Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengê jinên Rojava ji bo piştgiriya YPJ’ê bilind dibe

06/05/2026
in JIN
A A
Dengê jinên Rojava ji bo piştgiriya YPJ’ê bilind dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Hîlala Zêrîn Hêvî Ebdulqadir diyar kir ku ji bo statuya YPJ’ê  li Sûriyê bê qebûlkirin tevlî kampanyaya piştgiriya YPJ’ê bûne û wiha got: “Divê YPJ’ê jî wek hêzên din di destûra Sûriyê ya nû de were qebûlkirin.”

Ji bo nebicihbûna Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê di destûra Sûriyê ya nû de, Kongra Star di 26’ê Nîsanê de kampaniyayek ji bo piştgiriya YPJ’ê da destpêkirin. Di derbarê mijarê de Komîteya Perwerdeyê ya Hîlala Zêrîn Hêvî Ebdulqadir ji Rojnameya me re axivî.

‘Em ê piştgiriya hêza xwe YPJ’ê bikin’

Hêvî anî ziman ku ew ê piştgiriya hêza YPJ’ê bikin û wiha got: “Weke ku em dizanin di 26’ê Nîsanê de kampanya piştgiriya YPJ’ê hate ragihandin. Ev kampaniya di bin dirûşmeya “Em hemû YPJ’e ne, YPJ nûnertiya me dike” hat destpêkirin. Ji bo vê em jî wek Hîlala Zêrîn ji bo vê kampanyayê piştgiriyê didin hêza me ya jin YPJ’ê. Weke ku em dizanin YPJ’ê hêzeke me ya cûda ye ku ji bo me xwedî wateyeke herî mezin e. Di daxuyaniya piştgiriya YPJ’ê de me dît ku gelek xalên girîng têde hatin dayîn ji bo wê jî em ê li ser wan xalan yek bi yek bisekinin. Ji ber ku îro hêza YPJ’ê ji bo me xwedî cihekî xwe yê pir girînge di nava civakê de. Ji ber wê em ê hewil bidin ku em vê kampanyanyê mezin bikin da ku hêza me YPJ’ ê neyê rawestandin.”

‘Hêza YPJ’ê xwedî bandoreke pir mezin bû di nava civakê de’

Hêvî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de di sala 2011’an û heya sala 2026’ an de ku ev bû 15 sal Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Hêza me ya YPJ’ê pêwistiyek wê hebû di nava Şoreşa Rojava de ku were avakirin. Li gorî paradîgmeya me, di qadên leşkerî de divê ne tenê hêza YPG’ê hebûya, lê gerek li kêleka wê hêzeke jin jî heba, da ku rola jinê di qada leşkerî de di nava  Şoreşê de hebe. Ji ber wê jî hêzên YPJ’ê bi rengekî cûda hat avakirin, di YPJ’ ê de tevlîbûna keçên me yên ciwan û herwiha dayikan jî cihên xwe di nava wê hêzê de girtin.

Ev hêz di nava civakê de xwe bi rêxistin kir û herwiha xwe xurt kir ji bo parastina civakê û hem jî ji bo parastina jinê. Hêza ku herî zêde li hemberî DAIŞ’ê sekinî, hêzên YPJ’ê bû. Me dît dewletên navnetewî ku çawa DAIŞ birêxistin kirin û berê wan dane Rojavayê Kurdistanê ji bo xatirê ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk here. Lê belê hêza me ya YPJ’ê û li kêlek wê jî hêza YPG’ê herduyan mil bi mil, dest bi dest di qadên şer de welatê xwe û rumeta gelê xwe parastin û ne hiştin ku çete, ev axa pîroz dagir bikin.

Weke ku hat dîtin jî li gelek dewletên navnetewî hin jin di nava qadên leşkerî de xwe dane xuyakirin, lê ya herî cûda YPJ’ê bû ku herî zêde bandora xwe li ser Şoreşa Rojava kir. Ji ber wê gelek jinên ji derve xwe xistin nava şoreşê û tevlî hêza YPJ’ê bûn. Ji ber wê DAIŞ’ê nedixwest ku li ser destên hêzên jin werin kuştin, ji ber sîstema hegemonê wek mejiyekî reş her tim di serê wan de bû ku dibin navê Islamê de û li ser destên jinan neyên kuştin.”

