Ronahî Sadûn/Qamişlo
Berdana guleyên bêserûber ku bi piranî di rojên şahî, sersal an jî bûyerên taybet de wekî kêfxweşî, tê kirin e, ev diyarde di van salên dawî de bûye sedema gelek karîsatên mirovî.
Di demên dawiyê de em şahidiya gelek bûyeran dikin, yek ji wan bûyeran berdana guleyên bêserûber e. Ev diyarde di demên çi şahî û jî çi şînî be, zêde bûye ku bi xwe re encamên karîsatbar tîne. Mînaka wê ya ne dûr, duh bû ku dema dîlgiriyên QSD’ê yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyê hatin berdan û gihaştin bajarê Hesekê, Qamişlo û bajarên dîtir, gule bi awayekî ne normal hatin berdan, di encamê de gelek kes û zarok birîndar bûn, hin jî bûne qurbanî. Ji ber dema gule ber bi ezmên ve tên berdan, piştre ew gule vedigerin erdê û li mirovan dikevin.
Gelek awayên kêfxweşiyê hene
Dibe ku ev kesên guleyan berdidin, ji wan ve kêfxweşiyeke. Lê gelek awayên kêfxweşiyê hene ku encamên xerab bi xwe re nayînin. Lê berdana guleyan bi xwe re encamên xerab çi madî be û çi li canê mirov be, dike. Di heman demê de dengê çekan di nava bajêr de, dibe sedema tirsê, bi taybetî di nava zarokan de. Herwiha guleyên ku dikevin ser banên malan an camên wesayîtan, ziyanên aborî li welatiyan dikin.
Beriya niha jî li Rojavayê Kurdistanê ji bo hişyarîkirina ji vê yekê pêngavek hatibû destpêkirin.
Ji bo rêgirtina li ber vê xeteriyê, li Rojavayê Kurdistanê pêngavek di bin dirûşmeya “Na ji berdana guleyên bêserûber re” hat destpêkirin. Armancên vê pêngavê ev bû:
Hişyarkirina civakê: Belavkirina agahiyan li ser ziyanên guleyan bi rêya ragihandin û semîneran.
Tedbîrên zagonî: Girtin û cezakirina kesên ku çekan bêserûber bikar tînin.
Hevkariya gel: Bang li welatiyan hat kirin ku gava bûyereke wiha dîtin, aliyên ewlehiyê agahdar bikin.
Tevî gelek hewldanan ji aliyê hêzên parastinê û aliyên têkildar ve, lê pêkanîna vê yekê bi temanî pêk nehat û dîsa bikaranîna çêkan zêde bû.
Pêwîst e bi çi awayî rê li ber vê diyardeyê were girtin?
Sepandina zagonên hişk
Pêdivî ye ku zagonên taybet ji bo qedexekirina guleyên bêserûber hebin.
Cezayên giran: Divê her kesê ku guleya keyfxweşiyê berdide, bi girtîgehê û cezayên darayî (pereyê giran) were cezakirin.
Desteserkirina çekan: Divê destûrnameya çeka kesê sûcdar were betalkirin û çek ji destê wî were girtin.
Hişyarkirina civakê (kampanya)
Rola Ragihandinê: Bi rêya televîzyon û medyaya civakî, divê fîlmên kurt û çîrokên qurbaniyan werin nîşandan, da ku mirov xeteriyê fêm bikin.
Dîwan û meclis: Divê rûspiyên malbatan û serokên eşîran di civînên xwe de vê mijarê wekî “şermezariyekê” pênase bikin.
Rola saziyên perwerdehiyê
Dibistan: Ji bo zarok û ciwanan dersên li ser ewlehiya giştî û ziyanên çekan werin dayîn.
Bikaranîna alternatîfan
Li şûna çekan, mirov dikare kêfxweşiya xwe bi rêyên din nîşan bide ku bi rêya muzîk û govendê bal bikşînin li ser aliyê çandî û hwd… ji awayên kêfxweşiyê.






