Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ajokar û şêniyên Qamişlo ji ber xarabbûna rêyan gazinan dikin

04/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ajokar û şêniyên Qamişlo ji ber xarabbûna rêyan gazinan dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Ajokar û şêniyên Qamişlo ji ber xarabbûna rêyan û zêdebûna kortan di nava bajar û kolanan de gazinan dikin. Herwiha bang li şaredariya Qamişlo dikin ku di demeke nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin.

Di dema dawî de li bajarê Qamişlo xerabbûna rêyên bajêr bûye rojeva sereke a ajokar û şêniyên Qamişlo. Ji bo bersivdayîna gazinên gel, sererastkirina rêyên sereke û kolanan şaredariya Qamişlo di meha Adarê de projeya sererastkirinê da destpêkirin, lê ji ber rewşa avhewayê ev proje demekê hate rawestandin, lê wê di demê pêş de bê domandin.

Di vê çarçoveyê de ajokar û şêniyên Qamişlo, herwiha endamên şaredariyê ji Rojnameya me re axivîn.

 ‘Di nava bajar de kort zêde bûne’

Welatiyê bi navê Silêman Elî ku li taxa Colan dimînie wha got: “Em ji xerabûna rê û zêdebûna kortan gelek zehmetiyan dibînin, dema ku baran dibare herî û ax  zêde dibe, ev yek jib o erebeyan xerab e. Di nava bajar û kolanan de kortikên avê zêde bûne û ev yek bandorê hem li ser ajokar û her kesî dike. Daxwaza me ji şaredariyê ku van rêyan sererast bikin da ku bajarê me hîn zêderitir bedew bibe.”

 ‘Kolanên me di rewşek xerab de ne’

Welatiyê bi navê Remedan Şerîf da zanên ku ew ji taxa Hilêliyê ye û wiha pê de çû: “Di nava kolanên Qamişlo de

gelek rêyên xerabûyî hene, ev jî dibe sedema gelek pirsgirêkan ji gel û kesên xwedî erebeyan re. Ji ber nerastkirina rê û zehmetiya derbasbûnê di hin kolanan de erebeya min xerab bûye. Me gazinên xwe ji komînê re pêşkêş kir, lê encam jê derneket. Em hêvî ji şaredariya Qamişlo dikin ku ji bo sererastkirina rêyan bi lez tevbigerin û vê mijarê paşguh nekin.”

‘Ajokar gelek zehmetiyan di rê de dibînin’

Ajokarê bi navê Ekrem Bedran da xuyakirin ku ew li ser erebeyê  kar dike û wiha domand: “Ez weke ajokarekî gelek zehmetiyan di karê xwe de dibînim ji ber ku piraniya rêyên me xerabûne û derbaskirina tê re zehmete.

Herwiha gelek bendên lêketinê yên bilind hene ku di dema dawî de zêde bûne ew yek jî bandorê li ser erebeyên me dike di heman demê de derbasbûna di ser re dibe pirsgirêk. Ev yek dibe sedema gazinên kesên ku li erebê sîwar dibin. Ev bang ji komîteyên ku bi kar û barê rêyan re têkildarin dikin ku çareserî were dayîn ji ber ku eger zû ev pirsgirêka rêyan çareser nebe wê di demê pêş de rê bi temanî xerab bibin û wê ji xizmetê derkevin.”

 ‘Ji ber rewşa avhewayê projeya sererastkirina rêyan rawestiye’

Endizyar û endamê Beşa Lêkolînan ya Şaredariya Qamişlo Hesen Hisên tekez kir ku hewildanên wan ji bo

sereraskirina rê û kolanan wê berdewam bike û wiha got: “Gelek rê di nava bajar û kolanan de xerab bûne herwiha kort jî zêde bûne, îsal ji ber barîna baranê ya zêde bû sedema xerabûna rêyan, ji ber ku ew madeyên ku dikevin nava ziftê ne gelek xwedî qalîte ne. Em weke şaredarî ji bo çareserkirina pirsgirêka rêyan û bersivdayîna gazinên gel, me di dawiya sala 2025’an de kampanyek da destpêkirin ku em rê û kolanan serersat bikin. Di heman demê de me di meha adarê de komîtek ava kir ku derkevin nava kolanan û rêyan çareser bikin. Niha me ev proje demekê rawestanidiye ji ber rewşa avhewayê. Lê em karê xwe ranawestînin ji ber kêmbûna pêdivî û rewşa avhewayê em demekê rawestîn. Di nava planên me de gelek kolan û rê hene da ku em çareser bikin. Herwiha dîsa jî em ê berdewam bikin û ji bo gazinên gelê xwe emê bibin bersîva çareseriyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.