Stêrk Mihemed/Qamişlo
Xwendekar û şêniyên Qamişlo destnîşan kirin ku pêwîst e zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de were parastin û wiha gotin: “Heya ku em Kurd mafê xwe bi temamî bidestnexin, têkoşîna me ranaweste.”
Bi sedê salan e hewildana tunekirin û asmîlasyonkirina zimanê Kurdî li Sûriyê dihat kirin, mafê axaftin, perwerde û fêrbûna bi zimanê Kurdî qedexe bû. Lê tevî hemû hewildanên pişaftinê jî, gelê Kurd karîbû zimanê xwe biparêze.
Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Kurdan karîbûn perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê resen bibin û nifşan ava bikin. Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd şansê jiyankirina Kurdiyetiyê bû, Şoreşa Rojava ku bi xwîna Şehîdan biserket xewn û mirazê gelê Kurd pêkanîn. Hêjayî gotinê ye ku heya vê kêliyê li beramberî qirkirina zimanê Kurdî têkoşîn û hezkirina Kurdewariyê di dilê tevahî gelê Kurd de mezin dibe.
Rojavayê Kurdistanê piştî gelek êriş û planên dagirkeriyê di pêvajoyek nû re derbas dibe, niha li Rojava pêvajoya entegrasyonê bi hikumeta demkî a Sûriyê re tê jiyankirin. Serokê hikumeta demkî a Sûriyê mersûmek nû ragihand ku wê mafê gelê Kurd di destûra Sûriyê de were parastin gelo çiqas ev gotin di pratîkê de tê pêkanîn?
Di vê çarçoveyê de şênî û xwendekarên Qamişlo ji Rojanameya me re axivîn.
‘Em xwedî maf in û em dest jê bernadin’

Jina bi navê Behiye Hesen diyar kir ku ew Kurd hatin dinyayê û ew ê Kurd jî bimirin û wiha got: “Ji naskirin û qebûlkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyê ya nû de, em ê hertin dakevin qadan û banga mafê xwe bikin. Heya ku em weke Kurd mafê xwe bi temamî bidest nexin em ranawestin. Em xwedî maf in û qet em dest ji doza xwe bernadin. Di hundirî Sûriyê de parastina maf û destkeftiyên netew û pêkhateyan xalake zagonî û mafî ye. Em ê hertim li ser piayan bin, heya ku em dighîjîn armanc û mafê xwe yê rawa di hundirê Sûriyê de.”
‘Divê mafê Kurdan di destûrê de misogerkirin’

Welatiyê bi navê Hemdîn Nebî destnîşan kir ku pêwîst e di destûra nû a Sûriyê de mafê gelê Kurd were parastin û wiha pê de çû: “Ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd di Sûriyeke demokrat û nû de pêwîst e ku yekemîn komîteya Kurdî were amadekirin ji bo di danîna destûra Sûriyê a nû de cihê xwe bigire, ku tê de maf, ziman, çand û hunere Kurdan di nava wê destûrî de were bicihkirin. Berî niha bi demekê serokê hikumeta demkî a Sûriyê Ehmed Şeri mersûma 113’an imze kir ku tê de hat raihandin ku wê mafê gelê Kurd were parastin, lê ev yek têrê nake. Kesê ku mersûm danî, dikare bihêsanî jî rabike. Lê eger komîteke hevpar were avakirin ku têde Kurd û hemû pêkhateyên din ê li Sûriyê amade bin û bi hevre biryarê bidin wê demê kes nikare mersûmê bi hêsanî rake. Em dest ji Kurdiyatiya xwe bernadin, Kurdîyetî ji bo min tê wateya jiyan, xwîn, çand, ziman, xewn, xebat û têkoşîna min e ku ezê her û her pê berdewam bikim.”
‘Xwendina bi zimanê Kurdî mafê me ye’

Xwendekara bi navê Rîmaz Hisko tekez kir ku ew ê bi zimanê dayîka xwe xwendina xwe berdewam bikin û wiha anî ziman: “Em Kurd weke her netewekî li cîhanî dixwazin bi zimanê xwe yê resen ê dayîkê bixwînin. Xwendina bi zimanê Kurdî mafê me yê zagonî ye. Pêwîst e zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de were fermîkirin ji ber ku em xwedî maf û doz in. Zimanê Kurdî hebûn û nasnameya me diyar dike ku em Kurd xwedî çand û dîrokek kevnarin. Ez weke zarokek Kurd dixwazin bi fêrbûn û kûrbûna di zimanê Kurdî de mezin bibim û bighêjin zanîngehê da ku temsîla Kurdiyeta xwe li tevahî cîhanê bikim.”






