Navenda Nûçeyan
Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan û di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re destpêkirin û di van hevdîtinan de serlêdana MHP’ê, CHP’ê, Partiya Gelecek, AKP’ê û di dawiyê de bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re civiyan da ku serlêdan Girava Îmraliyê bikin.
Dayikên Aştiyê, tevgereke civakî û aştiyane ya girîng e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku piranî ji dayikên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û Gerîlayên Azadiyê pêk tê. Ew ji salên 1990’î ve ji bo dawîanîna li şer, pêkanîna aştiyê, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rawestandina xwînrijandinê têdikoşin. Di gelek çalakiyên rûniştinê, meş û daxuyaniyan de her wiha di rêveçûna siyasî de jî cih digir.
Dayikên aştiyê li çarperçeyên Kurdistanê û li Ewropayê hene. Bi taybet di pêvajoya dawiyê ya ‘Banga Aştî û Civaka Demikratîk’ her dem li ser piyan, li qadan û di nava çalakiyan de bûn. Her wiha di guhertina dengeyên siyasî, dîplomasî û civakî de xwedî roleke sereke bûn. Li hember tu partiyê ya dewletê tirsa wan nîne û armanca wan a sereke di vê pêvajoyê de ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve û xwîn nerije. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tim di nava hewildanan de ne. Ji bo vê yekê Meclisa Dayikên Aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest bi serdanên xwe yên dîplomasî ji bo partiyê siyasî kirin. Ev serlêdan bi bi boneya Roja Dayikan, Pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk her wiha ji bo ziyaretkirina Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê pêk hat.
Rêze serlêdan ji bo hemû partiyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirin, her wiha di dawiya selêdanan de bi daxuyaniyekê weke encama van serlêdanan bi dawî kirin.
Şandeya Meclisa Dayikên Aştiyê ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana partiyên siyasî kirin.
Serdana MHP’ê
Di 7’ê Gulanê de, Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî yên li Meclirê re dan destpêkirin. Şandeya Dayikên Aştiyê, di çaçroveya serdanê de hevdîtin bi Serokwekîlên Koma MHP’ê Fîlîz Kiliçê û Erkan Akçay re kirin. Di hevdîtinê de dê li ser “Pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk” nîqaş bên kirin.
Serdana ji bo CHP’ê
Dayikên Aştiyê di 8’ê Gulanê de, çûn serdana Navenda Giştî ya CHP’ê. Dayikan, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de dayikan hêviya xwe ya ji aştî, diyaloga civakî û pêvajoyê û daxwazên xwe anîn ziman. Dayikên Aştiyê, di dema hevdîtinê de laçikên spî diyarî şandeya CHP’ê kir.
Di şandeya Dayikên Aştiyê de Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê cih girt. Her wiha Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Wekîla Amedê Adalet Kaya jî bi şandeyê re çûn serdanê. Di şandeya CHP’ê de jî Serokê Giştî Ozgur Ozel, Cîgira Serokê Giştî ya ji Polîtîkayên Hiqûqê Berpirsyar Gokçe Gokçen û endama Koordînasyona Ofîsa Namzetiya Serokkomariyê Emîne Uçakê hebûn.
Serdana ji bo Partiya Gelecek
Di çerçoveya serdanan de, Şandeya Dayikên Aştiyê di heman rojê de serdana Partiya Gelecekê kir. Serdan li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê pêk hat. Şandeya dayikan li gel Serokê Giştî Ahmet Davutoglû civiya. Cîgirên Serokê Giştî yên Partiya Gelecekê Halîme Polat, Burçak Başbug, Midura Nivîsgeha Taybet Esra Şahîn û Şewirmenda Polîtîkayên Dervê Sevînç Ozcan jî di hevdîtinê de amade bûn. Dayikên Aştiyê li vir jî Laçika Spî diyarî Davuoglû kir.
Serdana ji bo AKP’ê
Serdana Dayîkên Aştiyê li gel AKP’ê bi dawî bû. Heyeta Dayikên Aştiyê ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî bi Heyeta Dayikan re tevlî serdanan bûbûn. Heyeta Dayikên Aştiyê piştî serdana partiyên din li Meclisê serdana Koma AKP’ê kir.
Şandeya Dayîkên Aştiyê di serdanê de li gel Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler, Serokwekîlê Grûba AKP’ê Abdulhamît Gul, parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Cevahîr Asuman Yazmaci û parlamentera Stenbolê ya AKP’ê Şengul Karsli re rûniştin.
Serdana Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan
Heyetek ji Meclisa Dayikên Aştiyê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêk anîn.
Heyeteke Meclisa Dayikên Aştiyê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî kirin. Heyeta ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêkhatî, bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re serdana partiyên siyasî kirin. Heyeta Dayikên Aştiyê bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re di 8’ê Gulanê de hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin nêzî seatekê dom kir. Dayikan laçika spî diyarî Tuncer Bakirhan kirin.
Selêdana Wezareta Dadê ji bo Îmraliyê û daxuyaniya dawî
Di 8’ê Gulanê de, Heyeta Meclisa Dayikên Aştiyê piştî serdana partiyên siyasî ji bo çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Dayikan piştî serlêdanê li ber wezaretê daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Muzeyen Butunö bi lêv kir ku ew ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li wezaretê dan û wiha got: “Me li vir bi partiyên siyasî re hevdîtin pêkanî. Em ji aliyê hemû partiyan ve jî baş hatin pêşwazîkirin. Ji bo pêvajo encam bigire û aştî pêk were êdî dilê dayikan neşewite me daxwazên xwe ji partiyên siyasî re anîn ziman. Daxwaza me ew e ku em bi birêz Abdullah Ocalan, birêz Bahçelî û birêz Serokkomar Erdogan re hevdîtin bikin. Bi mabesta Roja Dayikan em dixwazin hevdîtina me ya bi birêz Ocalan re bê qebûlkirin, derî vebin û hemû kes bikarin hevdîtinê bikin. Ji bo birêz Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê pêşvebibe divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Daxwaza me ew e ku aştî pêk were û em di welatekî azad û wekhev de bi hev re bijîn.”