‘YPJ’ê xwedî cihekî girîng e’

Hêvî di domdariya axaftina xwe de wiha got: “Em jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo me YPJ’ê hêzeke ku xwedî wateyeke pir kûr û girîng e. Hêzeke ku îro hatiye avakirin û di demeke kurt de hatin perwerdekirin û ketin nav qadên şer de, ji bo wê duniya hemû matmayî ma ku çawa hêza jin di nava qadên şer de weke hêzeke herî xurt li ser lingên xwe rawestiya. Her wiha YPJ’ê xwe da xuyakirin ku çawa li hemberî DAIŞ’ê şer bike û wan binpêbikin. Ev hemû tê xuyakirin ku YPJ’ê hêzeke navdare di nava gel û civakê de.

Niha jî piştî lihevkirinên ku têne çêkirin, hikumeta demkî dixwaze hêzên YPJ’ê bidin sekinandin. Ji ber ku naxwazin di zagonên xwe yê nû de YPJ’ê bi xurtbûna xwe, hêza xwe û bi kesayetên xwe bikevin zagonên wan de. Ev zagonên ku hikumetê derxistine naxwazin YPJ’ê bixin nava destûrê de, ji ber vê jî em ji bo Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê qebûl nakin ku ew wek hêzeke jin di nava destûrê de neyê dayîn. Ji ber ya ku Rojavayê Kurdistanê parast û hem jî cîhan ji terorê parastin, jinên YPJ’ê bûn. Em jinên Rojavayê Kurdistanê divê em li beramberî zagonên ku ji aliyê hikumetê ve têne dayîn û nivîsandin, rawestin. Hebûna YPJ’ê di Sûriyê de, xwedîderketina li hêz û îradeya hemû jinan e”

‘Em ê piştgiriya YPJ’ê bikin’

Hêvî diyarkir ku ew ê her û her piştgiriya YPJ’ê bikin û wiha axaftina xwe qedand: “Em ê îro jinên Kurd ji bo piştgiriya hêzên xwe yên YPJ’ê deng vedin, wê çalakiyên me neyên rawestandin heya ku hêza me jî cihê xwe di nava destûrê de bigire. Em ji HTŞ’ê re qebûl nakin ji bo necihbûna YPJ’ê di destûrê de, ji ber ku ew dixwazin YPJ’ê di destûrê de bi rengê ku ew dixwazin cih bigirin, da ku mafekî ne rewa û hişmendiya xwe ya Islamiyeta radîkar bidin meşandin. Ev hemû ji destên navnetewî yên hegemonê û bi tayîbet Tirkiyê lîstokan didine meşandin. Ji ber ku ji jinên perwerdekirî, yên ku li ser lingên xwe radiwestin û her wiha jinên rêxistinkirî yên ku li hemberî siyasetên wan disekinin ditirsin. Her wiha ev kampanyaya wê berdewam be.

Divê ne tenê ev kampanya li Rojava be, ji ber wê bengewaziya me ji her çar parçeyên Kurdistanê re ye ku her kes tevlî vê kampanyayê bibe û piştgiriyê bidin hêza YPJ’ê. Her wiha gerek kurdên me yên li Ewropa jî tevlî vê kampanyayê bibin da ku hêza YPJ’ê jî di destûra Sûriyê de cihê xwe yê esasî bigire. Weke ku me dît ku çawa jinên me yê YPJ’ê şehîd xistin û ew hemû dîmen di nava Cîhanê de deng vedan. Ji bo wan dîmenan jî bêtir hêz û moralên me xurt bûn ku êdî em van kiriyaran qebûl nakin û em pişta hêza xwe YPJ’ê bernadin. Em di dawiyê de dibêjin ku her kes pirştgiriyê bide YPJ’ê, Îro YPJ’ê welatê xwe bi wan keziyên xwe yên xweşik parastin.  Daxwaza me jî ji YPJ’ê re ew e ku YPJ’ê jî li hemberî hikumeta demkî bisekine. Ji bo ew Şehîdên ku hatine dayîn, gerek muhra YPJ’ê di duniyayê de neyê windakirin”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.