Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK’ê gava dîrokî pêk anî, dewletê hemberî wê çi bersivand?

05/05/2026
in ROJEV
A A
PKK’ê gava dîrokî pêk anî, dewletê hemberî wê çi bersivand?
Share on FacebookShare on Twitter

 Ronahî Sadûn/Qamişlo

 PKK’ê mohra xwe li 50’î salên dawî yên Kurdistanê xist, Kurdîtiya li ber tinebûnê bû, jinûve zindî kir. kongreya 12’emîn a PKK’ê destpêkirina têkoşîneke nû ya ji bo rizgariya gelan û hemû bindestan ji xwe re armanc kir. Bi vê kongreyê re têkoşîn veguherî qonaxeke nû ya ber bi aştiyê ve. PKK’ê gava dîrokî pêk anî, dewletê hemberî wê çi bersivand?

Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê bi pêşengiya Rêber Apo hate avakirin. Ji avakirina wê û heta roja me ye îro ew bû xwedî mîrateyek bêhempa. Ji wan mirateyan yek jî mirateya hebûn, çand û nasnameya Kurd e ku bi berdelên giranbûha hate misogerkirin. Avabûna tevgera PKK’ê ji bo gelê Kurd mîladek û vejînek e. Herwiha PKK’ê ji bo azadî û demokrasiyê, li dijî zext û dagirkeriyê, têkoşîneke bêhempa li rûpelên dîrokê xistin. Bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê re, gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar bû û dest bi têkoşîneke nû kir. Jinan jî roleke sereke di pêşengiya tevgerê de lîstin û heya roja îro jî dilîzin. Di vê heyama ku têkoşîna azadiya Kurdistanê ya di pêşengiya PKK’ê de mezin dibe nîv sedsala xwe tije kir, li ser bingehê parastina hebûna gelê Kurd û pêkhanîna azadiya wê de, deskeftiyên mezin hatin qezenckirin. Ji bo gihaştina van rojan, di serî de valaderxistina polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk, di cîhanê de xuyanîkirina nasnameya Kurd bi berdêlên mezin hatin dayîn.

Şerê çekdarî di çarçoveya bersivdayîn û parastinê de, hat destpêkirin

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi çalakiyên li navçeya Dihê ya Sêrtê û navçeya Şemzînan a Çolemêrgê şerê çekdarî hat destpêkirin. Bi vê çalakiyê re Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hat îlankirin. Çalakiya 15’ê Tebaxê bû bingeha şerê ku dê 42 salan bidome û li cîhanê deng vede. Lewma 15’ê Tebaxê weke “Cejna Vejînê” hat îlankirin. Şerê çekdarî ne ku bi xwesteka tevgerê ve hate destpêkirin, lê li hemberî hovîtiya eriş û şerê dewleta Tirk, bû bersivdayînê û pêkanîna Şerê Gelê Şoreşgerî, ev şer hat destpêkirin, hemû jî di çarçoveya parastinê de bû.

Têkoşîna azadiyê mohra xwe li dîrokê xist û dîroka Kurdan guherand

Têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo di sala 1973’yan de dest pê kir, di 27’ê Mijdara 1978’an de wek PKK’ê berdewam kir. Di 52 salan de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê PKK’ê mohra xwe li gelek destpêkan û geşedanan da. Di 27’ê Sibata 2025’an de jî Rêber Apo bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” diyar kir ku PKK’ê rola xwe lîstiye, lewma têkoşîn derbasî pêvajoyeke nû dibe. PKK’ê jî di 5-7’ê Gulana 2025’an de bi kongreya xwe ya 12’emîn bersiva bangê da, xwe fesih kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî.

Banga Rêber Apo ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk” wiha bû:

 PKK’ê di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK’ tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû. Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de, bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK’ê wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye. Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dildarî di nava tifaqekê de bimînin. Du sed salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, ligel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya ku îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekîtiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve birêxistin bikin.

Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK’ê di dîroka Komarê de tevgera serhildan û şîdetê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK’ê bi hêz bû û destek stend.

Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv. Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e. Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin. Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku Birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.

Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK’ê xwe fesih bike.

Kongreya 12’emîn a PKK’ê

 PKK’ê li ser bingeha banga Rêber Apo ya dîrokî di 5-7’ê Gulana 2025’an de, Kongreya 12’emîn a Awarte li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî û biryara xwefesihkirinê da. Kongre li du qadên cuda yên herêmên parastinê bi hemwextî hate lidarxistin û endamên Desteya Rêveber a PKK’ê, endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê, Hevserokên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), endamên konseyê, endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê, endamên Koordînasyona KJK û PAJK’ê jî di nav de 232 delege beşdar bûn.

Di kongreyê de rapor hatin xwendin û gelek nirxandinên girîng hatin kirin, di rapor û nirxandinan de jî wiha hatibû gotin: “Fesixkirina PKK’ê ‘Ne dawî ye, lê destpêkek nû ye’. Herwiha ev kongreya ji kongreyên din cuda ye.”

Piştî xwendina rapora polîtîk a ji perspektîfên Rêber Apo yên li ser kongreyê hatibû amadekirin, rapora Komîteya Navendî ya PKK’ê hate xwendin. Di rapora polîtîk de pêvajoya siyasî-leşkerî hatibû nirxandin, hate destnîşankirin ku PKK’ê mohra xwe li 50 salên dawî yên Kurdistanê xist, Kurdîtiya li ber tinebûnê bû, jinûve zindî kir. kongreya 12’emîn destpêkirina têkoşîneke nû ya ji bo rizgariya gelan û hemû bindestan ji xwe re armanc kiriye. Herwiha fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê, rawestandina karên bi navê PKK’ê têne meşandin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya weke stratejiya bingehîn tê wê wateyê ku ji bo azadiya Kurdan û têkoşîna civaka demokratîk li her qadê pêşî li stratejiyên nû û rêxistiniyê veke. Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê di tevgera azadiyê ya şoreşger de dawîkirineke mutleq nîne, berevajî vê yekê destpêkeke nû ye.

