Farûk Sakik
Tîma berxwedanê Amedspor êdî di Sûper Lîgê de ye. Ev serkeftina Amedspor bi xwe re hin nirxên nû derxist qadan. Di pîrozbahiyên serkeftina Amedspor de me dît ku ev bi tene ne leyizkek futbolê di heman deme de di nav xwe de motîven neteweyî jî dihewîne. Motîvên Kurdayetiyê.
Dîmenên pîrozbahiyan, me bir 4 meh berê. Di destpêka sala 2026’an de dema şerê Rojava de, li kolanan rihê derketibû holê, îroj di pîrozbahiyên serkeftina Amedspor de me ji nû de şahidi kir.
Çima me got tîma berxwedanê? Bi rastî jî eniyek têkoşîna Kurdan dihat dîtin. Kurdan jî û dijber jî ev tîma futbolê wek eniyek berxwedanê dîtin. Dijberan êriş kir, Kurd jî xwedî derketin. Ev şer û têkoşîn bi serkeftina Amedspor encam bû.
Di bingeha xwedî derketina Amedspor da dîrokek kûr û dirêj heye. Bi tevgera azadiya Kurdistan re di gelek beşên civakê de hişyarî û guhertina forman destpêkir. Di sporê de jî ev yek pêkhat.
Heger ev tevger ev rihê netewî di Kurdan de neafiranda, bi tene wê çend fanatîkê derketina qadan û flamayên Amedspor bilind bikirina. Ew dayika li ser mile wê flamaya Amedspor û piştî gola yekemin aciz bûbû wê nehata stadyomê. Wê dayikên aştiyê li stadyomê dûa nekirina.
Ez hinek we bibim dîrokê. Dîroka Amedspor. Berî ku nav bibe Amedspor navê vê tîmê Diyarbakirspor bû. Di dawiya salên 70’ê, salên serkeftiên Diyarbakirspor bûn .
Diyarbakırspor, di dawiya salên 1970’an de di dîroka futbola Tirkiyeyê de bi serkeftinên pir girîng bi destxist
Di sezona 1975-1976 an de di Lîga 3’yan de bûye şampiyon û derket Lîga 2’yan (îro Lîga 1).
Di sezona 1976-1977’an de di Lîga 2’an de jî bêyî rawestan bûye şampiyon û di dîroka xwe de cara yekem derket Lîga 1’ê Futbolê ya Tirkiyeyê (Super Lîga îro).
Diyarbakirspor di vê serdemê de rekorek dina bi dest xist ku yekem tîmê Anatolyayê ye ku ji Lîga 3’yan were û bêyî navberê derkeve Lîga 1’ê.
Di sezona 1977-1978’an di lîga herî bilind de cara yekem cîh girt û bi performansek serkeftî sezonê di rêza 9’an de bi dawî kir.
Di sezona 1978-1979’an, serdemên herî serkeftî yên dîroka kulûbê ye. Tîm bi lezekî mezin dest pê kir û di çend hefteyên pêşîn de li ser kursiya lîdertiyê rûnişt. Di dawiya sezonê di rêza 5’an de bi dawî kir. serkeftineke mezin bi dest xistibû.
Di dawiya salên 70’yî de bû yek ji deplasmanên herî zehmet ên tîmên Stembolê (Beşîktaş, Fenerbahçe, Galatasaray)
Belê, Amed spor xwedî dîrokek bi vî rengî bû. Di wan serkeftinên wan de di kolanan de xwedî derketinek wek îroj em nabînin. Wek me got, hin fanatik û cîwanên xançepek li dora vê tîma Futbolê bûn. Disala 1978’an de dema ku derketin lîga yekem, li Mûşê, Şirnexê, Colemêrgê, Ewrûpa, Amerîka hwd. Kurd derneketin qadan. Dive em li du vê sosyolojiya di civakê de guhertin çêkiriye baş analiz bikin.
Di sala (1978) ku ew derketin lîga yekemin, partiyek bi navê PKK’ê hat damezirandin. PKK bi têkoşîna xwe hemû kodên netewî de guhertin çêkir. Êdî di her beşên civakê de Kurd bi kodên netewa xwe tevdigeriyan. Di van salên dawî de dema ku Diyarbakirspor navê xwe guhert û wek Amedspor îlan kir, êdî nasnameya wê ya Kurdewarî zelal bû. Gel ev yek dît û lê xwedî derket.
Dema ku bû şampiyon, rihê netewî yê ku ji sala 1978’an destpêkiribû, ewroj li qadên pîrozbahiyan bûn.






