Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRD’ê ji bo Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand

08/05/2026
in NÛÇE
A A
YRD’ê ji bo Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

YRD’ê ragihand ku ew bi şehadeta kedkarê Çapemeniya Azad Şukru Çatalbaş gelekî êşiyan e û sersaxî ji malbata wî, ji tevahiya gelê welatparêz û xebatkarên Çapemeniya Azad re xwest.

Daxuyaniya Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk bi vî rengî ye:

“Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş ji ber nexweşiyê li nexweşxaneya ku lê dihate dermannkirin şehîd bû. Bila rehma Xwedê lê be û serê malbatê, gelê me yê welatparêz û xebatkarên Çapemeniya Azad sax be.

Hevalê me Şukru ku li nava karên Çapemeniya Azad salên dûr û dirêj erk û berpirsyariyên cuda bi cih anî, ji bo agahiya rast bigihêje gelê me ked û hewldaneke mezin da.

Hevalê me Şukru li hemberî polîtîkayên zextê yên li ser Çapemeniya Azad ji bo kêliyekê jî nesekinî, dudil nebû û bû şopdarekî bi biryar ê armanc û xeta Çapemeniya Azad ku ji aliyê Mazlûm Dogan û Gûrbetellî Ersozan ve hate danîn. Bi bicihanîna wezîfe û berpirsyariyên xwe, bi kesayetî û sekna xwe hewl da ku pêwîstiyên welatparêziya Kurdistanê bixe meriyetê.

Bi vê wesîleyê em careke din ji malbat û hevrêyên wî, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîn û armancên wî derkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.