Di kongreyê de ku sê rojan dewam kir, nirxandinên pir alî, nîqaş û tespît hatin kirin. Li ser pêşnûme biryarên ‘Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK’ê, Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Avakirina Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ve hate amadekirin, yek bi yek nîqaş hate kirin û biryar li ser hate dayin. Di kongreyê de ku nîqaşên gelekî berfireh û zirav hatin kirin, pêşnûme biryar hemû bi yekdengî hatin qebûlkirin.

Dîrokên lidarxistina kongreyên PKK’ê ji yek heya 12’an

– Koma şoreşgeran, 26-27’ê Mijdara 1978’an kongreya xwe ya 1’emîn li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê li dar xist.

– Di navbera 20-25’ê Tebaxa 1982’an de PKK’ê Kongreya xwe ya 2’emîn, li kampeke şoreşgerên Filistînî (Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê) li dar xist.

-PKK’ê 25-30’ê Cotmeha 1986’an, li kampek Lubnanê Kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist.

-26-31’ê Kanûna 1990’an, Kongreya 4’emîn a PKK’ê li qada Heftanîn a Başûrê Kurdistanê pêk hat.

-PKK’ê di navbera 8-27’ê Çileya 1995’an de Kongreya 5’emîn li qada Heftanînê li dar xist.

-17-18’ê Sibata 1999’an, PKK’ê Kongreya xwe ya 6’emîn li qada Xinêre ya Başûrê Kurdistanê li dar xist.

– 2-23’ê Çileya 2000’î PKK’ê Kongreya 7’emîn a Awarte li dar xist.

– 4-10’ê Nîsana 2002’an PKK’ê Kongreya 8’emîn li Qendîlê li dar xist.

-Kongreya 9’emîn a ji nû ve avakirina PKK’ê di navbera 28’ê Adarê- 4’ê Nîsana 2005’an de, li Xinêrê hat lidarxistin.

– 21-30’ê Tebaxa 2008’an Kongreya 10’an a PKK’ê li Qendîlê hat lidarxistin.

– 5-13’ê Îlona 2013’an PKK’ê Kongeya 11’emîn, li Xinêrê pêk anî.

– PKK’ê li ser banga Aştiyê di 5-7’ê de Gulanê kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî.

Gavên tevgerê ji bo pêşî li pêvajoyê vekin û pêvajo bipêşde biçe wiha bûn:

 – Rawestandina şer û biryara xwefesihkirinê.

– “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji aliyê Rêberê Apo ve piştî banga dîrokî hat pêşxistin. Ev manîfesto armanc dike ku şer û pevçûnên li herêmê bi dawî bibe pêvajoya şer veguherîne serdemeke aştî, demokrasî û yekîtiya neteweyî.

 – Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kadroyên PKK, KCK û PAJK’ê pêk dihat ku 15 jê mêr; 15 jî jin bûn, di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li pêşiya Şikefta Casena ya li bajarê Silêmaniyeyê ya li Başurê Kurdistanê, bi merasîmeke dîrokî, ji bo pêşî li pêvajoyê vekin, bi îradeya xwe ya azad ve çekên xwe şewitandin.

– Di 26’ê Cotmeha 2025’an Serokatiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ragihand ku ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk derbasî qonaxa duyemîn bibe, tevger hêzên xwe di nav sînorên Tirkiyê de li deverên ku dibe xetera zêdebûnê an profokasyonên potansiyel hebe, vekişandine herêmên parastina rewa.

Dewletê li hemberî banga dîrokî, çi gav avêtin?

 Piştî biryar fesixê û şewitandina çekan, di 5’ê Tebaxa 2025’an de Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî li Meclisê komîsyon hat avakirin. Navê komîsyonê jî “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-biratî û Hevgirtina Milî” lê hate kirin. Ev komîsyon civîn lidar xistin û çend hevdîtin pêk anîn, derveyî wê rapor amade kirin. Lê kar û xebat, hem jî raporên wê qet ne li gorî daxwazên pêvajoyê bûn. Zêdeyî salekê jî li ser pêvajoyê derbas bû, lê guhertinên bingehîn ji mafê hêviyê bigre heyanî gavên dîtir di pratîka dewletê de nehatin dîtin, heyanî di gotinan de jî nehatin bibîr xistin. Derengmayîna gavên girîng ê guhertinê jî, xetmandinê di pêvajoyê de derdixe. Ji bangê heya niha jî diyar bû ku kî dixwaze were rêya aştiyê û kî jê direve. Dewlet a ku ji aştiyê dereve.

Bi boneya salvegera banga dîrokî re jî, Rêber Apo tekezî li ser vê yekê kir ku pêvajoy derbasî qonaxeke nû bû, ev qonaxa guhertin û veguhertina ye. Qonaxa “Entegrasyona Demokratîk û pozîtîf e.” Ger rewşa pêvajoyê ji aliyê dewletê ve bi vî rengî dewam bike wê guhertinên demokratîk pêk neyên. Lewma niha bi awayekî lezgîn, pêwîstî bi naskirina siyaseta demokratîk û pîvana hiqûqî heye. Ya girîng pêkanîna mafê hêviyê û guhertina komarê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.