Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê merasîma oxirkirinê ya du qehremana ku canê xwe ji bo axa Kurdistanê feda kirin, lidar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê li goristana Şehîd Xebat Dêrikê, merasîmên oxirkirinê yê Fermandarê Tol Gênco Gundik û şervanê QSD’ê Serbest Girêspî hat li darxistin. di merasîmê de hemû şêniyên bajarê Dêrik, Girkêlegê û gundewarên girêdayî wan hazir bûn.
Di destpêka merasîman de tureneke leşkerî hat pêşkêş kirin paşê hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Her wiha li ser navê hêzên leşkerî Loqman Xelîl axivî û wiha got: ” îro em di hizûra du qehreman, du şervan û du têkoşeran de ne. Em îro li vir hazirin da ku ji her kes bidin diyar kirin ku hebûna me, berdewamiya me û xilasiya me van qehremanan diyar kir. Belkî me destkeftiyekî hewqasî mezin pêş kêş nekir lê van şervanan navê xwe di dîrokê de nivîsand ji bo pêşeroja vî gelî, da ku em azad û serfiraz jiyan bikin wek heval Gênco û Serbest bi hezaran pêşengên me hene. Şehîdên me yek heqîqet raxistine ji herkesî re, çi dibe bile bibe em ê canê xwe ji bo vî gelî feda bikin, ger jiyaneke me hebe wê dixizmeta vî gelî de be. Fermandar û şervanên me ji bo hebûnekî azad bê guman berê xwe dan çeperan û xwe kirin feda û bi qehremanî gihiştin asta şehadetê. Raste îro ne di nav me de ne em bi wê xemgînin lê em serbilindin jî, em ê her tim sozdarî şopa van lehengan bin.”

Di berdewamiya merasîman de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn axivî û wiha got: “Di şexsê van herdu qehremanan de em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Di hizûr û bîranîna şehîdan de ziman lal dibe ji ber ku di dîroka tevgera azadiyê de yek roj nemaye ku em têde şehîdên xwe nesipêrin axê, lê em çibikin qedera me ev e. Di dîrokê de hatiye nivîsandin ku hercare dijminê me ketî tengasiyekeî de destê xwe avêtiye gelê kurd û piştî ku gihiştiye armancên xwe îxanet li vî gelî kiriye. Îro jî li Rojavayê Kurdistanê hat dîtin ku dewletên hegemonîk bê axlaq û bê wijdan nêzî me bûn, lê ne em ne jî şervanên me exlaqên me nabin wek yên van dijminên xayîn, çawa ku Gênco û serbest navê xwe di dîrokê de nivîsandin wê bi hezaran şervan li ser şopa wan bin heya ku em van xayînan ji welatê xwe derxin.”

Di heman demê deli ser navê Kongira Islama Demokrat Şêx Sînan axivî û wiha got: “Bi navê Kongira Islama Demokratîk em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin û bejna xwe li beramberî qehremaniya wan di tewînin. Her carî em ê li vî cihê pîroz bisekinin bi dilşewatekî em parçeyek ji kezeba xwe binax bikin û em ê bêjin cara dawiye ku gelê kurd êşê bikşînin, lê her car ji ya din êşa wê zêde tir dibe û hijmara şehîdên me bêtir dibe. Lê em dibînin ku avakirina welatan qehremanên pîroz dixwaze, em ê li ser vê axê hertim serfiraz bin ji bo van lehengan.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hatin xwendin û malbatên wan hestên xwe anîn ziman û cenazeyên şehîdan spartin axê.







