Ronahî Sadûn
Hikumeta demkî ya Sûriyê Peymana 29’ê Çileyê bi ferzkirina şertan pêk tîne, ger ew şert jî pêk neyên, xalên peymanê dide rawestandin. Herwiha gelek xal hene ku di peymanê de cihê xwe nagirin, ev yek jî nîşaneya ku pêwîst e ew weke xwe bimînin, lê îro roj hikumet daxwaza tawîzkirina wan di hevdîtina de dike. Mînaka wê sîstema dadgehê û radestkirina wê ji hikumeta demkî re, ne di peymana 29’ê Çileyê de bû. Lê di demên dawiyê de hikumetê ev xal bi peymanê ve girêda, bi taybet li hemberî serbestberdana dîlgirtiyan, ev yek kire hincet û bikar anî. Da ku zextê bike û bêçarekirinê derxîne holê.
Rûdana rewşa herî dawî ya di destpêka Çileya Îsal de li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hat, ne tesadûfiyek an jî weke gelek kes şîrove dikin, kêmasiyek bû. Lê plana demdirêj a bi destpêkirina guhertina desthilatdariyê li Sûriyê û têkbirina Şoreşa Rojava, bi taybet şikandina îradeya gelê Kurd di sedsaleke nû de, bû. Ev rastî hate dîtin. Her çiqasî guhertin û veguhertin di vê rewşê de pêk hat jî. Lê tam hîna zelaliyek ji aliyê hikumeta nû ve, ji bo rewşa giştî ya Sûriyê nehatiye diyarkirin. Piştî berxwedan û seferberiya giştî ya gelê Kurd li hemberî êrişên hikumeta demkî, çeteyên wê û piştgiriya dewleta Tirk ji çeteyan re. Peymana lihevkirina bidawîbûna rewşa şer û êrişan di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de hat îmzekirin “Peymana 29’ê Çileyê” di nava vê peymanê de xal hebûn, ew xal ji aliyê hikumetê ve hatin erêkirin. Lê piştî çend xalên destpêkê dîsa rûyê hikumetê derket pêş ku xalên girîng ên peymanê bi derengmayên re mijûl dikir. Niha jî berovajî xalên peymanê tev digere, wekî parastina mafê gelê Kurd, ew ji dêvla vê xalê di destûr de mayînde bike, dixwaze vî mafî tune bike, çi aliyê ziman de û çi aliyê din de be. Derfetên vegera ewle ya ku koçber bi salan bendewarên wê ne, ava nake. Li kêlek wê hemû destkeftiyên şoreşê dixwaze bi destê xwe bixe û wan destkeftiyan tune bike. Jin dîsa li gel wê bê mafe û hebûna jinê tune dike. Ya herî girîng jî di mijara êsîran de ku ev zêdeyî 4 mehan li ser peymanê derbas bûye, nehatiye çareserkirin û hemû êsîr nehatine azadkirin. Li hemberî van hemû xalên ku wê bi destê xwe hikumetê erêkirin li ser kiriye jî, şertan datîne ku wan pêk bîne, li hemberî serbestberdan her komeke êsîran gelek tawîzatan dixwaze. Lê bi rengê şertan û tawîzan peyman pêk nayên, divê zihniyeta hikumetê di vî alî de were guhertin. Ya sereke ku peyman xwe li ser bigre, entegrasyona demokratîke, ne hilandina aliyekî ye. Îro pêşbirkeke mezin pêşberî hikumetê heye, lewra divê ew salên berê yên desthilata çûyî di ber çavên xwe de bigre û wekî wê xwe ava neke. Gelê Kurd ji xefka sedsalê derketine, bi nêzîkatiyê wilo pêvajo wê neghêje armaca ku tê xwestin. Entegrasyona demokratîk di serî de, mafê Kurdan di destûr de, naskirina hebûna jin û fermîkirina hêza YPJ’ê di Sûriyê de, berdana dîlgirtiyan di demeke nêz de, fermîkirina zimanê Kurdî di destûr de û hwd… ji xalên peymanê divê di destûr de mayînde bibin û siyaseta çewt a ku dewleta Tirk li pişt radiweste were bidawîkirin.






