Can Yûsiv
Helbestvan Dilawerê Zengî kaniyeke ku tucar ava wê namiçiqe û fenerek ronahiya wê venamire. Bi helbestên xwe yên şîrîn, nivîsarên xwe yên dewlemend û gotarên xwe yên kûrwate, wî pirtûkxaneya edebî û çandî ya Kurdî dewlemend kir.
Helbestvan, nivîskar û wergêrê kurd ,Dilawerê Zengî di sala 1961’an de li bajarê Amûdê ji dayîk û bavek kurd (Îsmaîl û Ferîde) hatiye dinya yê, tenê piştî çend mehan ji bobelata şewitandina sinemaya bajêr,çav xwe li jiyanê vekir ,ew komkujiya ku mayî wek birînek vekirî di bîranîna kurdan de.
Amûdê ji bo wî ne tenê cihê dayikbûnê bû, lê ji bo wî nasname , giyan û peyamek bû , xwest ku bi tîpên xwe wê zindî bihêle , bi helbestên xwe çîrokên wê bibêjêt, ku vedenga pêdariya wê, zindî bimîne li dijî dem û dijwariyan.
Dilawer di himbêza malbatek kurd ya netewperwer û kedkar de mezin bû , koka malbata wî vedigerê Bakurê Kurdistanê, gundê Qûmik, ku dikeve li navçeya Şirwanê ya parêzgeha Sêrtê ji êla dumiliya ye, û ji ber sedemên siyasî ji welatê xwe koçberbûn û di dawiyê de li bajarê Amûdê rûniştin.
Wî zarokiya xwe di bin sîberên darên Tû û Hinaran de , di nav kolanên kevnar ên Amûdê de , ku her kevirek çîrokek vedibêje, û her kuşeyek pestîna bîranînekî dike, di nav xweliya sînema bajêr de , ku hê jê difûre bêhna laşê zarokan, û di nav şûnwarên Girê Mozan, Şermola û Şaxir Bazarê de, hinêra wî dest pê kir, û hişmendiya wî ya torevanî dest bi hişyarbûnê kir.
Ji ava kanîyên wê yên zelal , wî şêwazê xwe yê helbestî vexwart, ji “Tuşa Amûdê” wî hişmendiya xwe ya neteweyî wergirt, û ji zengilên dêra Mar Îlyas û dengên mizgînan peyvên xwe hûnandin, li wir, di nav xwelî û çîçekan de, Dilawer dest bi nivîsandina destpêkên xwe kir , bi pênûsek ku êşa cih û xewnên gelê xwe hildigere, ku dengê wî bû neynikeka bîranînê ku qet nayê jêbirin, û nebezeka dilê gelekî ku qet naye şikestin.
Wî li bajarê Amûdê, dibistana seretayî, amedehî û navîn qedand û ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar ên ku malbata wî tê re derbas dibû,wî nekarî bû xwendina xwe ya zanîngehê temam bike,wî du salan li gundê Girsor karê mamostayî kir,lê ji ber rewşên jiyanê ên zehmet,ew neçar ma ku Amûdê û hemû bîranînên xwe li paş xwe bihêle û koçberî Şamê bibe di sala 1980’an de, li wir , heşt salan li wekî karmendekî ew li Zanîngeha Şamê xebitî.
Meylên wî yên wêjeyî û çandî û hezkirina wî ji bo nivîsandin û helbestê dest pê kir di temenek piçûk de û rola Mela Sederedîn bavê Kal li ser pêşketina wî ya edebî gelek girîng bû , û li ber destê wî fêrî alfabeyê û nivîsandina bi zimanê kurdî bû, û gava yekem ber bi cîhana peyv û nivîsandinê dest pê kir.
Di sala1979’an, wî dest bi nivîsîn û vehûnandina helbestan kir, piştî ku ji seydayê Tîrêj fêrî awayê nivîsîna helbesta klasîk bû , ji ber wêrekbûn û zîrektiya wî , Tîrêj navê “Dilawer” li wî kir.
Di dema xebata xwe ya li Şamê di salên heştiyan de ,dost û hevalên wî zêde bûn û têkiliyên wî yên wêjeyî û ramanî jî pir fireh bûn, li wir, wî gelek kesayetên edebî naskirin û di nav wan de jî di sala 1983’an de helbestvan û tekoşerê kurd Osman Sebrî nas kir,li ber destê wî, ew fêrî bingehên nivîsîna helbesta azad û pexşan bû, ku li ber wî deriyek nû vekir bo vegotin û nivîsandinê.
Dilawer di sala 1985’an de zewiciye û bavê çar zaroka ye (sê law û yek keç),wan malbatek ji bo wî avakirin ku peyvê wekî jiyanê pîroz dikin û bûn piştgir û germiyeke hêvîdar di rêwîtiya wî ya afirînerî û mirovahî de.
