Stêrk Mihemed
Di 6’ê Gulana 1916’an de dema ku şoreşger, têkoşer, siyasetmedar û rewşenbîran Sûriyê û Libnanê daxwaza derketina dewleta Osmanî desthilatdar ji herêmê kirin hatin darvekirin û ew roj li Sûryê û Libnanê weke Roja Şehîdan hate îlankirin.
6’ê Gulanê li Sûriyê û Lubnanê wek ‘Roja Şehîdan’ tê bibîranîn. Ev roja piştî bidarvekirina rewşebîr, welatparêz û şoreşgerên Sûriyê, Lubnanê û Filistînê ji aliyê dewleta Osmanî ve di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ku sala 1916’an pêk hat. Osmaniyan siyaseta tirsandin û bidarvekirinê da meşandin da ku serweriya xwe li welêt ferz bike û herkesî li hember desthilatdariya Osmaniya disekinî û dagirkirina wan qebûl nedikir dihat darvekirin.
6’ê Gulanê Roja Şehîdên Sûriyê
6’ê Gulanê li Sûriyê û Lubnanê wek ‘Cejna Şehîdan’ tê pejrandin. Ev cejn piştî bidarvekirina rewşebîr, welatparêz û şoreşgerên Sûriyê, Lubnanê û Filistînê ji aliyê dewleta Osmanî ve di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de anku sala 1916’an, pêk hat. Osmaniyan di navbera 21’ê Tebaxa 1915’an û heta destpêka 1916’an gelek komkujî pêk anîn. Roja 6’ê Gulanê jî wek Cejna Şehîdan hat pejrandin, ji ber ku hejmara herî mezin a welatparêz û şoreşgeran li Beyrût û Şamê, di wê rojê de hatin bidarvekirin. Darvekirin di serdema Ehmed Cemal Paşa de pêk hatin ku yek ji serokên Komeleya Îtîhad û Teraqqî bû û di sala 1915’an de li ser Sûriyê û Lubnanê hate erkdarkirin.
Piştî ku Cemal Paşa desthiladriya Sûriyê bi dest xist, teror û zordarî ji xwe re kir bingeh. Serweriya xwe bi rêya kuştin û koçberkirinê ferz kir û bac, leşkeriya bi zorê û zimanê tirkî ferz kir. Piştî ku li Misirê têk çû û nikarîbû ji bin serweriya hêzên Brîtanyayê derxista, kiryarên xwînmij Cemal Paşa zêde bûn. Ji biryarên ku ji Kongreya Parîsê ya sala 1916’an derketine, beşdarbûna Ereban di rêveberiyê de û rêveberiya xweser a Ereban di nava erdên dewleta Osmanî de. Lê belê dewleta Osmanî biryarên kongreyê pêk neanîn û siyasetên xwe yên şovenîst ku li ser esasê ferzkirina serweriyê, talankirina xêr û bêran bû, her wiha siyasetên tirkkirinê û qirkirina çandî û ziman li herêmên ku dagir kirine û bi taybetî li Sûriyê û Lubnan û Iraqê berdewam kir. Van sedeman hişt ku çirûska şoreşan pê bikeve û bi taybetî rewşenbîr, siyasetmedar û şêxan banga derketin dagirkeriya Osmanî dikir. Dema ku şoreşên banga derketina dewleta Osmanî ji herêmê dikin, dest pê kirin, Osmaniyan siyaseta tirsandin û bidarvekirinê da meşandin da ku serweriya xwe li welêt ferz bike û gelek şoreşger, têkoşer, siyasetmedar û rewşebîrên herêmê bi dar ve kirin.
