Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê, biryareke nû ji bo guhertina hin cûreyên madeya mazotê dersxist, di heman demê de hin cure buhayên wan wekî berê bêyî tu guhertin man.
Rêvebriya Sotemeniyê ya kantona Cizîrê, buhayê hejmarek ji cureyên madeya mazotê guhert, di heman demê de hin buha wekî berê bêyî tu guhertin mane. Ev buhaya nû ya mazotê wê li ser tevahî kantona Cizîrê bê bikaranîn.
Buhaya nû
Buhayên ku hatin hildan ji hêla Rêveberiya Sotemeniyê ya kantona Cizîrê wiha ne:
Madeya mazota çandiniyê: Ji hezar û 300 lîreya Sûrî bû 25 sent.
Madeya mazota saziyan ji 3 hezar û 50 lîreya Sûrî bû 55 sent.
Madeya mazota pîşesazî ji 22 hezaran bû 55 sent.
Madeya mazota ji bo nangehên Siyahî ji 2 hezar û 50 bû 55 sent.
Buhayên ku guhertin tê de çînebûye wiha ne:
Buhayê mazota xizmetguzarî a ji bo empêran û nangehên giştî 125 lîreya Sûrî, buhayê mazota erebeyên çûn û hatinê 525 lîreya Sûrî, mazota Azad 75 sent.






