Navenda Nûçeyan
Pêşketinên bi lez ên ku di cîhanê de çêdibin, çi ji hêla teknolojiya an jî pîşesaziyê bandoreke pir mezin li ser jîngehê çêdike, ku di encamê de zehmetiyên mezin û xeternak derdixe hole, di heman demê de jî çareseriyên piralî bi xwe re aniye ji bo hêsankirina asta jiyanî.
Teknolojiya beşek girîng û sereke a jiyana me ya rojane ye. Teknolojiya di warên cûrbecûr de, ji tenduristî û perwerdehiyê bigire heya pîşesazî û ragihandinê, roleke girîng dilîze. Bi pêşketinên bilez a teknolojîk re, eşkere bûye ku teknolojiya bandorek dualî li ser jîngehê dike. Ji aliyekî ve, afrîneyên teknolojîk bûne alîkar di hêsankirina jiyanê de, baştirkirina asta jiyanî û zêdekirina hilberînê, lê ji aliyekî din ve, bûye sedema girankirina zehmetiyên jiîngehî wekî qirêjî, guherîna avhewayê û kêmbûna çavkaniyên xwezayî.
Ji destpêka dîrokê ve, mirovan hewl daye ku teknolojiyê bikar bîne da ku jiyanê baştir bike. Lê belê, her ku girêdayîbûna me bi teknolojiyê re zêde dibe, xetereyên wê yên jîngehê jî zêde bûne. Teknolojiya, şûrek dudevî ye, dikare ji bo parastina jîngehê an jî ji bo wêrankirina wê were bikar anîn.
Tevî feydeyên teknolojiyê, bandorên wê neyînî li ser jîngehê jî hene. Ev bandorên neyînî li gorî cureyên teknolojiyê, çawaniya bikaranîn û sepandina wê diguherin. Ji bo kêmkirina van bandorên neyînî û parastina jîngehê, pêşxistina teknolojiyên domdar û pejirandina pratîkên dostane yên jîngehê pêwîste.
Teknolojiya û zehmetiyên jîngehî
1-Qirêjiya Jîngehî
Qirêjî yek ji pirsgirêkên herî xeternak ên jîngehê ye ku ji pêşketina teknolojîk û pîşesaziyê çêdibe, ji ber ku ew zirarê dighîne tenduristiya mirovan û zindiyên din di heman demê de gefê li domdariya çavkaniyên xwezayî dixwe.
Gelek cureyên qirêjiyê hene jê:
Qirêjiya hewa: Ji ber derketina gazên zirardar ji kargeh, veguhastin û stasyonên elektrîkê çêdibe û dibe sedema zêdebûna asta karbondîoksît, oksîdên nîtrojenê û Kibrîtê di atmosferê de.
Ev cureya qirêjiyê bûye sedema zêdebûna nexweşiyên rêyên nefesê, wek Rebû herwiha bûye sedema zêdebûna pirsgirêka germbûna gerdûnî.
Qirêjiya hewayê: Ji ber rijandina bermayiyên pîşesazî û kanalîzasyonê di nava çavkaniyê avê, gelek çem, gol û okyanûs bandor bûne.
Ev yek rasterast bandorê li jiyana deryayî dike herwiha dema ku ava qirêj tê vexwarin tenduristiya mirovan dixe xeterê.
Qirêjiya Axê: Ev yek ji ber bikaranîna zêde ya gubre û dermanên kêzikan di çandiniyê de herwiha rijandina madeyên jehrîn ji bermayiyên pîşesaziyê, çêdibe.
Ev dibe sedema xirabûna kalîteya axê û kêmbûna kapasîteya wê ya ji bo hilberîna xwarinê.
2- Guhertina avhewayê
Guherîna avhewayê yek ji mezintirîn pirsgirêkên jîngehê ye ku îro cîhan pê re rû bi rû ye, ew bi awayekî bingehîn ji ber zêdebûna asta gazên serayê di atmosferê de, wek karbondîoksît û metan, wekî encamek şewitandina sotemeniyên fosîl di veguhastin, pîşesazî û hilberîna enerjiyê de çêdibe.
Ev bilindbûn bûye sedema zêdebûna germahiya Erdê, ku gelek diyardeyên hawîrdorê yên xeter çêdike, wek:
Helîna qeşaya qutbî ku dibe sedema bilindbûna asta deryayî û bajarên peravê bi lehiyê tehdît dike.
Zêdebûn û pirbûna karîsetên xwezayî, wek bahoz, lehî û pêlên germê, ku bandorê li ser jiyana bi mîlyonan mirovan dike.
Guherîna şêweyên hewayê ev yek bandorê li ser çandinî û hilberîna xwarinê dike di heman demê de dibe sedema derketina pirsgirêkên ewlehiya xwarinê.
3-kêmbûna çavkaniyên xwezayî
Bi zêdebûna berdewam a nifûsê û zêdebûna xerckirina gerdûnî re, cîhan bi pirsgirêkekên mezin rû bi rû ye, wekî kêmbûna çavkaniyên xwezayî bi rêjeyek ku ji kapasîteya cîhanê ya ji bo nûkirinê zêdetir dibe. Di nav van çavkaniyan de yên herî berbiçav ev in:
Ava şêrîn: Av di çandinî, pîşesazî û xerckirina navmalî de tê bikar anîn; lêbelê tevî vê yekê, cîhan ji ber zêdebikaranîn û guherîna avhewayê ku bandorê li çavkaniyên xwezayî dike, ji krîzeke avê ya zêde dikişîne.
