Navenda Nûçeyan
Ji çalakvaneke Filistînî ya bi navê Suad Abdullrahman, bi nameyekê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Parastina Jin YPJ’ê nîşan da. Di nameya xwe de ev aniye ziman, “Dûrxistina têkoşîn û fedekartiya jinan wekî dûrxistineke neheq derdikeve. Pêwîst e Yekîneyên Parastina Jin wekî beşek girîng a her formuleke pêşerojê werin naskirin.”
Çalakvana Filistînî ya bi navê Suad Abdullrahman di nameya xwe de ev tek aniye ziman:
“Ez Suad Abdullrahman im, çalakvaneke Filistînî ya di karê femînîst û têkiliyên derve de. Ez piştgiriya xwe ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar dikim, li ser bingeha baweriya min ku ev ezmûn ne tenê rewşek leşkerî ya demkî bû, lê belê modelek pêşketî ji bo rola jinan di parastina civakê û parastina rûmeta wê de pêk anî. Jinên di van yekîneyan de îspat kirin ku hebûna wan li qadên pevçûnê ne tesadufî bû, lê belê nîşaneya rastîn a şiyana jinan a hilgirtina berpirsiyariyê û beşdarbûna bi bandor di parastina nirxên mirovan de li hember tundûtûjî û tundrewiyê bû.
Her hewldanek ji bo paşguhkirin an jî kêmkirina girîngiya vê rolê di her pêvajoyeke siyasî ya pêşerojê de, dûrxistina têkoşîn û fedekartiya jinan wekî dûrxistineke neheq nîşan dide. Ji ber vê yekê, ez tekez dikim ku pêwîst e Yekîneyên Parastina Jin wekî beşek girîng a her formuleke pêşerojê werin naskirin, di heman demê de rêz li taybetmendiya wan wekî çarçoveyek femînîst a serbixwe ku îrade û hilbijartinên jinan nîşan dide, were girtin.
Ji cihê xwe ya di karê giştî de, ez bawer dikim ku beşdarkirina jinan di pergalên parastin û biryardanê de ne şertek duyemîn e, lê belê mafek xwezayî ye ku bi prensîbên edalet û wekheviyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, ez bang li hêzên femînîst û mafên mirovan dikim ku hewlên xwe bikin yek da ku vî mafî bi cîh bînin û hebûna wî di her çareseriyeke pêşerojê de misoger bikin, bi awayekî ku rola rastîn a jinan di avakirina civakên dadmendtir û hevsengtir de, nîşan bide.”