Li dijî desthilatdariya Osmaniyan serîhildan
Dewleta Osmanî dor li gel teng kir, lewra gel bi serkêşiya rewşenbîr û siyasetmedarên li dijî rêveberiya Osmanî serî hilda û hemleyên ku banga tevlêbûna şoreşa erebî ya mezin ku ji Hîcazê ji bo têkbirina Osmaniyan dest pê kiribû, bi rêxistin kirin. Da ku şoreşa rewşenbîr û dijberên siyaseta wî têk bibe û wan tune bike, Cemal Paşa ew bi têkiliyên bi Brîtanya û Fransayê re tawanbar kirin. Van tawanbariyan bingeha çalakiyên zordariya Osmaniyan li dijî fermandar, rewşenbîr û siyasetmedaran çêkir. Her wiha rêjeya kuştin û terorê zêde bû û rêzedarvekirinên li dijî kesên biguman dest pê kir. Li ser wê yekê, Cemal Paşa li dadgeha Sûriya ya li Çiyayê Lubnanê biryara bidarvekirina gelek rewşebîr û welatparêzên Şamê û Beyrûtê da. Dewleta Osmanî biryara bidarvekirinê li ser du beşan pêk anî. Beşa yekê di 21’ê Tebaxa 1915’an de pêk hat. Beşa duyemîn jî di 6’ê Gulana 1916’an de pêk hat ku hejmara herî mezin li Qada Biric a Beyrûtê, Qada Mercê ya Şamê hate bidarvekirin û piştre navên her du qadan veguherî Qada Şehîdan. Da ku rêveberiya Osmanî sûcên Cemal Paşa yê xwînmij veşêre, ew ji Sûriyê rakir û li şûna wî Cemal Paşa Mersînî ku bi navê (El-Sexîr) navdar bû, erkdar kir. Cemal Paşa yê xwînmij sala 1922’yan li bajarê Tiblîsê bi destê kesekî Ermen ê bi navê Estefan Zaxgiyan wek tolhildana komkujiyên Osmaniyan li dijî Ermenan ên sala 1915’an, hat kuştin. Piştre li dijî hemû berpirsên qirkirina Ermenan ku zêdetirî milyon û nîv Ermen bûn qurbanî, tevgereke berfireh bi navê çalakiya Nîmsês anku Ceza dest pê kir.
Dîroka dewleta Osmanî bi komkujiyên li dijî hemû gelan dagirtî ye
Dîroka dewleta Osmanî bi komkujiyên li dijî hemû gelên ne Tirk, dagirtî ye. Ji dema dagirkirina Sûriyê sala 1516`an ve, Osmaniyan li dijî elewiyên bajarê Helebê Komkujiya El-Til pêk anî. Ew komkujî yek ji bûyerên herî xirab ên dîrokê ye. Di komkujiyê de 90 hezar mêr, jin û zarok hatin qetilkirin. Komkujî bi navê El-Til hat binavkirin, ji ber ku seriyên jêkirî yên qurbaniyan li naverasta bajêr kom kirin û girekî (Til) mezin çêkirin. Bajarê Kerbela yê Iraqê jî ji komkujiyên Osmaniyên nefilitî. Di sala 1842`yan de dewleta Osmanî li bajarê Kerbelayê komkujiyek pêk anî û derdora 10 hezar jin, mêr û zarok kuştin. Bi heman şêweyî Osmaniyan komkujiyên xwe li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê dewam kirin û di salên 1937-1938`an de qirkirinên etnîk li dijî Kurdan pêk anîn ku bi ‘Komkujiya Dêrsimê’ hat naskirin. Di komkujiyê de zêdetirî 40 hezar Kurd hatin kuştin û zêdetirî 10 hezarî jî hatin koçberkirin. Her wiha komkujiyên ku di dema şoreşa Şêx Seîdê Pîranê ya sala 1925’an de pêk hatin û ‘Komkujiya Geliyê Zîlanê’. Gelê Yewnan jî rastî komkujiyên Osmaniyan hat. Di navbera salên 1914-1922’yan de, Osmaniyan qirkirineke komî li dijî Yewnanên li Anatolyayê pêk anî ku di navbera 450 hezar heta 750 hezar kesan de bûn qurbanî.
Herwiha Yewnan bi darê zorê hatin koçberkirin û cihên çandî û dîrokî yên xiristiyanên ortodoks hatin rûxandin. Xirabtirîn komkujiyên Osmaniyan di sala 1915`an de li dijî Ermenan pêk hat. Li gorî lêkolîneran, di navbera milyonek heta milyon û nîv mirov hatin kuştin. Ji ber vê yekê ev komkujî bi gelek navên din wekî Qetilama Ermeniyan, sûcê mezin tê binavkirin. Ji ber ku qetikirina Ermeniyan di şerê cîhanê yê yekemîn û piştî wê, bi rêk û pêk hat kirin. Di heman salê de, li dijî Suryanan Qetilama Sêfo pêk hat û 250 hezar heta 500 hezar kes hatin kuştin.