Di sala 1987’an de, nivîskar Rewşen Bedirxan naskir, û rolek çalak û girîng lîst di weşandina hin pirtûkên ji mîrateya malbata wê Bedirxan, ku wê demê hatibûn wergerandin ji aliyê wê ve.
Bi zêdebûna hişmendiya xwe ya neteweyî û kûrbûna hezkirina xwe ji bo wêje û çanda kurdî , wî xwe terxan kir ji bo karê wêjeyî û zimannasî, wî hêza xwe bi tevahî kir dibin xizmeta belavkirina zimanê kurdî de.
Helbestvan Dilawer têkiliyên wî yên hêzdar hebûn bi komek ji helbestvan û nivîskarên navdar ên kurd re mîna: Seydayê Tîrêj,Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Seydayê Keleş , Hamid Bedirxan, Omer lalê, Ehmed Palo, Ehmed Şêx Salih, Hadî Behlwî , Osman Sebrî, Tewfîq Huseynî û Rewşen Bedirxan û gelek kesên din ji sembolên edebiyata kurdî ku hevdu re rêwîtiya rewşenbîrî û ramanî parvekirine.
Helbestvan Dilawer zêdetir ji pêncî pirtûkan belav kiriye, ku di navbera çîrok û helbest, ziman û folklor, wêje, dîrok û werger de, bi zimanên kurdî û erebî, ev tenê beşek ji zêdetirîn berhemên wî yên edebî û çandî ne ku pê pirtûkxaneya kurdî û erebî dewlemend kiriye û roleke girîng lîstine di parastina bîr û xurtkirina nasnameyê de.
Berhemên wî yên çapkirî bi zimanê kurdî, wek:
- Dîwana (Pêdarî) helbest (1985)
- Berî Heyv Hilê – Komek çîrok (2001)
- Bînahî ( Gotar, lêkolîn, hevpeyivîn û helbest),2010
- Osman Sebrî (Jiyan , têkoşîn û berhem)- 2012
- Çîroka Ala Kurdî -2012
- Pirtûka (Wêjeya Kurdî -Di navbera Rastî û Hêviyan de) – 2014
- Rewan (Gotar û lêkolîn ) -2017
- Dîwana Gulistan – helbest -2019
- Jiyananameya kurdnivîsên Rojavayê Kurdistanê -2023
- Çemk û Çemek- 2025
- Raman û Wêje- 2025
Ji berhemên wî yên bi zimanê Erebî çapkirî ev in:
- El-Etyaf El-madî – 2009
- Pirtûka (Kurd û Kurdistan di nava rêwîtiyên dîrokê de) 2015
- Rewşen Bedirxan ( Jiyan û Berhem) – 2017
- Hedîl El-yemame Fî Yewm El-qîyame – 2024
- Bîranînên Osman Sebrî – 2001
- Dîroka Botan – 2025
Bexşîna wî ya wêjeyî tenê bi nivîsandina helbest , çîrok , gotar û lêkolînan sînordar ne ma , wî gelek pirtûkên nivîskar û helbestvanên kurdî wergirandine bo zimanên Kurdî û Erebî.
Hin ji wan pirtûkên ku ji zimanê kurdî ve hatine wergerandin bo zimanê erebî, ev in:
- Pirsa Kurdistanê (Celadet Bedirxan) – 1990
- Gramêra Zimanê Kurdî (Celadet Bedirxan) – 1990
- Bîranînên Osman Sebrî heta 2001 – 2001
- Serpêhatiyên Kurdan – Beşa 1 û 2 (Seydayê Tirîj) – 2010
- Xwendina Kurdî (Kamîran Bedirxan) – 2017
- Şerên Sasûnê (Seydayê Tirîj) – 2019
7- Destpêka Alfabaya Kurdî (Mihemed Uzun) – 2019
8- Şerefname (Ebdulreqîb Yûsif Zivingî) – 2018
9- Bîranînên Celadet Bedirxan – 2010.
Di heman demê , wî gelek dîwan û pirtûkên helbestvan û nivîskarên kurd ji xwendinên tîpên erebî veguhastine bo alfabeya latînî ya kurdî,wek :
- Dîwanên Seydayê Tirîj (Xelat – 1985, Zozan – 1990, Cûdî – 1998) û pirtûka wî: Mewlûda Pêxember – 2006
- Mem û Zîn a (Ehmedê Xanî), bi alîkariyê Seydayê Tirîj – 1985
- Dîwana helbestvan Yûsif Berazî(Zîndan)– 1985
- Dîwanên helbestvan Ebdurrehman Mizûrî: (Ji Evînê Çiriyên Kevin – 1991 û Li xelkî Tehlê li Min Şîrînî – 1991)
- Dîwana helbestvan Hizervan: (Ez û Agir) – 1998
- Dîroka Kelepûra Mîrnişîniya Botan (Mela Xelîfê Bafî )– 2005
- Şerefnameya Menzûm ( Cegerxwîn ) 1997
- Nivêjên Êzîdiyan ( Celadet Bedirxan )– 2017
Digel nivîsên xwe yên edebî, Dilawer beşdarî saziyên sererastkirina hejmarek rojname û kovarên kurdî bûye, , wek: (Gelawêj, Pers, Hîwar û Newroz). heya îro jî , ew xebata xwe di warê rojnamgêriyê bde berdewam dike , di nav kovar û rojnameyên edebî û çandî yên cuda de.
