Hemza Sêvo
Piştî rûxandina rêjîma Baas heya niha Israîlê 650 operasyonên leşkerî li başûrê Sûriyê pêkanîne. Hikumeta demkî jî ji van operasyonan bêdeng e, serweriya xaka Sûriyê li ber pencên parçebûn û qeyranên mezin hiştiye û ew bi dosyayên din ve mijûl dibe.
Binpêkirina serweriya başûrê Sûriyê di çarçoveya planên herêmî de!
Di nava guhertinên siyasî û ewlehî yên ku piştî hilweşîna rejîmê di 8’ê Berfanbara 2024’an de, qada Sûriyê bû şahidê zêdebûneke berbiçav a êrişên Îsraîlê yên li nav xaka Sûriyê. Ev yek jî di çarçoveyekê de ku wekî yek ji qonaxên herî hesas û xeternak ên salên dawî tê pênasekirin. Ev aloziya berdewam nêzîkatiyeke leşkerî ya wêrek nîşan dide ku bi binpêkirinên dubare yên xetên agirbestê û berfirehbûneke girîng di çarçoveya operasyonên bejahî de, bi taybetî li herêmên başûrê Sûriyê. Parêzgeha Quneytra û ya Daraa wekî deverên sereke yên rastî bûyerên wiha hatin û êrişên Îsraîlê li ser wê dubare bûn. Li gel êrişan jî avakirina xalên kontrolê yên demkî, pêkanîna serdegirtin û girtina kesan, ji bilî zirara rasterast ku bandorê li zeviyên çandiniyê û binesaziya jiyanê ya niştecihên herêmî dike, pêkhatin. Di rewşeke wiha de, metirsiya bandorkirina van operasyonan li ser ewlehî û aramiya mirovî zêde dibe, bi taybetî bi berdewamiya nebûna bersiveke bi bandor an jî tedbîrên parastinê yên zelal ji aliyê hikumeta demkî de.
Bi hatina hikumeta demkî re 650 cara Israîlê êrişên bejahî kirine
Di vê çarçoveyê de, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan da zanîn ku ji hilweşîna rejîma Baas ve heta Nîsana 2026’an, 650 operasyonên bejahî yên hêzên Îsraîlê di rêze operasyonên leşkerî pêkhatine, ev yek bi zêdebûna êrişên sîstematîk û berfirehbûna sînorên êrişên bejahî yên hêdî hêdî hat belgekirin. Operasyonên êrîşên Îsraîlê ji hilweşîna rejîmê di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de heta Nîsana 2026’an jî ev in:
-Ji 8’ê Berfabarê ve heya dawiya heman mehê 14 operasyon.
-Di Çileya 2025’an de 4 operasyon Israîlê
-Di Sibata sala 2025’an de 19 operasyon.
-Di Adarê de 30 operasyon.
-Di Nîsanê de 30 operasyon.
-Di Gulanê de 30 operasyon.
-Di Hezîranê de 38 operasyon.
-Di Tîrmehê de 32 operasyon.
-Di Tebaxê de 35 operasyon.
-Di Îlonê de 36 operasyon.
-Di Cotmehê de 40 operasyon.
-Di Mijdarê de 90 operasyon.
-Di Berfanbarê de 76 operasyon.
-Di Çileya 2026’an de 51 operasyonên Îsraîlê
-Di Sibata 2026’an de 51 operasyon
-Di Adara sala 2026’an de 68 operasyon.
-Di Nîsana 2026’an de 6 operasyon.
Çima hikumeta nû ya Sûriyê bêdeng e ji binpêkirinên Israîlê?
Mijara binpêkirina Israîlê ji serweriya xaka Sûriyê tev ji bo berjewendiyên xwe yên ku armanc jê kontrolkirina axa Sûriyê û parçebûna wê ye. Siyaseta Israîl derbarê Sûriyê mîna siyaseta wê li hemberî Lubnanê ye, armanca Israîlê ji oparsyonan ew e ku bargehên leşkerî xalên kontrolê yên xwe di başûrê Sûriyê de bi cih bike, ev yek jî di dema heyî de pêkan e. Li Sûriyê ne tenê binpêkirin û destwerdana Israîlê tê kirin, lê di radeya yekem de dewleta Tirk a dagirker cihê xwe digire, piştî rûxandina rêjîma Baas û beriya wê jî pirtûkeke tijî binpêkirinên kuştin, talankirin, komkujî, dizî, revandin, guhertina demografîk û hwd heye. Destwerdana hêzên weke Israîl û dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê û pêkanîna binpêkirinan di derheqê gelên Sûriyê de ne tiştekî nû ye di serdema niha de, lê belê di serdema rêjîma Baas de jî ev kiriyar dihatin bi serê gelan. Rêjîma Baas di serdema desthilatdariya xwe de bertek derheqê van kiriyaran de nedidan û hikumeta demkî ya Sûriyê jî bi heman rêbazî ye, ne rêjîma Baas bû parêzvan ji gelên Sûriyê û axa wê re û ne jî hikumeta demkî. Bi nebûna bertekek hikumeta Sûriyê pirsên cidî derdixe holê li ser rastiya van binpêkirinên dubare, di demekê de ku sivîl xwe di nav zêdebûna operasyon leşkerî û rewşa ewlehî ya lawaz de dibînin roj bi roj rewş tevlihevtir dibe. Piştî rûxandina rêjîma Baas hêviya gelên Sûriyê ew bû ku êdî hêzên navdewletî û herêmî nema destwerdanê di dosya Sûriyê de bikin da ku gelên Sûiyê bi xwe welatekî demokratîk û aştiyane ava bikin, lê nerîn û planên dewleta Tirk, Israîl û Amerîkayê li dijî vê yekê bûn, wan ji bo berjewendiyên xwe gelên Sûriyê û serwereiya wê dan ber bazaran, hikumeta Sûriyê jî ji bo domandina desthilatdariya xwe bêdeng dimîne.






