Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destwerdana lezgîn; ji her rewşke awarte re çare ye

04/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Destwerdana lezgîn; ji her rewşke awarte re çare ye
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Di jiyana mirovana de gelek rewşên awarte ku jiyana mirov dixe xeteriyê de derdikevin, di van rewşan de eger destwerdana awarte a lezgîn bê kirin, jiyana mirovan rizgar dibe.

Destwerdana lezgîn (Destwerdana awarte), ew destwerdaneke lezgîn û demkî ye ji bo rewşên awarte tê pêkanîn û dibe çareya yekemîn.

Di derbarê mijarê de pisporê rewşa awarte Firas Mihemed û Pisporê parastina Sivîl Emar Ibrahîm ji rojnameya me re axivîn.

‘Gelek rewşên awarte yên tenduristiyê hene’

Firas Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Gelek rewşên awarte yên girêdayî me hene. Ji xwe tiştên girêdayî tenduristiyê yên ku gelekî çêdibin, rewşên awarte yên kirîzên dil û mejî ne, bêhinçikandin an jî xeniqandin, şewat, qezayên elektirîkê, vexwarina madeyên paqijiyê, qezayên tirafîkê û… hwd. Ev hemû dibin rewşên awarte ku em mudaxeliya wan dikin û paşê berê wan didin nexweşxanê da ku jiyana wan nekeve xeteriyê û bi awayekî bilez werin tedawîkirin. Bi taybet bûyrên wiha herî zêde li cem zarokan rû didin.”

‘Em bi kesên ku rewşên wan nebaş re dibin alîkar’

Firas anî ziman ku ew bi kesên ku rewşên wan nebaş re dibin alîkar û wiha got: “Dema ku kesek birîndar bû yan jî rewşeke awarte pêre çêbû, berî ku em bigihêjin wan gereke em li derdora xwe bigerin ku parastin heye yan jî na da ku em parastna xwe û wî kesî bikin. Piştire em ê bi destwerdana awarte re biaxivin ji ber ku gelek tişt hene em nikarin bikin heya ku ambolans werin. Da ku kesên rewşa wan nebaş jiyana xwe ji dest nedin em bi wan re alîkar in heya ku ambolans bê û wan veguhêze nexweşxaneyê. Pêwîst e em di rewşên awarte de netirsin û alîkariyê pêşkêş bikin,  lê dema ku em nizanbin jî em destê xwe nadinê da ku rewşa wî xerabtir nebe heya ku bigihêje nexweşxaneyê. Dema ku em bi rewşên tenduristiyê yên awarte ve diçin destpêkê em rewşa wî dinêrin ku çawa ye û li gor wê em destwerdanê dikin.”

Parastina sivîlan ji rewşên awarte ye

Emar Ibrahîm da xuyakirin ku ew ji bo parastina sivîlan dixebite û wiha got: “Rewşên herî awarte yên ku derdikevin yên karesatên xwezayî weke erdhej, lehî û lehiyên ji nişka ve û her wiha karasetên pîşesaziyê yên weke agir, qezayên trafîkê, hilweşîna avahiyan û qezayên kargehan e. Ev rewşên ku di van milan de pir cara dernakevin, lê dema ku derdikevin jî li ser jiyana sivîlan xetere. Ji bo wê em bi van rewşan ve radibin, da ku em parastina sivîlan ji van tiştên xwezayî û yên pêşesaziyan bikin. Ji bo van rewşan gerek kesên ku bi çêkirina elektirîkan ve radibin ji zêdebargiraniya çerxên elektrîkê dûr bisekinin û herwiha bi rêkûpêk kontrolên têlan bikin da ku tiştek bi wan neyê. Pêwîste jî dema ku sivîl xwarinekê yan jî tiştekî li ser agir çêbikin divê qenîna xazê bigirin da ku ew qenîna xazê neteqe. Ji bo di rewşa awarte de tiştên ku çêbibin pêwîst e hejmara telefona tîmên agirkujiyê jibîr nekin. Qet çêkirina xwarinê bê çavdêrî nehêlin û alavên agirkujiyê yên weke amûrek vemirandina agir û lepika agir bi hêsanî li ber destê her kesî bin da ku dema tiştek çêbibe zêde mal neyê şewtandin û tiştek bi sivîlan neyê kirin heya ku alîkariyên yekemîn bigihêje wan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.