Navenda Nûçeyan
Hikumeta demkî ya Sûriyê wekî gaveke dijî peymana 29’ê Çileyê navên bi zimanê Erebî li ser pankêt û saziyên cuda datîne û navên bi zimanê Kurdî paşguh dike.
Li gundewarê Kobanî, piştî danîna pankêtên nû yên girêdayî şaredariya navçeya Çelebiyê, nakokî bi xwe re anîn. Di plaketan de navên tenê bi Erebî hatine nivîsîn bêyî ku navê Kurdî li gel Erebî were bikaranîn, ev yek jî metirsiyên cidî afrandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî yên Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê, di vê pêngavê de hejmarek sazî, di nav de navenda tenduristiyê û avahiya şaredariyê, li herêmeke ku nifûsa wê piranî Kurd e, bi taybetî li bajarokên Çelebiye û Xerab Işik û derdora wan, heta derdora kargeha çîmentoyê ya Lafrac li başûrê rojhilatê bajarê Kobaniyê. Vê yekê pirsgirêka nav û ziman di qadên giştî de a têkildarî naskirina mafê pêkhateyan, bi taybetî li deverên xwedî taybetmendiyeke çandî derxist holê.
Çalakvan dibînin ku bikaranîna nîşanên yek zimanî bi Erebî û piştguhkirina zimanê Kurdî nikare wekî tedbîreke îdarî ya bêalî were hesibandin, lê belê binpêkirina mafên çandî û ziman e û dikeve nav cudakariya çandî ya neyekser. Ev gav hebûna sembol û çanda pêkhateyeke bingehîn û resen li herêmê paşguh dike.
Metirsî zêde dibin dema ku ev kiriyar di pêşveçûna pêvajoya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê de ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî de bi garantiyên navnetewî ve girêdayî ne, têne kirin. Li gorî peymanê, Kobanê di çarçoveya rêveberiya xweser de xwedî taybetmendiyên îdarî ye. Dema ku navên Kurdî û zimanê Kurdî li ser tabeleyên saziyan neyê bikaranîn, wekî nîşaneya paşvekişandina ji peymana 29’ê Çileyê tî dîtin. Ev yek jî dikare rê li ber dozên hiqûqî û siyasî yên berfireh veke û bandorê li mafên pêkhateyên herêmî û aramiya saziyên îdarî dike. Nexasim eger siyaseta hikumeta Sûriyê bêyî lêkolîn û zelalkirina fermî berdewam bikin.






