Ronahî Sadûn/Qamişlo
Piştî Şoreşa Rojava, cara yekem di dîroka Sûriyê de zimanê Kurdî li Rojava bû zimanê fermî, ev yek jî rê li ber polîtîkayên asîmîlasyonê girt. Ev fermîbûn ne tenê siyasî bû, lê ruhê gel jî vejand. Niha jî, ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê ve hewildan hene ku dîsa rêbaza sedsalê li ser zimanê Kurdî bide meşandin.
Ziman ji bo gelekî ne tenê amûreke danûstendinê ye, lê belê nasname, hebûn û rûmeta wî gelî ye. Dîroka zimanê Kurdî dîrokeke berxwedanê ye ku bi êş û berdêlên giran hatiye parastin. Di sedsala dawî de, polîtîkayên asîmîlasyonê li her çar parçeyên Kurdistanê bi sîstematîk hatin meşandin. Ji ber ku dagirkeran dizanibû ger zimanek bimire, gelê wî jî dimire. Lewra êrişa herî mezin birin ser ziman. Lê belê Kurdan zimanê xwe di çîrok, gotin, dengbêjî û di nava malbatan de parastin. Ji ber ziman ji bo Kurdan qada têkoşînê ya herî mezin e.
Koka her mirovekî/ê zimanê dayika wî ye
Zimanê dayikê ji girêdana herî bingehîn e ku mirov bi rêya wê yekem car bi cîhanê re rû bi rû dimîne û hestên xwe diyar dike. Zarokek ku bi zimanê xwe yê zikmakî fêr dibe, difikire û diafirîne, hem serkeftina akademîk û hem jî baweriya xwe bi xwe zêde dike. Ji ber ku mirov dikare tenê bi zimanê xwe bi awayekî zelaltir, rastir û afirînetir xwe îfade bike. Ev ne tenê bandorek erênî li ser pêşketina takekesî, lê di heman demê de li ser pêşketina civakê jî dike. Civakên ku bi zimanê xwe yê zikmakî zarokên xwe mezin dikin, nirxên xwe yên çandî diparêzin û bi baweriyek mezintir ber bi siberojê ve diçin. Ji ber vê yekê, parastina zimanê dayikê ne tenê parastina mîrateya çandî ye, lê di heman demê de tê wateya rêzgirtina nasnameya takekesî, azadiya raman û mafê perwerdeyê jî. Zimanê dayikê koka mirovekî ye. Lewra kes û civakên xwedî kokên xurt, dikarin di her şert û mercan de bijîn. Ji ber vê yekê, zindî hiştina zimanê dayikê û veguhestina wê ji nifşên siberojê re hem berpirsiyariyek mirovî û hem jî berpirsiyariyek gerdûnî ye. Li tevahî cîhanê ya sereke ji bo naskirina mirov û qebûlkirina wî/ê ziman mercê sereke ye. Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên girîng ên herêma Rojhilata Navîn e, dîroka wê pir kevin û dewlemend e. Zimanê Kurdî hebûna gelekî bi salan e ji bo wê têkoşîn kirine.
Zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî ne nû
Qedexekirina zimanê Kurdî di nava pêvajoyeke dirêj û bi salan e li nav Kurdistana ku hatiye parçekirin, hatiye meşandin. Ev polîtîka bi armanca asîmîlasyonê û ji holê rakirina nasnameya Kurdî, hatiye kirin. Zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî ne nû ne, lê ji avakirina sîsteman an jî dewletan û heta niha bi awayekî plankirî, berdewam dikin. Ev yek hiştiye ku heta niha mafê “perwerdeya bi zimanê dayikê” di qanûna bingehîn de li Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, neyê misogerkirin. Girêdayî rewşa zimanê Kurdî, em ê di nava rapora xwe de balê bikşînin ser qedexekirina zimanê Kurdî beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, herwiha rewşa wê di nava salên şoreşê de û girêdana wê bi rewşa îro re.
Beriya Şoreşa Rojava rewşa zimanê Kurdî çawa bû?
Zimanê Kurdî li Sûriyê bi dehê salan ji aliyê sîstemên heyî li pey hev bi taybetî piştî hatina rejîma Baasê ser desthilatdariyê di sala 1963’an de bi awayekî fermî hatibû qedexekirin. Ev polîtîkayên çewisandinê bi armanca “Erebkirinê” hatibûn meşandin. Di wan deman de li Sûriyê mafê gelan dihat binpêkirin. Bawerî û netewên cûda nedihatin qebûl kirin. Netew dewleta Sûriyê li ser bingeha yek ziman, yek netew, yek bawerî û yek al hatibû ava kirin û hemû netewên cûda tune hatibûn hesibandin. Ew yek jî her tim bi xwe re alozî anîn. Ji ber ku tu gel bê ziman û nasname nikare bijî. Ziman mafê bingehîn a mirovan e. Mafekî xwezayî ye. Di peymana navneteweyî de jî ew maf hatiyê destnîşan kirin. Lê di nava Sûriyê de, taybet gelê Kurd û gelên cûda ji vê peymanê û mafî bêpar hatibûn hiştin. Tîpeke Kurdî dibû sedema girtin û kuştinê. Lê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re zindîkirina rastiya dîrokê pêk hat. Gelek ol û bawerî di nava Sûriyê de hene, lê weke tune dihatin hesibandin. Şoreşa 19’ê Tirmehê ew rastiyên dîrokê zindî kir.
