Navenda Nûçeyan
Agirbesta hestiyar a di navbera Îran û DYA’yê de li gel şer û pevçûnên li Tengava Hurmuzê û îdîayên êrîşên li ser Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî ji nû ve kete talûkeyê û hişt agirbest têkbiçe, Trump li hemberî Îranê ji ber astengkirina keştiyên Amerîkî gefeke mezin xwar, di heman demê de têkildarî êrişa li ser Îmaratê Israîlê amadekariyên xwe yên şer li hemberî Îranê dike.
Di gel ku tansiyona li Tengava Hurmuzê bi lez zêde dibe, Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî diyar kir ku ew ji aliyê Îranê ve hatiye hedefgirtin. Wezareta Karên Derve ya ya Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî tiştên rû dane weke rageşiyeke bitalûke pênase kirin û ragihand ku ew mafê xwe yê bersivdayînê veşartî digirin.
Televîzyona dewletê ya Îranê jî îdîayên berbehs red kirin, got ku Îranê niyeta hedefgirtina Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî tune ye û ‘’serpêhatîperestiya leşkerî ya DYE’yê’’ ji geşedanên berbehs berpirsiyar girt.
Ji DYA’yê operasyona Hurmuzê
Serokê DYE’yê Donald Trump bi armanca jinûvedestpêkirina trafîka li herêm ya ku ev du meh in sekiniye, operasyona leşkerî ya bi navê ‘’Project Freedom’’ xist dewrê. Trunp got ku ger keştiyên DYE’yê werin hedefgirtin ew ê bi awayekî tund bersivê bidin Îranê.
Li keştiyên îranê xistin
Fermandarıya Hêzên Navendî yên DYE’yê ragihand ku du keştiyên bazirganiyê yên DYE’yê bi serkeftî ji Tengava Hurmuzê derbas bûne û Îranê jî ev yek derewand. Her wiha hêzên DYE’yê dan zanîn ku bi egera gefa li hemberî bazirganiya behrî wan 6 keştiyên Îranê îmha kirine.
Êrîşa hewayî ya li ser mîrnîşînên erebî yên yekbûyî
Di çarçoveya êrîşên li ser Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî de hate ragihandin ku tesîseke petrolê ji aliyê balafirên bêmirov ve hatiye hedefgirtin û li tesîsê şewat derketiye. Di encama bûyerê de sê welatiyên Hindistanî birîndar bûne û rayedarên Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî dan zanîn ku ji çar moşekên ku tê îdîakirin ji laiyê Îranê ve hatine avêtin sê hatine îmhakirin û yek jî ketiye behrê. Tankereke aîdî şîrketa petrolê ya navneteweyî ya bi navê ADNOC jî bi balafirên bêmirov hate hedefgirtin.
Merz: Divê dorpêç bi dawî bibe
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz têkildarî geşedanan bang li Îranê kir ku vegere ser maseya muzakereyan û got: ‘’Divê dorpêça li Tengava Hurmuzê bi dawî bibe.’’
Buhayê petrolê zêde bû
Rageşiya berbehs bandor li piyaseyên petrolê kir. Buhayê warîleke petrola Brent ku referansa navneteweyî ye li gel zêdebûna ji sedî 5’an ji 114 dolaran derbas bû.
Li hêla din Artêşa Îranê ragihand ku wê nehişt keştiyên şer ên DYA’yê bikevin Tengava Hurmuzê. Ajansa Nûçeyan a Farsê jî piştrast kir ku keştiyek Hêzên Deryayî yên Amerîkî bi du mûşekan hat hedefkirin.
Artêşa Îranê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku wê rê neda keştiyên şer ên Amerîkayê derbasî Tengava Hurmuzê bibin.
Çavkaniyan ji Ajansa Nûçeyan a Fars re piştrast kir ku keştiyek Hêzên Deryayî yên Amerîkayê bi du mûşekan hatiye lêdan.
Heman çavkanî got, “keştî îro bi niyeta ku derbasî Tengava Hurmuzê bibe, li nêzî bendera Jaskê tevger kir û ewlehiya deryayî binpê kir. Keştiyê guh neda hişyariyên Hêzên Deryayî yên Îranê, lew ra bi mûşekekê hat hedefkirin. Di encamê de keştî neçar ma rêya xwe biguherîne û paşde vegere.”
Îranê ragihand ku çi keştiyek bêyî destûra wê derbasî Tengava Hurmuzê bibe, wê bi xurtî lê were xistin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox Newsˊê re got, “Ger Îran li Tengava Hurmuzê êrişî keştiyên Amerîkayê bike em ê wê ji ser rûyê erdê îmha bikin.”
Trump da zanîn ku sewqiyetên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê berdewam in.
Trump di dawama axaftina xwe de anî ziman ku li gel me ji berê zêdetirî çek û cebilxane hene. Li gel me alavên ji yên cîhanê baştir hene. Baregehên me yên leşkerî li tevahî cîhanê hene, tije alav in. Em dikarin van alavan bi kar bînin û em ê wê yekê bikin ger were xwestin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îranê di 4’ê Gulanê de agirbesta di navbera xwe û Amerîka de têkbir dema ku artêşa Îranê êrişî herêmeke pîşesaziyê ya Îmaratê kir, di encamê de 3 kesên ku nasnameya wan Hindî ye birîndar bûn.
Di encamê de çapemeniya Israîlê da diyarkirin ku artêşa Isarîlî amadekariya xwe ji bo destpêkirina şerê li dijî Îranê dike.






