina şerê Israyîlê li ser Filistînê ev bîlanco hatin berhevkirin.
Kûştin û birîndarî: Hejmarên ku hatine belgekirin ji Cotmeha sala 2023’an heyanî sala 2025’an, zêdetirî 38 hezar jin hatine kuştin ku di şerê Israyîl li ser Filistînê, rojane nêzî 47 jin û keçik dihatin qetilkirin. Ev kuştin heta di dema ragihandina agirbestan de jî dihatin pêkanîn. Her wiha zêdetirî 11 hezar jin di nava van şeran de birîndar bûne.
Girtin: Raporek ji aliyê rêxistinên mafên girtiyan ve hatiye weşandin eşkere kir ku di sala 2025’an de li Difa Rojava kampanyayên girtinê yên berfireh û lêpirsînê meydanî hatine kirin. Di sala 2025’an de zêdetirî 7 hezar girtin hatine belgekirin, 200 ji wan jin in.
Her wiha li gorî ku hatiye tesbêtkirin di nava van şer û pevşûnan de ku herî zêde jin dibin qurbanî û ziyanê dibînin di aliyê koçberî û terkandina mal û milkên xwe de, nêzî milyonek jinan koçber bûne û bi qasî ji sedî 60 terka malîn xwe kirine.
Sûriye/ Sûriye ji zêdetirî 15 salan e tê de şer û pevçûnên giran tên rûdan, ger em bîlancoyên van salan kom bikin bi milyonan jin hatine qetilkirin, birîndarkirin, girtin û revandin, ji bilî koçberiyên bi girseyî ber bi welatên jiyanê ve herikîne. Bi taybet bi hatine hikumeta demkî ya Sûriyê re, bi sedan jinên Elewî, durzi, kurdî û hwd hatin kuştin, girtin û revandin. Li gorî bîralcoyên sala 2026’an ku ji aliyê Jêdera Sûrî ya Mafê Mirovan ve hatine tesbîtkirin, di heyva Çileyê de 33 jin û 39 zarok, di Sibatê de 15 jin û 4 zarok, Adar 4 jin û di Nîsanê de 3 zarok hatine kuştin.






