Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li bazara Qamişlo ya mirîşkan; cudabûna buhayan

06/05/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Li bazara Qamişlo ya mirîşkan; cudabûna buhayan
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Li bazara Qamişlo ya mirîşkan rewşeke nearam di cudabûna buhayên mirîşkan di navbera firoşgehan de derketiye holê. Sedema vê yekê jî nebûna buhyeke yekgirtî ku hiştiye her froşkarek bi awayekî serbixwe buhayê deyne, ev jî rasterast bandorê li ser hêza kirînê ya şêniyan kiriye.

Di rojên dawî de bazara mirîşkan a bajarê Qamişlo kêmbûneke balkêş di buhayê mirîşkan dîtiye ku yek kîlo gihaştiye nêzî 22 hezar lîreyên Sûrî. Lê belê ev buha bo hemû firoşgehan ne hatiye tesbîtkirin, ji ber ku nirxê firotina mirîşkan di nava bazara herêmî de ji cihekî bo cihekî din cuda ye, lewma ev yek rewşeke nearam di buhayan de çêkiriye.

Hêjayî gortinê ku di mehên borî de buhayê mirîşkan gihaştibû nêzî 30 hezar lîreyên Sûrî.

Cudabûneke zelel a buhayê di nava bazarê de

Di bazar û firoşgehên bajarê Qamişlo de rewşa cudabûna buhayê mirîşkan berdewam dike. Tevî kêmbûna berbiçav a vê dawiyê çêbûye jî, bi awayekî rojane di navbera firoşkaran de buha tê guhertin. Di dema heyî de buhayê kîloyekê li hin firoşgehan di navbera 22 hezaran heya 28 hezaran tê firotin.     

Ev cudabûn û guhertina ku di navbera bazarê de tê dîtin, bi çend faktoran girêdayî ye, di nav de faktorên aborî û lojîstîk, bi taybet lêçûnên hawirdekirin û dabînkirinê. Tevî daketina buhayê mirîşkan heta 22 hezaran jî, her çend ev kêmbûn bi rengek yekgirtî li hemî xalên firotanê nehat nîşandan.

Buhayê firotina mirîşkan li gorî cure û xizmetên pê ve girêdayî tê guhertin. Mirîşkên zindî bi buhayekî cuda tê firotin, lê dema ku tên serjêkirin buha diguhere û dema ku tên paqijkirin û amadekirin hîn zêde dibe.

Çavkaniyên dabînkirinê û bandora wê li ser buhayê

Firoşkarên mirîşkan xwe dispêrin çavkaniyên dabînkirinê yên cûda. Hin ji wan mirîşkan ji bazirganan dikirin, hin froşkarên din jî xwe dispêrin helberîna herêmî ji cihê xwedîkirina mirîşkan(medcene), ku ev yek dibe sedema cûdahiyên di lêçûna vê madeyê de. Ev cûdahî rasterast di buhayê dawî de xuyanî dike ku buha ji xwediyên medcenan li gorî yên ku ji navbeynkar û bazirganan têne kirîn, kêmtir in.

Di heman demê de mekanîzmeya kirînê di diyarkirina buhayan de roleke din jî dilîze, ji ber ku di hin rewşan de kirîn bi rêjeya dolar ve girêdayî ne ku dibe sedema guherînek berdewam di lêçûnê de û bi vî rengî bi awayekî rasterast bandorê li ser buhayên firotanê yên rojane di nava bazaran de, dike.

Ev cudabûn di çarçoveya nebûna şêwazê buhayê yekgirtî di navbera firoşgehan de berdewam dike, ji ber ku her firoşkar xwe dispêre texmînên lêçûn û qezencê, ku dibe sedema cûdahiyên ku dibe ku di heman taxê de jî werin dîtin. Wekî din, guherîna rojane ya buhayan diyarkirina buhayek sabît dijwar dike.

Lawazbûna tevgera kirîn û firotinê

Li gorî firoşgehên mirîşkan, ev rewş bi çalakiya firotanê ya sînorkirî re tê nîşan dan, ji ber ku tevî buhayên kêm li gorî demên berê, di bazarê de liv û tevgerek çalak tune ye. Ev rastî faktorên piralî yên di pêvajoya buhabûnê de nîşan dide, ji çavkaniya dabînkirinê û mekanîzmayên kirînê bigire heya lêçûnên xebitandinê û karûbarên zêde ku dibe sedema bihayê mirîşkan li bazarên herêmî bi berdewamî biguhere.

Di vê çarçoveyê de yek ji xwediyên firoşgehek mirîşkan a li bajarê Qamişlo Xalid El-Elî ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Buhayên mirîşkan rojane tên guhertin, ji ber ku em ji bazirgan bi nirxê dolar dikirin. Herwiha di navbera firoşgehekê bo firoşgeheke din de, cûdahiyek di buhayan de heye. Hin ji wan lêçûnên paqijiyê zêde dikin û yên din li gorî buhaya fermî difroşin. Her kes li gorî şiyana xwe difiroşe, xwediyên medcenê mirîşkan bi buhayekî kêmtir difiroşin. Lê belê, tevgera firotanê niha pir lawaz û kêm e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.