Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Neqebûlkirin, Têkoşîna 14 salan naguherîne

06/05/2026
in JIN
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Şoreşên ku bi pêşengtiya jinan hatine destpêkirin, bûn rûpelek di bîra dîrokê de. Ev şoreş û serhildan her çiqasî bi îradeya jin hatibûn destpêkirin jî, lê bi destê zihniyeta serdest a mêrperest hatin valaderxistin. Di hundir şoreşên giştî de jî para jin a bi hêz hebûn, lê belê ger em bala xwe bidinê ev rastî û tecrûbe bi mînakên herî kêm, di dîrokê de hatine bîranîn.

Em li vir nînin ku hewlên mêrên ku bê westandin ji bo guhertina rastiya welat û gelên xwe xebitîne kêm bikin, her wiha em wan tewanbar nakin ji ber zayendîbûna wan. Lêbelê, em her gav dipirsin çima cîhan dîroka şoreşên gerdûnî tenê ji hêla “çend mêran” ve ku hatine rêvebirin, pênase dike. Û çima şoreşên ku ji hêla jinên bêwestan di seranserê dîrokê de hatine rêvebirin, weke ku nîn in dihesibînin û paşguh dikin.

Ji ber ku em red dikin ku bibin beşek ji sîstemekê ku rola jinan di guhertina civaka ku ew tê de dijîn de bêbandor dike, û em red dikin ku beşdarî veşartina bûyerên girîng ên dîrokî bibin ku jinan tê de roleke pêşeng lîstine. Her wiha ji ber ku em nêzîkatiyên pêvajoya guhertinê, çi aştiyane be çi çekdarî be, bi tenê bi mêran ve sînordar dike, û wê fikrê ku jin nikarin di welatên xwe de pozîsyonên serokatiyê bigirin, em van tiştan dinivêsin.

Di dîrokê de bi sedan rêxistin, serhildan, şoreş û tevgerên ji bo jin û bi destê jin hatine avakirin û pêşengtî di civakê de kirine, hene. Çima ev pergal niha rola van jinan di civakê de qels dike û tune dike. Ma ji mafê kê ye ku bi pel û heqîqetên dîrokê bilêze. Niha em dixwazin balê bikşînin ser yek ji rêxistinên ku di şoreşa jin a herî dawî de rol lîstiye, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Şoreşa Jin ku yekemên şoreş di serdema heyî de bi girêdan, yekbûn û bi fikra jinê ji bo hemû jinan tê avakirin û bi ser dikeve. Di Rojavayê Kurdistanê de yek ji pêşengên Tevgerên Jin ên ku hatine avakirin; ew jî Kongra Star e.

Kongreya Star: Rêxistineke jinan a konfederal û demokratîk e. Ew li ser rêxistinkirin, perwerdekirin, bihêzkirina jinan, û têkoşîna ji bo rizgariya jinan û wekheviya zayendî di hemû warên jiyanê de, radiweste. Kongreya Star li ser modelek demokrasiyê, parastina jîngehê û rizgariya jinan hatiye damezrandin. Bi rêya dirûşmeya xwe “Rojavayek Azad, Sûriyeyek Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk” hewl dide ku sîstemek neteweya demokratîk bi dest bixe û azadiya jinan pêş bixe.

Her wiha Ji bo kêmkirina girêdayîbûna gel û durketina ji hikumeta navendî û dewletê, saziyên serbixwe hatin pêşxistin, di nav de rêxistinên xweparastinê, û her wiha saziyên aborî, hiqûqî, dîplomatîk û çandî. Kongreya Star ji komun, encumen, akademî, kooperatîf û komîteyan pêk tê. Kongreya Star ji bo rêxistinkirin û pêkanîna civakek wekhev, azad û dadperwer li dijî zihniyeta baviksalar, nijadperest û kapîtalîst têdikoşe.

Dema ku Şoreşa Jinan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava dest pê kir, tevgera jinan roleke pêşeng lîst. Kongra Star li dijî hemû şêwe û zimanê nijadperestî, zîhniyeta baviksalar û zayendperestiyê derket. Her wiha li dijî pêkanîn û polîtîkayên mêtînkariyê, asîmîlasyonê, qirkerkirin û kapîtalîst têdikoşe, her wiha Kongra Star hemû destkeftî û destkeftiyên jinên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê û zihniyeta wê de pêşengî kirine diparêze, û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wekî hêzek ji bo parastina jinan dibîne.

Ev rêxistina ku yekemîn care di dîrokê de bi ser dikeve û ji bo hemû jinên herêmê dibe hêz, di aloziya Sûriyê de ne ji aliyê hikumeta hilweşandî ya Baas ve hate qebûlkirin û ne jî ji aliyê hêzên pozisyonê û hemû komên din ên zayendperest û nijadperest ve. Lê belê rêxistinbûna xwe berdewam kir û bûye ninûneya yekemîn di caraliyên Kurstanê de.

Niha hikumeta demkî ya Sûriyê di çarçoveya entegrasyonê de, careke din dixwaze vê xebatê napejrîne û qebûl nake. Gelo xebateke ku temenê wê nêzê 14 sala ye û bûye hêzêk û palpiştek ji bo hemû jinan bi hemû cudahiyên xwe yên etnîkî, netewî û bawerî. Wê ji niha û pê de were tunekirin? Kongra Star ne tenê rêxistinek û xebateke; ew ezmûna yekemîn a rêxistinbûyna jin a serkeftî di dîroka têkoşîna jin de ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.