Navenda Nûçeyan
Bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) daxuyaniyek da û got: “Ragihandina azad ne lûks e, lê belê pêdiviyeke geşpêdana domdar û avakirina aşîtiyê ye.”
Bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Ragihandina serbixwe kevirkoşeya civaka demokrtîk û bingeha misogeriya zelalî, lêpirsîn, dadmendî û rêzgirtina li mafên mirovan e.
Ev roj di demek wisa de hatiye ku nîşaneyên azadiya çapemeniyê li cîhanê bi awayekî giran paşve çûne. Binpêkirinên li dijî rojnamevanan, ji girtinên keyfî, darizandin û terorkirinê bigire, heta armancgirtinên rasterast ên demên kirîz û mêtingan de were. Ezmûnên heyî, bi taybetî li herêmên pevçûnan nîşan didin ku hikûmet ji bo çapemeniyê sînordar bikin û belavkirina agahiyan jî kirîmînalîze bikin, yasayên awarte bi kar tînin.
Li herêma me, bi taybetî li Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyeyê rojnamevan di rewşekê de ne ku rê li ber ragihandina pîşeyî ya azad û ewle tê girtin. Ew bi binpêkirinên cidî yên weke girtin, revandin û gefxwarinê re rû bi rû ne.
Ev kiryar ne tenê li dijî rojnamevanan in, di heman demê de li dijî mafê civakê ya gihîştina zanyariyê ne. Her wiha dan û standina giştî lawaz dikin û şiyana çareserkirina pirsgirêkên hevpar sînordar dikin. Ragihandina azad ne lûks e, lê belê pêdiviyeke geşpêdana domdar û avakirina aşîtiyê ye.
Li ser vê bingehê em banga parastina rojnamevanan dikin, her wiha daxwaza gerantîkirina azadiya çapemeniyê û parastina mafên xwegihandina agahiyan jî dike. Di heman demê de, ew banga darizandina binpêkeran û aşkerekirina çarenûsa hevakrên bi zorê hatine windakirin dike.
Di vê rojê de, hemû hevkarên xwe yên rojnamevan li Sûriye û cîhanê silav dikin û teqez dikin ku her hewldanek bêdengkirina rastiyê, windahiya civakê bi giştî ye. Parastina azadiya çapemeniyê parastina mirov û heqîqetê ye.”






