Navenda Nûçeyan
Di sala 1937”an de, serhildana Dêrsimê dest pê kir, ku yek ji serhildanên herî berbiçav ên Kurd li Bakurê Kurdistanê bû. Seyid Riza ala rûmet û azadiyê bilind kir, bi baweriya ku parastina ax û nasnameyê erkek bêdawî ye. Dewleta Tirkiyê bi karanîna balafir û topan bersiv da, di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin.
Îro 89 sal li ser Komkujiya Dêrsimê derbas dibe ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin ku li gorî daneyên fermî yên dewletê di komkujiya Dêrsimê de 13 hezar û 800 kes hatin qetilkirin. Her wiha 11 hezar û 818 kes jî ber bi bajarên Tirk ve hatin sirgûnkirin. Di heman demê de li gorî çavkaniyên xwecihî jin û zarok jî di nav de hebûn û di vê komkujiyê de 70’ê hezar mirov hatin qetilkirin. Di dema komkujiyê de bi deh hezaran Dêrsimî hatin sirgûnkirin, zaorkên wan hatin revandin. Dersîmî aqûbeta zarokên bi saxî filitîn û hatin revandin qet nekarîn hîn bibin. Ji keçên winda yên Dersimê qet agahî nehate wergirtin. Seyîd Riza û hevrêyên wî di 15’ê Mijdara 1937”an de hatin darvekirin û cihê gorên wan ji aliyê dewleta Tirk ve têne veşartin.
Dewleta Tirk a ji destpêka damezrandina xwe ve li ser bingehê tunekirin û înkara gelê Kurd û pêkhateyên din hatiye avakirin. Serokkomarê destpêkê yê dewleta Tirk Kemal Ataturk ku gotibû, ‘ji bilî netewa Tirk ti netewek din li ser vê xakê najî, yan wê bibin Tirk yan jî bibin xizmetkarê Tirkan.’ Hîna komkujiya ku di serhildana Araratê de nehatibû jibîrkirin, vê carê dewleta Tirk a dagirker carek din bi êrişek dijwar bir ser Kurdên Elewî yên Dêrsimê. Li Dêrsimê xwîna Kurdan mîna robarek herikiya û komkujiyek mezin bi serê Kurdan hat. Ev komkujî hêrsa gelê Kurd zêdekir û bû sedem dibin pêşengtiya Seyîd Riza de Serhildana Dêrsimê çêbe.
Di sala 1937”an de Ataturk yasayek binavê ‘Jinûve bi cihkirin’ derxist. Ev yasa taybet bû ji bo rewakirina koçberkirinê, guherîna demografî û bişaftina Kurdan û netewên din ên li Tirkiyeyê bû. Di sala 1935”an de dewleta Tirk dest bi koçberiya bi darê zorê ya Kurdan kir, wan ji cih û warên wan da koçberkirin berê wan da rojavayê Tirkiyeyê, li şûna Kurdan Tirkan bicih kir. Armanc bişaftina Kurdan bû. Dewleta Tirk piştî koçberkirinê navê Dêrsimê guherî ‘Tuncelî’ û dest bi cihanîna vê pilanê kir. Ji vê siyasetê re tê gotin siyaseta Tirk kirinê û di warê yasayên navneteweyî de jî wek sucê cenosaydê tê hesibandin.
Di Çileya 1937”an de Kurdên Dêrsimê nameyek nerazîbûnê ji hakimê navçeyê re şandin. Lê li şûna bersiv were dayîn, dest bi girtina ruspiyan kir û ew gulebaran kirin. Vê nêzîkatiya dewletê wisan kir ku Serhildana Dêrsimê dibin pêşengtiya Seyîd Riza de vegere serhildanek çekdarî. Seyîd Riza wê demê bang li serok eşîran kir ku yekitiya xwe avabikin û li dijî dewleta Tirk rabin. Serhildana gel destpêkir. Li gelek cihan şer û pevçûn li dijî dewleta Tirk rû dan. Şer berdewam kir, artêşa Tirk 25 hezar leşker û çekdarên xwe li Dêrsimê komkir û ji bo bêdengkirina serhildanê ferman da wan. Li her cihekî berxwedanî bihata nîşandan, bi tank, top û balefiran ew gund û bajar wêran dikirin û xelkê deverê di qetîaman re derbas dikir.
Zêdetirî 13 hezar kes hatin qetilkirin
Li gor çavkaniyan zêdetirî 13 hezar kes hatin komkuj kirin, hin çavkanî jî diyar dikin zêdetirî 35 hezar kes hatin qetilkirin. Her wiha 12 hezar kes bi darê zorê hatin koçberkirin. Seyîd Riza û 10 rêhevalên wî hatin girtin. Di 15’ê Mijdara 1937’an de li Elezîzê hatin bidarvekirin û heta niha jî cihê gora wî nediyare. Komkujiya Dêrsimê 4’ê Gulana 1937’an destpê kir, her çiqas di sala 1938’an de dewletê ragihand wan dawî li serhildanê aniye, lê bi awayek veşartî heta sala 1939’an ango piştî raperînê komkujiyên li Dêrsimê dibin pêşengtiya generalê Tirk Abdullah Alp Dogan de berdewam kir.
Di vê komkujiyê de hemû cûre çek hatin bikaranîn, heta yekem car bû çekên kimyawî li dijî Kurdan li Dêrsimê hatin karanîn ku bû sedema qetilkirina 13 hezar û 800 kesan. Beriya 89 salan dewleta Tirk a dagirker, rûyê xwe yê rast nîşan da. Dewleta qirker ji wê rojê ve heya roja me ya îro jî, ji bo tunekirina Gelê Kurd bê navber êrişan dike.






