Solîn Mihemed/ Qamişlo
Meclisên Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Efrîn ji bo bîranîna 21 şehîdên Asayîşê yên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û oxirkirina cenazeyê du şehîdan, merasîmek li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan lidar xistin.
Ji bo 21 şehîdên Asayîşê yên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û oxirkirina cenazeyê du şehîdan, Meclisên Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Efrîn merasîmek li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan lidar xistin.
Navê şehîdan wiha ne: Enwer Cuma, Mustefa Igêl, Cuma Şêxo, Mihemed Hesen, Hecî Xelîl, Zehreldîn Hîcazî, Ehmed Silêman, Mehmûd Reşîd, Xalid Hacî, Mehmûd Horîk, Serbest Cafer, Hesen Hemo, Lûey Ehmed, Cûdî Hesen, Talib Elûş, Munzur Silêman, Nebî Hemûş, Mesûd Ebdo, Ebdulrehman Îsa, Beşar Weqas, Ehmed Gulê, Masûd Omer û Agirî Efrîn.
Di destpêka merasîmê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin û Turana leşkerî hat pêşkêşkirin.

Piştire li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dîrok Mele Beşîr axivî û wiha got: “Di şexsê fermandarên hêzên ewlekariya hundirîn a Asayîşê û di şexsê şehîd Ziyad de bi tevahî hevalên wî bibîr tînin. Îro bi hezaran malbat ji bo şehîdan wêneyên xwe nû dikin û dibêjin eger şehîd Ziyad çû êdî wê bi hezaran li şûna wî cih bigirin û berxwedaniya wî berdewam bikin. Ji bo wê em Hêzên Ewlekariya Hundirîn li pêşberî vî gelî û di pekrewangeha ku bi hezaran şehîdên ku hatin dayîn em careke din soza xwe nû dikin ku em ê li ser riya wan bin heya nefesa dawî.”

Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şaziya dayika Elî axivî û wiha got: ” Em îro di vê pekrewangehê de 23 şehîd û fermandar şehîd Ziyad ku ewqas berxwedanî di şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de kirin wan bibîr tînin. Dema ku her şehîdekî dispêrin axê em soza xwe bi wan re nû dikin ku em dibêjin wê tu kes nikaribe fikir û felsefeya Rêber Apo ji serê me derxîne ne hikûmeta demkî û ne jî kesên ku dixwazin me tune bikin. Em ê heya dawiyê li ser xetên şehîdên xwe yên azadiyê bin û em tucarî xwe ji kesî re danexin.”

Piştire jî li ser navê PYD’ê Aldar Xelîl axivî û wiha got: “Îro em li beramberî tevahî şehîdan bejina xwe ditewînin û em dibêjin ku hun pêşeng û rêberên me ne û hun yên ku li ser şopa we em ê tekoşînê berdewam bikin. Em ji tevahî malbatên şehîdan silav dikin û dibêjin îro roj em merasîmên xwe bi hev re çêdikin û xebatên xwe berdewam dikin hemû bi saya van şehîdan ne. Bi tayîbet berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi pêşengtiya fermandar Ziyad û hevalên din ket dîrokê û herwiha bi tîpên zêrîn hatin nivîsandin ku êdî em wan berxwedaniyên wan tu carî ji bîr nakin.”

Paşê jî li ser navê Xuşika şehîd Ziyad Heleb axivî û wiha got: ” Em şihadeta şehîd Ziyad li tevahî kesên hazir pîroz dikin û bi tayîbet gelên Efrînê. Em Sersaxiyan ji hemû malbat û cangoriyên ku bi şehîd Ziyad re di şêxmeqsûd de xwe fida kirin û gihiştine asta şehadetê dikin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên Malbatên şehîdan radestî wan kirin û bi girseya gel Cenazeyên Masûd Omer û Agirî Efrîn sipartin axê.