Dilawer hemû celebên helbestê nivîsandine ji helbesta klasîk ya terazû heta helbesta azad, û ji helbesta nûjen heta pexşan a diherike , peyvên wî bi bedewî û rehwanbêjîyê difûrin , ji ber vê sedemê, gelek muzîkjenên kurd helbestên wî kirin e awaz, û strandine di albûmên xwe de mîna:,( Mihemed Elî Şaker, Ebdulqadir Silêman, Elî Şengalî, Seyidxan, Ridwan Ken‘o, Xêrû Ebbas, Mehmûd Murad, Baran Kendeş, Ekrem Derwêş û hwd.)
Hin din yên ku asîmanê hunera kurdî bi dengên xwe yên şêrin û hestyar, ronahî kirine.
Di sala 1998’an de, Dilawer bi komek nivîskar û helbestvanên Rojava re beşdar bû di damezrandina komîteya “Xelata Osman Sebrî ji bo Biratiya Gelan” de, wekî rêzgirtinekî ji bo wan kesên ku piştgirî kirine ji dozên gelên sitembar
Dilawer nûnertiya komîteyê kir di civîngehên navneteweyî de, di sala 2000’an de, ew çû Ankara da ku xelatê bidê ramangêrê navdar Îsmaîl Beşikçî, ji bo helwestên wî yên wêrek ji bo doza kurdî. Paşê di sala 2004’an de, ew çû Fransayê da ku xelatê bidê Daniyel Mîtîran, ji bo sekna wî ya bi cesaret li kêleka mafên gelên bindest, û di sala 2008,an de, ew çû Almanyayê da xelatê pêşkêşî mamosteyê parêzer û zanyarê mafên mirov, Munzir El-Fazl, ji bo beşdariyên wî di warê dad û mafê mirov de.
Ji ber çalakiya wî ya çandî, edebî û siyasî, Dilawerê Zengî ji hêla rejîma Sûrî ve hate şopandin û astengkirin , ji lewra ew neçar ma ku di demek dirêj de nivîsarên xwe di bin navên veşartî de weşîne, da ku ew xwe biparêze û bikarê peyama xwe bidomîne.
Helbestvan Dilawer ne tenê nivîskarek an torevaneke , lê ew dibistanek edebî bi xwe ye , çavkaniyên wê qet namiçiqin ؛ ji avê wê ya şîrîn nifşên helbestvanên kurd jê vexartine û ji mîrateya wî fêr dibin bingehên edebiyatê, alfabeya xewnê, rehwanbêjiya helbestê û bedewiya rîtma kurdî ya girêdayî bi nasname û xweparêziyê ve
Ji ber beşdariyên wî yên girîng di dewlemendkirina wêjeya kurdî û dilsoziya wî ji bo xizmeta peyva azad, wî gelek xelatên rêzdariyê ji aliyê navendên çandî û wêjeyî yên kurdî ve wergirtin, mîna :
1- Xelata “Rêzname” ji aliyê rojnameya Medya –di salên 1999 û 2011 .
2- Xelata “komeleya Celadet Bedirxan ya Çandê” – Qamişlo, sala 2012,
3- Xelata “komeleya Şawîşka” – Qamişlo, sala 2013,
4-Xelata”Azadî” ( bi navê Xelata Mişel Temo ) – Qamişlo, di salên 2017 û 2018 de.
5- Xelata Roja Rojnamgeriya Kurdî di sala 2023 ji Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûriya ve.
Dilawerê di navbera salên 2013 û 2020 de serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê kir di wê demê de, wî roleke girîng di piştgirîkirina edebiyata kurdî û xurtkirina rola wê di jiyana çandî de lehîst, wî dizanî çawa ku peyvan ji ronahiya heyvê vehûne û helbestê li ser dîwarê hêvîyê bi nexşîne ,da ku wê bike çiraxek ku tarîya şevên reş ronî bike, tîpên wî xweş û şêrîn in, mîna cobarekî hûnik diherikin dilan giyan geş dike , birînan sax dike bi xunava wateyê û germahiya gotinê.
Bi helbestên xwe yên şîrîn nivîsarên xwe yên dewlemend û gotarên xwe yên kûrwate ,wî pirtûkxaneya edebî û çandî ya kurdî dewlemend kir û şopek hişte di bîra edebiyata hemdem a kurdî de nayê jêbirin û mîrateyek bêhempa hêla ku dê rêyên nifşên pêşerojê bi ronahiya peyvê û bîhnxweşiya xweparêziyê berdewam bike.






