Reşo Mihemed
Di roja 4’ê Gulanê de rêjîma Îranê 3 ciwanên Îranê bi dar ve kirin. Daneyên darvekirinê yên bi hêncetên cuda ji aliyê rejîma Îranê ve her ku diçe zêdetir dibin, rejîmê di 4’ê Gulanê de kesên ku tevlî xwepêşandanê bibûn, bi darve kir. Tevî êrişên li ser Îranê, rejîma Îran dev ji darvekirinan bernade û rojane ciwanan bi dar ve dike. Li gorî malpera nûçeyan a Mîzanê ya ser bi Dezgeha Dadwerî ya Îranê, sê kesên tevlî xwepêşandanên dawî yên Îranê bibûn, hatine darvekirin. Hate diyarkirin ku her 3 kesên bi navê Mehdî Resûlî, Mihemed Riza Mîrî û Îbrahîm Dewletabadî, li Meşhedê hatine darvekirin. Dema ku sûc ji bo beşdariya mirovan di xwepêşandanan de be, rêxistinên mafên mirovan cezayê kuştinê bi taybetî darvekirinê wekî binpêkirineke pir xeternak dibînin. Rêxistinên wekî Rêxistina Efû ya Navdewletî û Human Rights Watch ji bo vê yekê dibêjin ku protestoyên aştiyane mafekî bingehîn e ku dikeve bin azadiya derbirînê û ew li gorî qanûna navneteweyî ya mafên mirovan tê garantîkirin. Cezakirina vê kiriyarê di serî de ji xwe pirsgirêkeke, ji ber vê yekê heger cezakirin ji bo azadiya derbirînê be bi serê xwe pirsgirêkeke mezin, lê eger darvekirin be ew dikeve bin siya sûcên herî mezin û xeternak. Rêxistinên navdewletî destnîşan dikin ku li gorî standardên navnetewî, cezayê darvekirinê divê tenê ji bo sûcên herî giran (bi gelemperî wekî kuştina bi qestî) were sepandin. Ji ber vê yekê, ji bo protestokirin di rewşa tevliheviyên siyasî de pêkanîna cezayê darvekirinê binpêkirineke eşkere ya pîvanên mafên mirovan e. Ya sêyemîn, ev rêxistin dibînin ku cezayên bi vî rengî carinan ji bo çewisandina muxalefeta siyasî û tirsandina civakê têne bikaranîn, ne ji bo bidestxistina dadmendiyê. Ev 6 meh in ku Îran bûye şahidê tevlîheviyeke mezin, sedema tevlîheviyê jî şêwazê Îranê li hemberî gelên Îranê bi xwe ye, xwepêşander ji bo rewşa aborî ya xerab derketin xwepêşandan û mîtîngan, ev yek jî mafekî rewa ye, lê rêjîma Îranê ev yek bi çewsandin, desteserkirin, kuştin û darvekirinê bersivand. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, heta niha herî kêm 30 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Li Îran bi hebûna rêjîmeke wiha dozên têkildarî protestoyan çêdibin, di çarçoveya mikurhatinên bi darê zorê, dadmendiya sexte, nebûna parêzeran û darizandinên bilez de tên kirin. Ji ber van sedeman, rêxistinên mafên mirovan bang dikin ku divê cezayên darvekirinê yên li dijî xwepêşanderan bên bidawîkirin. Hewiha tekez dikin ku li gorî standardên dadperwer ji nû ve xwepêşander werin darizandin dema ku sûcdar bin û kiriyarên xerab kirbin. Di heman demê de rêxistinên parastina mafên mirovan doza parastina mirovan ji bo pêkanîna protestoyên aştiyane dikin. Di heman demê de xala 21 a Peymana Navnetewî ya Mafên Sivîl û Siyasî dibêje ku mafê kombûna aştiyane tê garantîkirin. Hetanî ku ji bo sedemên ewlehiyê girtin û bincavkirin hebe, divê bidarvekirin derheqê xwepêşanderan de pêkneyên. Xala 19 a Peymana Navnetewî ya Mafên Sivîl û Siyasî mafê her kesî garantî dike ku nêrînên xwe bi azadî îfade bike û tekez dike ku protesto û xwepêşandan wekî şêwazekî îfadekirinê tê hesibandin û ji ber vê yekê çewisandina wê bi cezayê herî zêde wekî darvekirinê xala peymanê bin pê dike. Dema ku êrişên DYA û Israîlê li ser Îranê pêkdihatin, Îran digot ev êriş destdirêjî ye û dûrî zagonên navdewletî ye, bi vî awayî durûtiya wê diyar dibe, ji milekî ve zagonan bin pê dike, sivîlên ku doza mafê xwe dikin bi dar ve dike û ji milê din ve doza pêkanîna zagonên navdewletî dike. Ji ber vê yekê jî divê Îran bi dadmendî nêzî kesên xwepêşanderan bibe, rêbazên aştiyane û guncav bi kar bîne, kuştin û darvekirin kirîzan çareser nake, lê belê kûrtir dike. Di heman demê de divê rêxistinên navdewletî û saziyên parastina mafên mirovan bi erka xwe rabin û zextekê li rêjîma Îranê bikin da ku şêwazê xwe yê darvekirina mirovan bi dawî bike, ma gelo heta kengî wê Îran mirovan bi dar ve bike?!






