Esmihan Gedro/Qamişlo
Şîneyên bajarê Qamişlo piştgiriya xwe ji YPJ’ê re nîşan dan û wiha gotin: “Şoreşa jinê şoreşa hemû gelan e û divê hikumeta demikî YPJ`ê hêza jin qebûl bike.”
Hikumeta demikî a Sûriyê bi hişmendiya xwe ya paşverû hewil dide îradeya jinan têk bibe û zihniyeta xwe ya zilamsalarî li wan feriz bike. Di vê çarçoveyê de hewil dide YPJ’ê di nava artêşa Sûriyê de bi fermî qebûl nek.
Di derbarê mijarê de şîniyên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.
‘YPJ`ê ji bo me hêz û rûmete’

Jina bi nave Lîna Silêman anî ziman ku ew biçûk û mezin hemû YPJ`ê ne û wiha got: “Em ê heta dawî li pişta hêza xwe ya YPJ`ê bin, em pişta wê bernadin. Ji ber ku dijmin ji YPJ`ê ditirse, ji ber vê yekê ew hêza jin di nava xwe de qebûl nake. Cîhan tevahî îro deyndarê YPJ`ê ye, ji ber ku di şerê DAIŞ`ê de xeta yekem hêza YPJ`ê ya jin bû û qurbaniyên mezin da. YPJ`ê ji bo me jinan hêz û rûmete, hebûna YPJ`ê hebûna me ye. Hikumeta demikî ji hêza jin û têkoşîna wê ditirse eger çi bibe bila bibe wê ev hikumet YPJ`ê qebûl bike. Heger qebûl neke jî em ê li pişta YPJ`ê bin û hemû bibin YPJ`ê. Herwiha YPJ`ê xwe da zanîn ku çawa li hemberî DAIŞ`ê şer bike û wan binpêbike da ku li hember her neheqiyekê bisekine, da ku têkoşîna xwe ya jinê biparêze.”
Jina bi nave Viyan Mihemed jî da zanîn ku Hêza YPJ`ê hêzek herî qewîne, bingeh û esasa wê heye û wiha axivî:”
Em hikumeta demkî qebûl nakin ku li hemberî jinê rabe, ji ber ku her tişt ji jinê hatî avakirin. Di dema xwezayê de û di fikir û felsefeya Serokatî de em qebûl nakin ku jin bingeh û esasa xwe têk bibe. YPJ`ê hêz û têkoşînê xwe girt. Em her tim dixwazin hêza me hebe, hêza jinê hebe di her aliyê de çi siyasî û çandî be. Ji ber ku Hêza YPJ`ê parastina jinê ye û hêza wê ye, ew hebûn û nasnameya me ye. YPJ`e ji bo me jinan hêvî, azadî û jiyanek nû afirand. YPJ`ê ji bo me hemû tişte.”
Di heman çarçoveyê de mêrê bi navê Mihemed Fewizî anî ziman ku jinê tevî hêza xw bi YPG`ê re berxwedanî kir di şerê îslamê de û wiha axivî:”Ev hikumeta niha derveyî îslamê û welatparêziyê ye. YPJ`ê di hindirê kurahiya
dîroka Rojavayî Kurdistanê de YPJ`ê hêzeke. Vê hêzê gelek tirs kir çavê dijmin de. Ev hikumet dixwaze vê welatî parçe parçeyî bike. Em wek Kurd em ê li pişta hêza xwe bin û heta cihê wê di destûra Sûriyê de çênebe em tu hikumetî di nava xwe nahewînin. Hêza me ya jin di tevahî Kurdistanê de dîrok nivîsand û di her şerî de xeta pêşîn bû. Têkoşîn û berxwedanî dikir ji bo karibe hebûn û nasnameya vî gelî biparêze.”






