Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derxistina buhayeke nû ji bo nanê Siyahî

06/05/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Derxistina buhayeke nû ji bo nanê Siyahî
Share on FacebookShare on Twitter

Jîn Hisên/Qamişlo

Hejamareke ji nangehên Siyahî yên bajarê Qamişlo piştî bilindbûna nirxê madeya mazotê zêdetirî sê qatana nangehên xwe rawestandibûn. Derbarê nerazîbûna rawestandinê jî Rêvberiya Nangehan buhayake nû danî.

Roja Yekşemê di dîroka 3’ê Gulanê de Rêveberiya Sotemeniyê ya herêma Cizîrê biryara bilidbûba nirxê hin cûreyên mazotê derxist, di biryarê de nirxê mazotê ya ji bo nangehên Siyasî zêdetirî sê qatan bilind kir, ku ji 2 hezar û 50 lîreyên Sûrî gihaşt 55 sentê Amerîkî, nêzî 7 hezarên Sûrî an jî zêdetir li gorî nirxê dolarê Amerîkî yê ku rojane tê guhertin.

Nangehên Siyahî nangehên xwe rawestandin

Piştî vê bilindbûnê piraniya nangehên Siyahî xebata xwe rawestandin e, ji ber ku bi bilindbûna nirxê mazotê buhayê hemû pêwistiyên çêkirina nan jî pê re bilidn bû, li gorî ku xwediyên nangehên Siyahî ji me re diyar kirin. Ev biryar di demekê tên ku rewşa boriya herêmê pir dijwar e û xirabûye. Di hemû aliyên jiyanî de buhabûn tê de hatiye nîşandan. Ji madeyên xwarinê heya dighêje tiştên herî sereke.

Buhayê pêwistiyên çêkirina nan bi bilidbûna nirxê mazotê ve girêdayî ye

Derbarê vê mijarê xwediyên nangehên Siyahî ji rojnameya me re diyar kirin ku bihayên hemû pêwistiyên çêkirina nan piştî bilindkirina nirxê mazotê bilindbûye. Herwiha anîn ziman ku toneke kîsê nan ji 1800 dolarî gihaştiye 2400 dolarê Amerîkî.Di heman demê de tona ard berê  bi 375 dolar bû niha gihaştiye 400 dolarî.

Xwediyên nangehên Siyahî destnîşan kirin ku ev faktor hemû bandorê li ser hilberîna çêkirina nan kirine. Herwiha nirxê guhertina dolarê Amerîkî yê rojane jî bandorekê pir mezin li ser kirîna pêwistiyên çêkirina nan kiriye, ji bilî biryara Rêveberiya Sotemeniyê ya herêma Cizîrê ku vê dawiyê derket di encamî de nirxê mazota nangehên Siyajhî bilind kir, ev yek bû sedem ku rasterast bandoreke pir mezin li ser hemû nangehan çêbike. Herwiha zelal kirin ku ji ber van nirxên bilind ew nema karin xebatê bikin û barê wan giran kiriye. Ji bilî van mijaran jî heq destê xebatkaran jî bilid bûye, dê xebatkar jî nema karin bi mûçeyên nizm xebatê bikin, ji ber bilindbûna madeyên xwarinê û yên din.

‘Divê li hember her bilindbûnekê rewşa jiyanî baş bibe’

Di heman demê de yek ji xwediyên nangehan a nanê Stûr li bajarê Qamişlo bi navê Cîhad Diyar Elî, ku di destpêkê de ji me re behsa bandora nirxê mazotê li ser rewşa welatiya kir û wiha anî ziman: “Bandora bilidbûna mazotê di destpêkê de li ser milet dike heta ku dighêje nangehan. Em karin nirxê nan niha bikin, lê di encamê de zirara herî mezin dighêje milet. Divê berî çi bilindbûneke buhayan bê kirin, di serî de gerek rewşa milet û rewşa jiyanî baş bibe, piştre made buha bibin.”

Cîhad Elî destnîşan kir ku zêdetirî sê qat hatiye li ser nirxê mazota nangehan û wiha anî ziman: “Berê her dem dema ku mazot buha dibû bandora wê ne mezin bû, lê bilidbûna vê dawiyê bi qatan hat bilidkirin. Ev yek bandorê li hemû warên jiyanî dike, milet û bazirgan bi taybet li kedkar û welatiyên hejar tê kirin.”

Di dawî de Cîhad Diyar Elî daxwaz kir ku gereke ev nirxê bê guhertin an jî guhertin di heqdestê kedkaran bê kirin û wiha got: “Divê ya herî sereke rewşa jiyanî a welatiyan baş bibe. Buhayê nan hîna bilindbûn tê de nehatiye kirin. lê eger nirxê mazotê wiha bimîne wê buhayê her nanekî bibe 6 hezar an zêdetir.

Buhaya nanê Siyahî bû 5500

Komîteya Nangehan û Yekîtiya Nangehên Siyahî di encama civînekê de ku roja Duşemê hat li dar xistin, biryar hat derxistin ku kîsê nanê Siyahî bibe 5500 lîreya Sûrî. Li gorî biryarê pêkanîna buhaya nû ji roja derxistina biryarê divê pêk bê. Ji bo nanê stûr jî, buhayê wê di rojên pêş de piştî temamkirina lêkolîna dawî li ser, dê were diyarkirin.

Ev bilindbûn di demekê hat ku di giştî bazarên bajarê Qamişlo bilidnbûna buhayan hatiye dîtin û bi buhabûna mazota piştgirî bi taybet buhayê empêran hevdem bû, ev faktor hemû dibin sedema bilidnbûna hemû pêwistiyên jiyanî û bandoreke mezin li ser welatiyan dike di heman demê de barê jiyanê li wan giran dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.