Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo 7 pakrewanên azadiyê hatin oxirkirin

03/05/2026
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo 7 pakrewanên azadiyê hatin oxirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esmehan Gedro/Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî 7 Cangoriyên azadiyê li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî 7 cangoriyên azadiyê yên bi navê Rêzan Elî Qamişlo, Silêman Îbo  Efrîn, Roj Osê Qamişlo, Verjîn Melel Heleb, Ebdilkerîm Mendî Qamişlo, Xidir Şêx Hemede Cindêrês û Cîhad Îsa Til tewîl li goristana Şehîd Dilîl Saroxan oxir kirin. Di merasîmê de bi hezaran welatiyên Qamişlo û koçberên Efrînê amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hate destpêkirin. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Emar Mose axivî û wiha got: “Şehîd ew in mirovên pîroz û bi rûmet in. Heft cangoriyên azadiyê û lehengên Kurdistanê karîbûn ku xwe bikin mertalên zindî, li hemberê dagirkeriyê û qirkirin û dewletê. Em di kesayeta van heft cangoriyên azadiyê de tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Dîroka gelê Kurd di sedsaliya derbasbûyî û hata roja îro ew wateya herî mezin di civaka Kurd de hatiye afirandin û wateya şehîdan e. Ji ber ku gelê me berxwedêrên pir mezin ên binirx û wate li ser riya azadiyê daye meşandin. Wateya şehîdan di civaka me de pir mezin e, civakeke ku şehîdan didê wê her tim serkeftî be. Heta roja îro bi hemû şêwazan dagirkeriyê û qirkirinê dixwazin vîna gelê Kurd û çanda gelê Kurd binpêbikin. Ev şoreşa ku bi hezaran şehîd dane ew kesên ku dixwazin me tune bikin nagihêjin armanca xwe. Di dawiyê de jî ez dibêjim bila serê malbatên van cangoriyan saxbe û em ê heta bi heta li ser rêya şehîdên xwe bimeşin û li pey şopa wan bin.”

Piştre li ser navê Hêza leşkerî û Hêza Ewlekariya Hundirîn Danî Mihemed axivî û wiha got: “Gelê welat parêz û berxwedêr, di hizûra van 7 şehîdên cangoriyê de em şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bila serê Serokatî û malbatê saxbe. Di oxirê wê de em dibêjin dîrokek tê nivîsandin li ser vê xaka pîroz her şehîdekî me her niqteyek av di hundirê Rojavayê Kurdistanê de tê rijandin dîrokek tê nivîsandin û wê bi salan bê nîşankirin. Hikumeta demkî ji me re dibêje ritba xwe bişînin ji bo ku em we nas bikin lê em ji wan re dibêjin kesî qomîtan û mezin di nava me de tune ne kesên ku ritba wan mezin û hevserokin ew jî şehîdên me ne. Dîsa jî em dibêjin bila serê malbatê saxbe û tu carî şehîdên me nayê jibîrkirin.”

Piştre li ser navê Meclisa Îslama Demokratîk Mele Elî Resûl axivî û got, “Di serî de bi navê Kongreya Islama Demokratîk em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em dibêjin şehîd namire. Em îro li pêşiya şehîdên xwe sekinîne lê dilê me tijî êş û azarî ne derdê me mezin dibin. Em yan jiyanek azad dixwazin yan mirineke bi rûmet.”

Di dawiya merasîmê de bi tilîliyên dayikan û silogana Şehîd Namirin her 7 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.