Navenda Nûçeyan
Wê sibê di 7’ê Gulanê de yekemîn Festîvala Giyayên Buharî û Xwerinên Kurdewarî li Binarê Qendîlê bê lidarxistin. Ev festîval derfeteke ji bo nasandina berhemên xwemalî û firotina wan.
Li gorî ku Ajansa Rojnewsê belav kiriye, wê yekemîn car li Binarê Qendîlê Festîvala Giyayên Biharî û Xwarinên Kurdewarî were lidarxistin. Şêniyên Binarê Qendîlê lidarxistina festîvalê wek derfetek zêrîn ji bo firotin û nasandina berhemên xwemalî binav kirin.
Wê roja 7’ê Gulanê li gundê Endzê yê Binarê Qendîlê Yekemîn Festîvala Giyayên Biharî û Xwarinên Kurdewarî despê bike û sê rojan dom bike. Tê pêşbînîkirin ku bi hezaran kes ji deverên cûda serdana festîvalê bikin.
Di derbarê giringiya festîvalê ya ji bo deverê de xelkê Binarê Qendîlê axivîn û girîngiya vê festîvalê anîn ziman ku ev festîval weke vekirina bazarekê ye li pêş welatiyan daku nifşên nû jî bikarin bi rêya van çalakiyan xweza û berhemên deverê baştir nas bikin. Her wiha di aliyê aborî de wê gelek sûdmend be û bi taybet ji bo jin wê weke derfetekê be ku berhemên xwe yên xwemalî derxînin pêş.
Di heman demê de dan zanîn ku ev festîval ne tenê di aliyê aborî de, di heman demê de ji bo nîşandana çand û hunera deverê û xurtkirina peywendiyên civakî jî gelek giring e. Her wiha zengînbûna Qendîlê bi çêkirin û berhemên xwezayî .






