Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Dêrikê 5 pekrewan bi merasîmekê hatin oxirkirin

03/05/2026
in NÛÇE
A A
Li Dêrikê 5 pekrewan bi merasîmekê hatin oxirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê merasîma oxirkirinê yên 5 pakrewanên ku canê xwe ji bo axa Kurdistanê feda kirin, lidar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê li goristana Şehîd Xebat Dêrikê, merasîma oxirkirinê ji du şervanên Hêzên Komandos Çiya Girkê Legê û Tofan Dêrik, her wiha sê şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Tehran Hacî, Hozan Efrîn û Şervan Mihemed, lidar xistin.

Di merasîmê de hemû şêniyên bajar û gundewarên wê, endamên sazî û desgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Merasîm bi rawestandina xuleyeke bêdeng li ser giyan şehîdan hate destpêkirin.

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Narîşan Efrîn axivî û wiha got: “Ez şehadeta van hevalên me yên leheng li we pîroz dikim, bila serê dayikên şehîdan sax bin. Ev 14 sal in em şoreşê bi rê ve dibin. Lê cîhan li ser serê me komployan pêk tîne, lê bila baş bizanibin tu kes nikare me qir bikin. Tu carî gelê kurd gavek bi şûnde ne avêtine, ev hêstirê ku em dibarînin hêstirê têkoşînê ne. Me çi sûc kirbû ku ev were serê leheng û qehremanê me, kesê ku carekî xapandin û îxanet kirî, wê bi hezarê caran jî bike. Em bûn ên ku me namûsa wan parast û ew ji DAIŞ’ê rizgar kirin, lê wan ji bo me çi kir? zarokên me şehîd xistin, dîl girtin û dilê bi hezaran malbat şewitandin. Bila dilê şehîdên me rehet bin, em ê tola wan hilînin û em ê heya dawiyê li ser şopa wan bin.”

Di heman demê de li ser navê Kongra Islama Demokrat Şêx Mesûm Dêrşewî axivî û wiha got: “Di pirtûka pîroz de xwedê aniye ziman ku şehîd cihê wan li buhiştê ye û kesên kuştin kirî cihê wan li dojehê ye. Şehîdên me ji hembêza me derketin û ketin di hembêza xwedê de û çûn li ber dilovaniya wî. Em xemgînin û çavên me bi hêstirên, lê em nabêjin sebra me nîne, lê em bi edaleta xwedê bawerin. Em hemû li xwedê vegerin, lê hin wê rû spî vegerin û hinek rû reş vegerin, lê şehîdên me wê rû spî vegerin, ji ber ku wan canê xwe ji bo vî welatî feda kir, ji bo parastina nirx û doza gelê Kurd.”

Di berdewamiya merasîman de li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Fedîl axivî û wiha got: “Destpêkê ez

sersaxiyê ji malbatên van lehengan re dixwazim, çiqasî em behsa şehîdên xwe bikin, axaftin têrê nakin. Divê em li pey doza wan bin û bighêjin xewn û xeyalên wan. Şehîdên me ji tunebûnê hebûnê çêdikin, ji mirinê jiyanê çêdikin, heya cane xwe feda dikin. Bi saya wan em ê serbest bijîn, em şopdarê xwîna van lehengane.”

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehîdan hatin xwendin û malbatên wan hestên xwe anîn ziman. Piştre cenazeyên şehîdan spartin axê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.