Sotemeniyên fosîl: Her çend ew çavkaniya sereke ya enerjiyê ya cîhanê be jî, rezervên petrol, komir û gaza xwezayî kêm dibin, ev yek lêgerîna alternatîfên domdartir pêwîst dike.
Daristan: Daristan ji bo çandinî û pîşesaziyê bi berfirehî têne qutkirin, ev yek gefê li cihêrengiya biyolojîk dixwe û dibe sedema zêdebûna belavbûna karbonê.
4-Windabûna biyolojîkî
Çalakiyên mirovan, wek birîna daristanan, qirêjî û nêçîra zêde, faktorên sereke ne ku dibin sedema windabûna biyolojîk.
Cihêrengiya biyolojîk ji bo parastina hevsengiya jîngehî pir girîng e, ji ber ku nebat û ajal xizmetên jîngehê yên sererke peyda dikin, wekî paqijkirina hewa û avê, gubrekirina berheman û kontrolkirina nexweşiyan.
Rola teknolojiyê di çareserkirina pirsgirêkên jîngehê de
1-Enerjiya nûjenkirî
Yek ji çareseriyên sereke ji bo li hember sekinandina li dijî guherîna avhewayê û kêmkirina qirêjiyê, veguheztina ber bi çavkaniyên enerjiya nûjenkirî ye, wek:
Enerjiya rojê: Panelên rojê ji bo veguherandina tîrêjên rojê bo elektrîka paqij têne bikar anîn û bi vî awayî girêdayîbûna bi sotemeniyên fosîl kêm dibe.
Enerjiya bayê: Turbînên bayê ji bo hilberandina elektrîkê ku bi kapçsîteyeke mezin û bêyî belavbûna zirardar têne bikar anîn.
Enerjiya Germbûna Erdê: Germahiya navxweyî ya Erdê ji bo hilberandina enerjiyê tê bikar anîn, ku alternatîfek domdar ji bo stasyonên elektrîkê yên kevn peyda dike.
2- Baştirkirina karîgeriya xerckirina çavkaniyan
Teknolojiya bi rêya van rêbazan dibe alîkar ku bermahiyên heyî kêm bibin û karîgeriya çavkaniyan baştir bikin:
Pêşxistina amûrên ku xerckirina enerjiyê kêm dike, wek ampûlên xerckirina enerjiyê, pergalên germkirin û sarkirinê yên jîr.
Sîstemên avdanê yên nûjen ku xerckirina avê di çandiniyê de kêm dikin.
Vegerandina bermahiyan bi karanîna teknolojiyên pêşketî da ku ew veguherînin materyalên ji nû ve bikarbînin.
Ji xwe Kapasîteya vegerandina çopê ya welatekî bi giranî bi pêşveçûn û pêşketina wê ve girêdayî ye. Wekî nimûne Yekîtiya Ewropayê ji sedî 50 zêdetir pîşesaziyên vegerandina çopê yên cîhanê lê hene, ku zêdetirî 60 hezar kargeh û nêzîkî nîv milyon kes lê dixebitin.
Di sala 2013’an de, pîşesaziya vegerandinê li welatên Deryaya Spî ji sedî 39 çopê pêk dianî, lê ev hejmar li welatên Bakurê Ewropayê gihîşt ji sedî 65.
Lêbelê, lêçûna jîngehê ya teknolojiyê di aliyê neyînî de pir buha ye. Her sal nîv milyon kes li Çînê ji ber qirêjiya ji bermahiyên kargeh û wesayîtan dimirin, tevî hewldanên Pekînê yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.
Çîn yek ji hêzên pîşesaziyê yên pêşeng ên cîhanê ye, lê di heman demê de yek ji wan welatan e ku herî zêde ji qirêjiyê bandor dibe.
3- Çavdêriya jîngehê bi karanîna teknolojiya jîr
Teknolojiyên nûjen bi rêya van rêbazan alîkariya şopandin û analîzkirina guhertinên jîngehê dikin:
Satelîtên ku guherîna avhewayê, helandina qeşayê û asta qirêjiyê dişopînin.
Pergalên hîskirina jîr, ku kalîteya hewa û avê dişopînin û hişyariyên zû li ser qirêjkerên xeternak didin.
AI, ku ji bo analîzkirina daneyên jîngehê, pêşbînîkirina karîsetên xwezayî û girtina tedbîrên zû tê bikar anîn.
Teknolojî şûrekî dudevî ye; ew dikare ji bo parastina jîngehê an jî ji bo wêrankirina wê were bikar anîn. Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî ku piştrast bike ku teknolojiya bi awayekî domdar ji bo parastina gerstêrka me ji bo nifşên pêşerojê tê bikar anîn
Bi veberhênana li teknolojiya domdar, bilindkirina hişmendiya jîngehê û teşwîqkirina hevkariya di navbera hikûmet, karsazî û civakan de, dikare hevsengiyek di navbera pêşketina aborî û parastina jîngehê de were danîn û pêşerojek domdartir ji bo nifşên pêşerojê misoger bike.






