Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em rakirina tabelaya Koşka Edaletê ya Hesekê ya bi zimanê Kurdî şermezar dikin’

07/05/2026
in ROJEV
A A
‘Em rakirina tabelaya Koşka Edaletê ya Hesekê ya bi zimanê Kurdî şermezar dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Parêzer Ciwan Mihemed diyar kir ku ew rakirina tabelaya Koşka Edaletê ya Hesekê ya bi zimanê Kurdî şermezar dikin û got, “Gelê Kurd bi salan li hemberî sîstema paşguhkirinê ya rejîma Baasê li ber xwe da, eynî demê niha jî em ê li ber xwe bidin. Li hemberî vê yekê jî helwesta me diyare ku em qet bi vî rengî qebûl nakin.”

Hikumeta demkî li bajarê Hesekê tabelaya nasandinê ya li ser avahiya Koşka Edaletê ku bi zimanên kurdî û erebî hatibû nîvisandin rakir û li şûna wê tabelaya bi zimanên erebî û îngilîzî hilda. Ev yek jî nerazîbûneke mezin ji aliyê gelê Kurd ve nîşan da. Di heman demê de ev yek li dijî entegrasyona demokratîk e. Lewra ev yek hat şermezarkirin û rastî bertekên mezin hat.

Derbarê rakirina tabelaya nasandinê ya li ser avahiya Koşka Edaletê ku bi zimanên kurdî û erebî hatibû nîvisandin, parêzer Ciwan Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Helwesta me diyare, em van nêzîkatiyên hikumeta demkî qebûl nakin’

Ciwan Mihemed diyar kir ku ew nêzîkatiyên hikumeta demkî ya li ser avahiya Koşka Edaletê şermezar dike û wiha got: “Ev bûyera ku li bajarê Hesekên rû dan, wekî rakirina tabeleya ku zimanê Kurdî li ser hatibû nivîsandin û li şûna wê tabelayeke ku zimanê erebî û îngilîzî bê dayîn, ev cihê şermezarkirinê ye. Herwiha ev yek entegrasyonê nîşan nade, lê hewildaneke ji bo tunekirina nasnameya gelê Kurd. Di heman demê de ev rêbaz hevbeşiyê jî nîşan nade, lê bi hişmendiya rejîma Baas nêzî mijarê dibe. Li hemberî vê yekê jî helwesta me diyare ku em qet bi vî rengî qebûl nakin.”

‘Em ê kar û xebatê xwe di ber doza gelê xwe de, dewam bikin’

Ciwan Mihemed eşkere kir ku gelê Kurd zêdeyî 50’î salî li dijî rejîma Baas têkoşîn kir û zimanê xwe parast, îro jî wê biparêze û wiha domand: “Me gelê Kurd bi salan li hemberî sîstema paşguhkirinê ya rejîma Baasê li ber xwe da, eynî demê niha jî em ê li ber xwe bidin. Em ê kar û xebatê xwe di ber doza gelê xwe de, dewam bikin. Hikumeta demkî ya Sûriyê bi van hewldanan rêkevtinan binpê dike û hewil dide ku gelê Kurd tune bike. Heger berê bi rengekî leşkerî bû, niha bi rengekî din di rêya saziyên sivîl re, dixwaze vê yekê pêk bîne.”

‘Gelê Kurd li saziyan xwedî derketin’

Ciwan Mihemed da zanîn ku ew ne li dijî zimanê Erebî ne, lê divê hebûna zimanê Kurdî jî were parastin û wiha bilêv kir: “Gelê Kurd bi salan li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dide meşandin. Parastin li ser saziyan kirin û bû altirnatîfeke xurt. Ev cihê şanaziyê ye, gerek hikumeta demkî li vê mijarê binere, weke cihekî spasiyê, ne wekî cihekî tunebûnê ku tenê alîgirekî bigre. Divê mafê her mirovekî di hundirê vî welatî de, diyar bibe û her bi azadî û nasnama xwe kar û xebatên xwe bidin meşandin. Em ne di cihekî qelis de ne, lê me bi hezaran şehîd dane. Ev nêzîkatiyên îro me ji rejîma Baasê re qebûl nekir, heya ku îro em ji hikumeta demkî re qebûl bikin.”

Ciwan Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Ka taybetmendiyên bajarên Kurdî û rêkeftinên ku çêbûne, ev ne rengê hevbeşiyê ye, lê ew dixwazin em tawîzan bidin, lê ev wê gelekî dûrî wan bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.