Serkeft Hisên
Di dîroka gelê Kurd de, jinên Kurd her dem xwedî cihekî taybet û payeyeke berz in, anku ew serkêş û avakarên jiyaneke wekhev û azad in. Her çendî bi berbelavbûna çanda feodalîzmê, hêzên desthilatdar xwestin rola jina Kurd bêbandor û veder bikin jî, lê bê guman jinên leheng ên mîna Mestûreya Erdelanî, Zarîfe, Gulnaz, Leyla Qasim, Bêrîtan, Zîlan û Sarayan her dem serî rakirine, dîwarên koletî û dagirkeriyê bi rijandina xwîna xwe û bexşkirina giyanên xwe yên pak û pîroz, çirandine.
Dema ku zengilê Şoreşa Rojava lê da, ez wê demê 10-11 salî bûm. Tişta ku herî zêde bala min kêşayî lehengî û fedekariya şervanên jin bûn. Ew jinên Kurd dema ku dadiketin nava civakê, bi rêxistin, displîn û jêhatîbûna xwe, cihê xwe di dil û giyanê her kesan de, ava dikirin. Di nava civakê de nîqaş û diyalog her tim li ser lehengiya şervanên jin bûn, bê çawa pişta DAIŞ’ê bi erdê re dikin yek û koka wan diqelandin.
Min ji wan jî dibihîst ku can û giyanê me fadayî gelê me ye, lê min nizanîbû ku ew fedekariya behs dikin, çawa ye heta ku min piştre bi xwe dît bê çawa min û malbata min ji komkujiyê xilas dikin.
Dema 25’ê Hezîrana sala 2015’an çeteyên DAIŞ’ê bi piştevaniya dewleta Tirk ji çar aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê kirin, çeteyan di êrîşên xwe de ji zarokan bigre heta bi kesên temen mezin û ciwanan rastî komkuj dikirin, serê wan jê dikirin û ew bi awayên pir hovane di nava nivîn û malên wan de, qetil dikirin.
Şeveq bû, ez û malbata xwe jî li ser dengê teqîn û êrîşên bihêz, şiyar bûn. Min nizanîbû çi dibe, me digot; qey bajarê Sirînê hatiye rizgarkirin, lê piştre me dît dengê tekbîran tê, deriyên mala dişkînin derbas dibin, însanan serjê dikin û wan gulebaran dikin. Ji taxa me re dibêjin taxa Muktele, çeteyên DAIŞ’ê bi rêzê di nava malên cîranên me de digeriyan û ew însanên bêguhen û mahsum yek bi yek serjêdikirin û qetil dikirin. Paşê me zanî ku ji taxa me ya biçûk 50 kes şehîd bûn û bûne parkewanên Kurdsitanê. Hêdî hêdî çete bi dorê nêzî mala me dibûn. Ez, dayik, xwişk û du birayên xwe li malê bûn. Me jî êdî psîkolojiya xwe ji bo serjêkirinê hazir dikir, ji ber dengê qêrînên zarok û dayikên cîranan dihate me û me dizanî bê bi çi awayî wan şehîd dixin. Êdî li ser çend deqe û saniyan mabû, lê ji nişkva ne me dît dengê hin guleyan û dirûşmeyên bijî berxwedana şervanan û bijî Rêber APO tê. Wê demê me dizanî ku heval hatine û li gel DAIŞ’ê ketine şer. Deriyê mala me lê ket, lê me nêwêrî ku em vekin, piştre dengê du şervanên YPJ’ê hat bihîstin û gotin: “Heval derî vekin, em hatine we rizgar bikin, netirsin, em in heval in” Wê demê weke ku mirov ji nû ve ji dayik bibe, em jî wisa bûn. Me derî vekir, me dît du şervanên jin in, bejn û bala xwe ya ciwan bi çek û rextan hatiye xemilandin û ji rûdêmên wan nexşeya azadiyê xêz dibe. Hinekî bi me re sohbet kirin û gotin: “Em ê bi rengekî ji rengan we ji vê rewşê derbixin.”
Li nêzî mala me sekvanekî DAIŞ’ê jî hebû, lewre ew heval destpêkê di pêşiya me de çûn, xwe ji me re kirin çeper, da ku eger DAIŞ’ê êrîş bike, gule li wan bikevin, lê li me nekevin. Heta vê astê jî xwe ji me re kirin weke çeper û paşê em birin cihekî ewle û ji wê komkujiyê xilas kirin. Wê demê min baş zanî bê ev şervan kî ne û ji bo çi şer dikin û çima canê xwe feda dikin. Ne ji wan her du şervanên jin ba, dê serê me jî bihata jêkirin û em ê bi awayekî pir hovane bihata şehîdxistin.
Anku YPJ’ê hebûna mirovahiyê parast. YPJ’ê civaka Sûriyê ji tarîtiyê anî ronahiyê, bi derziyê bîra azadiyê kola, ji bo gelên Sûriyê û jinên Rojhilata Navîn di nav aramî û aştiyê de bijîn, canê xwe feda kirin. Ji ber vê yekê pêwîst e statuya YPJ’ê di artêşa nû ya Sûriyê de were garantîkririn, ji ber ku ne ji YPJ’ê be artêşeke yekgirtî jî ava nabe. Ev jinê leheng dê bi tecrûbe, dilnizmî û fedekariya xwe, bikarin tovê artêşeke xurt ava bikin ku hemû civakên Sûriyê biparêzin. Misogerkirina statuya YPJ’ê, misogerkirina avakirina Sûriyeke demokratîk, azad û pirreng e. Em jî weke rojnamevanekî Kurd û kesekî ku şervanên YPJ’ê ez ji komkujiyê xilas kirime, bi hemû hêza xwe piştevaniyê didim kampanyaya ji bo piştevaniya YPJ’ê.






