Gulîstan Xalid
15’ê Gulanê ji bo gelê Kurd û zimanê Kurdî rojeke girîng û xwedî wateyeke taybet e. Ev roj ne tenê wekî bîranîna zimanekî ye, lê di heman demê de wekî sembola têkoşîna dirêj a gelê Kurd ji bo parastin, pêşxistin û zindî ragirtina nasnameya xwe tê dîtin. Ziman, bingehê hebûna neteweyî ye; ji ber vê yekê, her siyaseta ku armanca wê tune kirin an jî qelskirina zimanekî be, di rastiyê de armanca wê jî tune kirina xwediyê wê zimanê ye.
Ziman esle, bê zimanî mayîn bê esil mayine. Zimanê gelekî ku bê parastin, weke netewe jî di nav dîrokê de dom dike. jiber di rastiya dîrokê de jî em dibînin ku wendahiya gelek civakan û ne diyariya koka wê an jî eslê wê jiber helandina di warê ziman de bûye. Jiber ziman ji bo her civakek hafîze û jiyane hevbeşe, ji lewma ziman ji bo her civakek hebûne, xwebûne.
Ji bo gelê kurd jî ziman bingehê hebûna civakî û neteweyî bûye. Di dîroka nêzîk de, gelê Kurd bi gelek siyasetan re rû bi rû maye ku bi giranî jî ew siyasetana li ser bingehê inkar û imhayê hatine ava kirin. Li gelek welatên ku Kurd tê de dijîn, zimanê Kurdî bi awayekî fermî qebûl nekirî bû, hînkirina wê hatibû qedexekirin, û li şûna wê zimanên din bi zor hatibûn sepandin. Ev siyaseta inkarê ne tenê di warê perwerdehiyê de, lê di medyayê, çandê û jiyana rojane de jî xwe nîşan dida. Bi vî rengî, armanc ew bû ku Kurd ji ziman û çanda xwe dûr bikevin û bi demê re nasnameya xwe winda bikin.
Lê belê, li dijî van siyasetan, têkoşînek berdewam û berxwedanek xurt hat pêşvebirin. Nivîskar, helbestvan, mamoste şoreşger û aktîvîstên kurd bi rû bi rû hatina şertên dijwar re jî hewl dan ku zimanê xwe zindî bigirin. Weşanên nefermî, xwendin û nivîsandina bi Kurdî di şertên qedexeyan de, û veguhastina çand û ziman ji nifşekê bo nifşeke din, hemû beşên girîng ên vê têkoşînê ne. Her çend gelek kes ji ber vê xebatê hatine cezakirin, girtin an jî neçar man ku welatê xwe bihêlin jî, lê wan dest ji armanca xwe berneda û têkoşîna vê domandin.
Di salên dawî de, bi bandora van têkoşînan, hin guhertin jî çêbûne. Zimanê Kurdî di hin deveran de dest pê kir ku bi awayekî fermî were qebûlkirin, li zanîngeh û dibistanan hate dayîn, û medyayên bi Kurdî zêde bûn. Lê her çend ev gav girîng bin jî, hîn gelek astengî hene. Siyaseta inkarê li hin dewletan tam weke berê bi awayeke yekser û eşkere nebe jî lê bi awayên cuda hîn jî dom dike, û pêdivî ye ku têkoşîn bi şêwazekî rêkûpêk û berdewam bidome.
15’ê Gulanê ji bo me bîranîna vê rastiyê ye ku ziman ne tenê amûrekî ragihandinê ye, lê ruhê neteweyekê ye. Parastina zimanê Kurdî, di heman demê de parastina dîrok, çand û hebûna gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku hemû kes heta saziyên civakî – berpirsiyariya xwe di vê warê de bizanin û beşdarî vê têkoşîna pîroz bibin.






