Esmehan Gedro/Qamişlo
Jinê koçber yên ku di dibistanên bajarê Qamişlo de jiyan dikin diyar kirin ku jiyana li dibistanan êşeke bê dawiyê û gotin, “Tu carî li hemberî zehmetiya em sere xwe natewînin û îradeya me nayê şikandin, hêviya me vegera Efrînê ye.”
Di nava êş û zehmetiyên koçberiyê de ya ku herî zêde li ber xwe dide jin e, bi taybet jinên Efrînî ku 8 sal in di nava koçberiyê de jiyan dikin. Lê tevî hemû zehmetiyan jî jinên Efrînê bi îradeke xurt li ber xwe didin.
Di derbarê mijarê de jinên koçberên Efrînê yên ku di dibistanên bajarê Qamişlo de dimînin ji Rojnameya me re axivîn.
‘Em weke jin îradeya me bi hêze’

Jina koçber a bi navê Zêneb Mihemed ya ji Efrînê diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan îradeyan wan nayê şikandin û wiha got: “Em weke jin îradeya me di hemû rewşan de nayê şikandin. Raste em pir êşiyane û me gelek zehmetî jiyan kiriye lê moralê me tu carî têknaçe. Em jinên Efrînê dema em koçberî cihekî nû dibin, em ji nû vex we ava dikin. Ji ber ku jin her tim xwedî afrînereke nû ye û çiqasî zehmetî kişandibe jî lê dîsa li ser piyan dimîne. Em tenê ji jinên xwe yên koçber dixwazin ku xwedî rûmet û xwedanê Efrînê bin, Efrîn rûmeta me ye. Dema ku em ji Efrînê koçberî Şehba bûn li wê derê her tişt hişkayî bû tenê mal mabûn, lê ji ber neçarbûnê her kes ji xwe re malek didît piştire paqij dikirin da ku debara jiyana xwe bikin. Li Şehba jî me zehmetiyên jiyanî dikşandin lê dîsa jî çradeya me lawaz nebû. Bi taybet em jin li Şehbayê me heft salan berxwedanî kir û me serî netewand. Ji ber êrîşên hikumeta demkî em neçar man ku koçberî bajarê Tebqa û Reqayê bibin, me li wir jî xwe kir yek û çi êş û astengiyên ku dihatin jiyankirin me derbas dikir. Dema ku jin destê xwe di destê hev kin wê demê êş û zehmetî tên derbaskirin.”
Zehmetiya jiyana dibistanan

Jina koçber a bi nave Emîne Oso ya 52 salî jî di derbarê çîroka xwe ya koçberiyê de wiha got: “Ev ne carek û ne jî du carin, ev bû çar car em koçber dibin. Jinên me yên Kurd êşek pir mezin dîtine, di aliyê her tiştî de jin zehmetî û êşê dikişîne. Di nava 8`salan de me jinên Efrînê gelek zehmetî dîtin, dema ku em li derdora xwe dinêrin tenê êşa di dibistanan de tê dîtin. Jiyana me di dibistanê de zehmete ji ber ku em avê bi bîdonan dikişînin odeyên dibistanê da ku em karibin karê xwe bikin. Dema em li Şehbayê bûn zehmetî hebûn, lê kêmtir bûn. Ji ber me demê xwe yê heyî bi cîran û çandiniyê re derbas dikir, ji ber wê em gelek bi êş û zehmetiyan nedihesîn. Tenê ez dixwazim jinên Efrînê vegerin malên xwe.”
Jina koçber a bi nave Roşîn Dawid anî ziman ku hêviya wan vegera Efrînê ye û wiha got: “Em dixwazin îro berî
sibe vegerin malên xwe. Bi qasî ku me êş dîtiye em westiyane, jiyana di dibistanan de zehmetiyek bê dawî ye. Di van dibistanan de gelek êş hatin kişandin bi taybet ji aliyê jin û zarokan ve. Em her tim hewil didin ku lawaz nebin, bi taybet ji bo zarokên xwe.”