Destpêka qedexekirina zimanê Kurdî li Sûriyê
Piştî serxwebûna Sûriyê û bi taybetî di salên 1960’an de, zextên li ser nasnameya Kurdî zêde bûn. Di sala 1962’an de jî bi hezaran kurd ji mafê welatîbûnê hatin bêparkirin û bênasnameya Sûrî man. Li kêleka wê bi salan, xwendin û perwerdehiya bi zimanê Kurdî di dibistanên dewletê de bi temamî qedexe bû. Tenê zimanê erebî wekî zimanê fermî yê xwendin, nivîsandin û dezgehên dewletê dihat naskirin. Herwiha ne tenê li dibistanan, lê di qadên giştî, weşan, muzîk û heta di navên dikanan de jî bikaranîna Kurdî rastî astengiyan dihat. Kesên ku dixwestin Kurdî hîn bikin, neçar bûn ku vê xebatê bi dizî li malan pêk bînin. Di heman demê de navên zarokan, dibistanan, firoşgehan û hwd… çi tiştê bi Kurdî qedexe bûn. Ji bo zimanê Kurdî bi sedan kes di zindanan de rastî işkenceyeke xirab hatin û heta hatin windakirin jî, ev hemû di çarçoveya siyaseta sîstemên Sûriyê de, li ser gelê Sûriyê dihat meşandin.
Kengî guhertin di rewşa zimanê Kurdî de dest pê kir?
Piştî sala 2011’an ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê û kontrolkirina herêmên Kurdî ji aliyê kurdan ve (Rojavayê Kurdistanê), qedexeya li ser zimanê Kurdî di pratîkê de li vê herêmê bi dawî bû. Ev yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşê bû. Piştî Şoreşa Rojava, cara yekem di dîroka Sûriyê de zimanê Kurdî bû zimanê perwerdehiyê. Îro ji dibistana seretayî heya zanîngehan bi Kurdî perwerde tê dayîn. Ev yek ne tenê destkeftiyeke siyasî ye, lê vejîna ruhê gelekî ye. Bi saya vê şoreşê bi hezaran mamoste li zanîngehên Kurdî derçûn û bi sedan dibistan hatin vekirin. Niha li hemû dibistanên Rojavayê Kurdistanê xwendina bi Kurdî û zimanên dîtir tê kirin. Di heman demê de piştî şoreşê, weşanxane, kovar, rojname û radyoyên bi Kurdî zêde bûn. Nivîskar û helbestvanên Kurd bi azadî berhemên xwe bi kurmancî û alfabeya latînî çap dikin. Tevî ku zimanê Kurdî di rewşeke zehmet de bû, şoreşê rê li ber polîtîkayên asîmîlasyonê girt û hişyariya zimanê dayikê di nava gel de zêde kir. Zimanê Kurdî di Şoreşa Rojava de ji qada jiyana taybet derketiye û bûye zimanê fermî û perwerdehiyê ku ev yek di dîroka Sûriyê de gaveke dîrokî tê hesibandin. Şoreşa Rojava ne tenê ronahî da ser zimanê Kurdî, lê li kêleke zimanê Kurdî her kes bi zimanê xwe fêr dibe û sîstema demokratîk li tevahî dezgeh û saziyan tê meşandin.
Modela perwerdeyê bi rengê demokartîk
Piştî şoreşê rûpelekê nû hat vêkirin. Tiştên ku ji gelê Kurd hatibûn qedexekirin û jê mahrûm bibûn, edî karîn li ser bixebitin û bijîn. Zarokên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û hemû netewan azad bûn ku bi zimanê xwe perwerde bibin. Ew yek jî di nava gelan de bû sedema aramiyê û hezkirinê. Ji ber bi salên dirêj siyasetên çewt û hevdû nehevqebûlkirin bibûn sedema zehmetî û aloziyên mezin. Lê bi pergala Neteweya Demokratîk ku wekheviya gelan esas digire, aloziyên di navbera gelan de jî çareser dike. Piştî avabûna Rêveberiya Xweser, Desteya Perwerdehiyê li ser bingeha Neteweya Demokratîk hate damezrandin. Pergala perwerdehiya li Rojavayê Kurdistanê pir zimanî ye, dibistan, sazî û dezgehên hatin avakirin û ji aliyê perwerdehiyê ve gavên mezin hatin avetin. Bi sedan şagirtên li ser esasê Neteweya Demokratîk perwerde dîtine mezin dibin û xizmeta gelê herême dikin. Hemû jî bi zimanê xwe perwerde dibin. Ew di Rojhilata Navîn de modeleke yekemîn bû.
Berdêlên mezin û parastina hebûnê
Her serhildaneke Kurdan di bingeha xwe de parastina mafê hebûnê bû. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi hezaran mirov ji ber axaftin, nivîsandin an jî stranên Kurdî hatin girtin an jî canê xwe ji dest dan. Ev berdêl îro bûne sedem ku zimanê Kurdî bibe zimanekî akademîk, wêjeyî û medyayî ku kes nikare jê vegere.
Parastina Zimanê Kurdî parastina Kurdistanê ye
Niha jî piştî guhertinên di sîstema Sûriyê de hate kirin ku hikumeteke nû hat “Hikumeta demkî ya Sûriyê.” Ev hikumet jî dixwaze eynî rêbazên sedsalê li ser zimanê Kurdî bide meşandin ku qebûlkirineke fermî ji bo zimanê Kurdî pêk neyîne û hebûna gelê Kurd gorî xwe bide pênasekirin. Girêdayî ziman dixwaze tenê di heftiyê du caran wekî ku ew dibêjin dibe ku bi yek carê re jî nebe, li dibistanan bê dayîn û tenê zimanê Erebî bibe zimanê giştî û fermî. Lê divê were diyarkirin ku zimanê Kurdî bi saya ked û berxwedana gelê xwe ji bin xoliya dîrokê derket. Parastina ziman, îro ji her demê bêtir wateya parastina Kurdistanê dide. Lewra divê zimanê Kurdî weke zimanekî ferî di destûra Sûriyê de cih bigre.