Di sala 1858’an de jî, Tirkan li dijî gelê Xiristiyan ên li bajarê Cide yê Erebistana Siûdî komkujiyek pêk anî û bi dehan bazirgan û biyanî bûn qurbanî. Her wiha sala 1917’an li paytexta Misirê Qahîrayê, dewleta Tirk komkujiyek pêk anî û 10 hezar kes kuşt.
Her gelekî para êş û komkujiyê ji dewleta Osmaniyan gitiye, ev bi sedê salane osmaniyan li hember gelê Kurd planê qirkirin û tunekinê dimeşîne heya roja me îro ev plan xwe berdewam dike. Dewleta Osmanî bi her rêbaz û awayî hewalda ku Kurdan qirbike û hertim şerê hebûn û qirkirinê li hember Kurdan dide meşandin. Komkujî li çar parçeyên Kurdistanê kiriye û mafê nasnameya Kurdî tune kiriye. Herwiha ew kesê ku daxwaza mafê Kurdiyeta xwe dikir rastî kuştin û girtinê dihat kirin, heya roja me îro bi sedan ji kesên Kurd di zindanê dewleta Tirk de ne ji ber parastin mafê Kurdî kiriye, herwiha bi dagirkirina xwe ji herêmên Kurdî weke Efrîn û Serê Kaniyê di 2018-2019’an de gelek komkujî, kuştin û revandin çûbûn ku heya niha gelek malbet çarenûsa zarokên xwe nizanin di heman demê de bi hezaran malbet bi darê zorê ji warê xwe ji ber dagirkirina dewleta Tirk ji herêmê wan re koçber bûn ku heya niha venegerîne warê xwe. Dewleta Tirk di qirkirin, komkujî û kuştin tevagî gelan de xwedî parake mezin e.
Çima hikumeta demkî a nû ya Sûriyê 6’ê gulanê weke roja Şehîdên Sûriyê qebûlnekir?
Di 8’ê Kanûna 2024’an de Rêjîma Baas piştî desthilatdariya zêdetirî 60 salî hate ruxandin, piştî wê hikumeteke nû hate ser desthiltadariya Sûriyê di destpêkê de bi navê Hayat Tehrir El şem bû, lê pitşre bi navê hikumeta demkî a Sûriyê cihê xwe girt. Ji destpêka hatine wan li ser desthildarsariya sûriyê re roja Şehîdên Sûriyê ango 6’ê Gulanê ji rojên sereke û girîng a Sûriyê hate paşguhkirin ev yek jî lêpirsîn û gumanê bi xwe re tîne gelo çima hikumeta nû a Sûriyê 6’ê Gulanê nake rojeke fermî û girîng di dîrok Sûriyê de?
Ev bûyer gelek pirs û dahûrandinan bi xwe re tîne, ji ber ku di Sûriyê de rol û cihek sereke ya dewleta Tirk bi awayekî veşartî di hikumeta Sûriyê de heye. Herwiha hikumeta demkî a Sûriyê destekdayîn û piştgiriya xwe ya di êrişan de ji dewleta Tirk a dagirker digire. Di heman demê de yê ku planên qirkirinê li ser gelê Kurd bi artêşa Sûriyê re dimşîne dewleta Tirk e. Herwiha yê ku komên çeteyan di Sûriyê de diparêza û piştgiriya wan dike dîsa dewleta Tirk a dagirkere ji ber bi vê yekê hikuemta demkî a Sûriyê vê rojê neka rojeke fermî di Sûriyê de ji ber ew komkuji bi dest Osmaniyan pêkhat, têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re xerab nake, lê komkujiyê li ser gelê xwe di Sûriyê de jibîr dike, ev tevahî jî ji bo berjewediyê xwe ye.






