Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

4’ê Gulana 1937’an Destpêka Terteleya Dêrsimê

06/05/2026
in Serbest
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Dibe ku bi gotina jenosîda li ser gelê Yahûdî dest bi mijarê kirin tiştekî îronîk (rewşa pêkenokî ya bi êş) bibe lê Yahûdî ji bo nijadkujiya li ser wan dibêjin ‘yekane’. Em Kurd jî bi taybetî Dêrsimî ji bo jenosîd dawî ya Komara Tirkiye ku bi ser wan de aniye dibêjin ‘Tertele’.

Bi rastî kesên dest bi xwendina vê nivîsê bikin dibe ku bifikirin û bêjin “her hal Dêrsimê di vê dîrokê de cara destpêkê dest bi serhildanê kiriye, lê dema bi ser neketiye ji bo rêzgirtina êşên hatine kişandin ev dîrok hatiye derxistin pêş”. Lê dema em berê xwe didin belgeyên arşîvên Osmanî, tê fêmkirin ku rastiya Dêrsimê zêde ne wisa ye.

Ji dîroknas-nivîskar Mehmet Bayrak ku xwe gihandiye van arşîvan em fêr dibin, ku gelê Dêrsimê ti car ji paşayên Osmanî re serî natewîne. Hêzên dagirker ên Osmanî bi sedan caran êrîş anîne li ser erdên Dêrsimê lê her carê li çiyayên asê terpilîne. Ev împaratoriya navbirî ti car nekariye bi dilê xwe hespê xwe li ser van erdan bibezîne. Dîsa li gorî daneyên ku dîroknasê Kurd ê bi rûmet ku bi dest xistiye, tenê di du sed salên dawî yên Osmanî de ku ‘bayê avakirina netewe dewletê’ lê dabû (ev tehlîl ya fîlozofê çiyan Qasim Engîn e) erdên pîroz ên Dêrsimê zêdetirî du sed car bi êrîşên dirinde yên Turaniyan re rû bi rû dimîne. Di wan hewldanên dagirker ên împaratoriyê de her car ev warê pîroz karibûye xweseriya xwe biparêze.

Bi vê taybetmendiya xwe, Dêrsim heta vê dîroka bê bext kelhaya hilnaweşe û têknaçe ya gelê Kurd e.

Piştî, toz û qubara şerê despêkê yê cîhanê, hêzên emperyalist bi hezar dekûdolab û fenûfîtan îhtimala ku di navbera gelên Anatolî û gelê Kurd de komareke demokratîk ava bibe pûç kirin. Dewleta dagirkeriya Tirk bi îdamkirina Şêx Seîdê Kal û hevalên wî (29’ê Hezîrana 1925’an) li ber bircên Amedê teslîmbûna xwe ji emperyalîstan re piştrast kir. Ji ber ku hêzên dagirker dîrok pir baş dizanibûn, û li rewşa Dêrsimê  hayil bûn, rayedarekî dewleta Tirk hê piştî ji serhildana Şêx Seîd salekê-du salan (1926) gotibû “Dêrsim serê kinêre (kuleke pîs) ye divê were eciqandin.” Hê wê demê ti tişt li meydanê tinebû. Ne serhildan û ne jî berxwedana Dêrsimê, ne jî nelihevkirinek ku bûyibe pirsgirêkek mezin ku nehatibe çaraserkirin… Lê mixabin dewletê dixwest hê ji wê demê ve sedemeke maqûl  peyda bike, tiştekî bike sedem ku bi ser Dêrsimê ve were, êrîşê Kurdan bike.

Di encamê de li gorî xwe sedem jî peyda kir: mijar çi bû? Beriya Şoreşa Oktobira 1917’an artêşên Rûs heta bi Erzerom hatibûn, gelek erdên Serhedê xistibûn destê xwe. Ji ber Şoreşa Oktobirê, Lenîn biryar da ku artêşên Rûs ji van deran bikişin. Lewma hin cebilxaneya xwe li pey xwe hiştibûn. Kurdên Dêrsimî jî ji bo parastina xwe, beşeke vê dest danîbûn li ser. Vaye dewleta Tirk a dagirker ev rewş dikir wekî bahane!

Piştî vê hevdîtinê Pîr Seyid Riza fêm dike ku dewletê biryar daye dê fermanê li ser Dêrsimê rake!

Ji vê hevdîtinê dizivire, û tê. Li gorî lêkolînên dîroknasan Pîrê Dêrsimê Seyîd Riza li ser çaviyên ku Ava Munzurê jê dikişe civînekê bi serekeşîrên Dêrsimê re çêdike. Di vê civînê de ji wan re dibêje;  “Axano, begino! Êdî hatiye fêmkirin ku Gazî Paşa (M. Kemal) bi hezaran belayên xwe ve kemîn daniye. Ji bo hilweşandina Dêrsimê, ji bo qira wê bînin, her cure amadekarî tên kirin. Nebêjin ku niyeta wan bac e. Ji bo Elezîzê paşayekî wisa danîne ku kê bixwaze dikuje. Dêrsima Şah Xizir, bi navê ‘Tûncelî’ kirine bajar û bi ser Enqereyê de hesibandine. Li her dera Dêrsimê leşker bi cih kirine. Êdî her kes fêr bûye ku dê di biharê de êrîş were li ser Dêrsimê. Dêrsimiyên me ketine fikara can, malûmilkên xwe. Cotkarên me li rêyan, li gundan digirin, di avakirina pir û dibistanan de dixebitînin. Kî li dij derkeve jî lê didin, xeberan jê re didin. Kevir û axê pê  didin kişandin. Armanca wan eşkere ye. Wê her aliyê Dêrsimê belavela bikin û perperîşan bikin. … Hedefa wan ji kokê ve guhertina Dêrsimê ye.”

Lê ji vê bi şûn de ne Kurd vala disekinin û ne dewlet. Dewlet heqaretê li Kurdan dike, baregehên xwe zêde dike û êrîş li şeref û kerameta gel dike. ji ber vê; roja 20-21’ê Adara 1937’an dema pira ji daran hatibû çêkirin ya li ser Çemê Harçikê ku Pax û aliyê Kaxmûtê bi hev ve girê dide, ji aliyê Demenan û Haydaran ve tê hilweşandin û torên telefonê têne qutkirin, dewlet vê dike hincet û êrîşa li ser Dêrsimê ku bi salan amadekariyên wê dikir, dide destpêkirin. Beriya Harekata Leşkerî ya mezin, ji balafiran bi dîroka 4’ê Gulana 1937’an belavok têne avêtin û banga teslîmbûyînê li gelê herêmê tê kirin. Têde hişyarî dihat kirin ku yên werin teslîmkirin an jî bi xwe teslîm bibin wê ji bilî nêzîkatiya adil a dewletê bi tiştekî din re hevrû nebin. Eger xwe teslîm nekin artêşa dewletê dê qirra wan bîne. Vaye ev dîroka diyar ji bo hemû jenosîda li ser Dêrsimê tenê wekî nîşanekê ji rêzê ye.

Komkujî û jenosîda esasî piştî vê, heta piştî ku berxwedana çekdarî li ser erdên Dêrsimê namîne, piştî ku fermandarên Dêrsimê Elîşêr, Şahan Beg û Birahîmê birayê Seyîd Riza şehîd dibe, diqewime. Bi dehan hezar Kurdên bê çek û bê parastin di şikeftan de û li ser çiyan bi dermanên kîmyawî tene jehrîkirin û kuştin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.